Mahmut Gazi Yaşargil

(Ji Prof. Mahmut Gazi Yaşargil hat beralîkirin)

Prof. Mahmut Gazi Yaşargil (jdb.6ê tîrmeha 1925an, Licê, Amed) zanîst û bijîşkê neurolojîyê ye.

Piştî bidawîkirina zanîngeha bijîşkiyê li Tirkiyê, derdikeve Ewropa û li Swîsreyê perwerdeya xwe ya bilind dike.

Wî di beşa xwe de gelek serkevtin pêk anîne û gelek xelat wergirtine. Wî nêrînên mîkroşîrûrjîkal jî nû ve payebilind kirine û gelek teknîkên nû afirandine.

Afirandinên wî biguhêre

  • Mîkroskopa avjenîker
  • Self-retaining adjustable retractor
  • Klîpên ergonomîk anevrîzmayê

Kovara neurologan a herî bilind Neurosurgery di sala 1999î de wî wekî "Mirovê sedsalê yê neuroşîrûjiyê" binavkiriye.