Mehîr, xwarineke kurdî ya pir kevn e û bi hezarê salan e di nava Kurdan de heye. Mehîr ji Dan û Dew çêdibe. Li tevahiya herêmên Kurdistanê mehîr tê zanîn û xwarin.

Dan: Genim hinekî tê şilkirin, di Conê de bi Mîrkut tê kutan heta ku qaçil ji serê radibe. Ji qaçilê wî re jî "Kapik" tê gotin. Piştî kutana Genim, êdî navê wî Genimî dibe Dan

Hin malbatên Kurd hene ku di serê demsala Payîzê de dema savar ji bo salewext dikelînin û piştre dikutin, her pê re çend Elb (elbek 6 kilo ye) genim jî dikutin û dinik Dan. Ev dan jî dibe du pişk. Yek dîsa her Dan dimîne ango liba wê sax dimîne. Ya din, Dan bi Destan gir dihêrin û dikin Şîş.

Dan, tenê ji bo Mehîr û xwarina Danikê tê bikaranîn.

Çend texlîtên cuda yên Mehîrê hene:

- Mehîra Erdê.
- Mehîra Gerrandî(Mehîra Kelandî).
- Mehîra Pincarê.

Mehîra Erdê: Dan di beroşê de bi avê tê kelandin heta ku dipije. Dema ku pijiya, divê ava wê pir hindik be, îcar dew bera ser didin û ji bo xwarinê amade dibe.

Mehîra Gerandî: Dan dixin beroşê, Dew bera serê didin û li ser êgir dikelînin hem jî bi heskê li hev dixin heta ku Dan rind pijiya. Piştre datînin erdê û ji bo xwarinê amade dikin.

Ev herdu texlîtên Mehîrê dema ku sar dibin, çend diran ji seriyek Sîr dikin, diperçêqin û dixin navê, çêja wê pir xweş dibe.

Mehîra Pincarê: Di nava vê mehîrê de pir texlîtên pincarê yên têne bikaranîn û pincar bi Danê Mehîrê re dipije. Li şax, dol, gelî û newalên Kurdistanê ji ber ku texlîtên pincarê pir hene, li her herêmekê, her kebanî li lor zanîn û zûrektiya xwe pincar di Mehîrê de bi kar tîne. Lê pincara Mehîrê ya herî menşûr Pûng û Kereng in. Mehêra Pûngê pir menşûr e û pir jî xweş e. Lê ya Kerengan hêj xweştir e.

Binêrin biguhêre

Mehîra buharî ji mastê miyan

Xwuş e pûngê têkê ji ber kehnîyan.

Ş. Mihyedînê Hênî Amadekar: Mela Birhanê Tarînî. Berhem: Beyana Xawarinan û Zewqên Wan