Tahir Elçi an jî bi kurdî wekî Tahîr Elçî (jdb. 1966 li Cizîrê − m. 28ê çiriya paşîna 2015an li Amedê), parêzer û aktîvîstekî mafê mirovan a kurd û serokê Baroya Amedê bû. Tahir Elçi di 28ê çiriya paşîn de li navçeya Sûra Amedê di dema daxuyaniyê çapemeniyê ya ji bo banga ku zirar li avahiyên dîrokî nekeve, bi êrîşek çekdarî hatiye kuştin.[1]

Tahir Elçi
Tahir Elçi (2015)
Jidayikbûn1966
Mirin28ê çiriya paşîn a 2015an
Amed
Sedema mirinêMêrkujî
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PerwerdeZanîngeha Dîcleyê, Peymangeha Dadê
PîşeParêzer
HevjînTurkan Elçî
ZarokNazenîn Elçî, Arîn Elçî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Li Zanîngeha Dicleyê ji beşa hiqûqê destûrdar bûye. Qonaxên seretayî û navendî yên xwendina li navçeya Cizîra Bakurê Kurdistanê xwend. Di sala 1991ê de ji Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê Fakulteya Hiqûqê derçû. Tahir Elçî, ji sala 1998ê heta sala 2006ê di Rêveberiya Baroya Amedê de cih girtibû û di sala 2012an de jî weke Serokê Baroya Amedê hat hilbijartina.

Elçî bavê 2 zarokan bû û zimanê îngilîzî, almanî, tirkî û kurdî dizanî.[2]

Mirin biguhêre

 
Minareya Çarling

Roja 28'ê sermaweza 2015an, Elçî dê daxuyaniyek derbarê Minareya Çarling a Sûra Amedê û ziyanê gihiştîn wê de bida, pevçûn û şerek çêbû û di wî şerî de hinekan guleyek berî serê wî da û ew kuşt.

Gotinên dawîn ên Tahir Elçi biguhêre

Serokê Baroya Amedê di axaftina xwe ya dawî de gotiye:
"Mînareya Çarling a dîrok bang li mirovahiyê dike: 'Ji piyê min li min dan. Min gelek şer û felaket dîtîn lê min îxanetekî wisa nedîtiye' Em dibêjin bila operasyon li vir dûr bin." [1]

Cenazeya wî biguhêre

Cenazeya wî roja 29ê Sermawezê çêbû û bi hezaran kes beşdar bûn.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre