1ê gulanê

(Ji 1'ê gulanê hat beralîkirin)
<< Gulan 2024 >>
Du Ça În Şe Ye
1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31
Rojên salê

Bûyer biguhêre

Kurdistan biguhêre

  • 1959 – Yekem hejmara rojnameya Azadî derket.
  • 1969 – Komeleyên Çandî yên Rojhilat ên Şoreşger DDKO hate damezirandin.
  • 1977 – Li qada Taksîmê ya Stenbolê hêzên tarî êrîşî pîrozbahiya 1ê Gulanê kir û di encam van êrîşan de 37 karker û kedkar hatin kuştin.
  • 1989 – Polisê Tirk gule reşand ser çalakgerên ku ji bo pîrozkirina 1 gulanê dimeşiyan û di encama gulebaranê de karkerek hate kuştin.
  • 1994 – Di navbêra PDK û YNKê de şer derket.
  • 1997 – Polisan li Kadiköy a Stenbolê êrîşî greva ku 1 gulanê pîroz dikir, kir û 3 karker hatin kuştin.
  • 2016 – Li Nisêbînê di dema qedexeya derve de (roja 49.), hêzên YPS'ê bi vedana xefka bombeyî ya li kolanekê 3 leşkerên tirk kuştin. Di heman êrîşê de 14 leşker jî brîndar bûn.[1]
  • 2016 – Li Şirnexê di dema qedexeya derve de (roja 49.), leşkerekî tirk ji aliyê hêzên kurdî ve hate kuştin.[2]

Cîhan biguhêre

Jidayikbûn biguhêre

1991Melek Rojhat, hunermenda kurd

Mirin biguhêre

  • 1990 – Nivîskarê Kurd Heciyê Cindî çû ser heqiya xwe.
  • 1999 – Gerîllaya Kurd Medîne Gûmûş ya bi navê kod Mizgîn Sîpan ku di sala 1977an de li Tatwanê hate dinê û di 8 adara sala 1993an de tevlî nav refên gerîlla bû, di pêvajoya agirbesta PKKê de encama êrîşên artêşa Tirk de li herêma navçeya Amed Qulpê jiyana xwe ji dest da.
  • 1999 – Gerîllayê Kurd Kazim Yildirim yê bi navê kod Sefkan Zaga ku di sala 1977an de li Tekmanê hate dinê û di sala 1993an de li Erziromê tevlî nav refên gerîlla bû, li bajarê Çewlîg gundê Kîlîsê jiyana xwe ji dest da.
  • 1999 – Gerîllayê Kurd Edîp Merîç yê bi navê kod Yaşar ku di sala 1976an de li Karliovayê hate dinê û di sala 1996an de tevlî nav refên gerîlla bû, li herêma Sasonê, di navbêra rêya Çewlîg û Mûşê jiyana xwe ji dest da.
  • 1999 – Gerîllaya Kurd Mûvver Gezer ya bi navê kod Dîrok Zeyneb ku di sala 1978an de li Kozlixa Batmanê hatibû dinê û di sala 1994an de li Amedê tevlî nav refên gerîlla bibû, li herêma Reşadiyê di encama serdegirtineke artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da.
  • 2000 – Tevî ku Partiya Karkerên Kurdistan PKKê li hemberî dewleta Tirk agirbesteke yakalî îlan kir jî, hêzên artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser gerîllayên Kurd berdewamkirin. Di encama van êrîşan de li herêma Amed Şehît Remziyê 3 gerîllayên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Gerîllayên jiyana xwe ji dest dan ev in; Kemal Kapici yê bi navê kod Faîq Welat di sala 1974an de li Adiyamanê hate dinê, di sala 1993an de tevlî nav refên gerîlla bû, Sadun Katonî yê bi navê kod Rojhilat di sala 1980î de li Urmiyê ji dayikbû, di sala 1999an de tevlî nav refên gerîlla bû.

Cejn û salveger biguhêre

Çavkanî biguhêre