Mezolîtîk, an jî Serdema kevirî ya navîn (ji yewnanî: μέσος, mesos "navîn" + λίθος, lithos "kevir), serdemeke di pêşvexistina teknolojiya mirovahiyê de bû ku di navbera serdemên Paleolîtîk û Neolîtîkê de ye.

Serdema mezolîtîkê bi taybetî li Ewropayê di dawiya serdema Pleîstosenê de, anku 10.000 berî dema niha dest pê kir û bi destpêka çandiniyê bi dawî bû, ku dîroka wê li gorî herêman diguhere.[1] Li hin deveran wekî Rojhilata Nêzîk, çandinî berî ku Pleîstosen bi dawî bibe dest pê kiribû, û li wan deveran Mezolîtîk kurt e û baş nayê pênasekirin. Li deverên ku bandora qeşagirtinê hindik e, carinan têgiha "Epipaleolîtîk" çêtir tê girtin.

Kanoyên ji nitirandina daran çêkirî

Bermahiyên ji vê serdemê hindik in, pir caran tenê paşmayiyên xwarinan wekî hestiyên heywanan mane. Li deverên daristanî, yekem nîşanên darbirînê hatine dîtin, her çend destpêka darbirînê ya bi awayeke cidî di dema neolîtîkê de ji ber çandiniyê hatibe.

Taybetmendiyên mezolîtîkê li piraniya deveran bi amûrên têkel ên biçûk ji kevirên hesteyan tê diyarkirin. Taxima şokan, tevşoyên kevirî, û objeyên darîn, wek kano û kevanan, di hin şûnwaran de hatine dîtin. Ev teknolojî herî pêşî li Afrîkayê di çandên Azîlî de derketine holê. Dûre bi riya çanda Îbero-Maurusî (Mexreb) ya Afrîkaya Bakur û çanda Kebaran ya Levantê li Ewropayê belav bûne. Lêbelê, vedîtinên serbixwe jî carinan tên teorîzekirin.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Mesolithic | Definition, Technology, & Facts". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 hezîran 2021.