Hozan Şiyar

stranbêjê kurd

Hozan Şiyar an Şiyar Farqînî û be rastî Celal Sarikaya (jdb; li Farqîn sala 1953 - mirin; 22 nîsana 2001ê li Stockholmê) hunermend û stranbêjekî Kurd bû.

Hozan Şiyar
Wêneyî Hozan Şiyar
Jidayikbûn1953
Mirin22. nîsana 2001
Stockholm
EsilKurd
HevwelatîTirkiye (Bakurê Kurdistanê)
PîşeStrankerd
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Ew sala 1953 yan li navçeya Farqîn a Amedê hatiye dinyayê. Bavê hozan Şiyar Şerîf li Farqînê wênekêşî dikir. Şiyar di salên xwe yên zaroktiyê da alîkariya bavê xwe dikir.

Lê mixabin ku Şiyar hê di heft saliya xwe de bavê xwe wenda dike. Dayika Şiyar tevî çar zarokên xwe yên hûrik dimîne. Dayika ciwan ji bo xwedî kirina zarokên xwe li kar digere. Ew piştî demekî li fabrîqaya Tekelê ya li Farqînê weke karkerekî dixebite. Hozan Şiyar li aliyekî li dibistana razanê dimîne û ji aliyê din va jî ew dixebite, da ku alîkariya malbatê bike. Di van salan de dengê hozanê xweş bala mamoste û şagirtan dikişîne. Ew li şahî û çalakiyên dibistanê de distrê. Di heman demê de jî ew sal salên ku tevgerên pelên şoreşên şoreşgerî û welatparêzî di nava ciwanan da bi xûrtî belav dibe. Hozan Şiyar jî xwe ji ber van pêlan nade alî. Ew jî bi xûrtî cihê xwe di nava tevgera şoreşgerî da digre û ew bi dengê xwe li dijî asîmîlasyonê da derdikevê. Ew bi zimanê dayika xwe bi kurdîya şêrîn stranan dibêje.

Hozan Şiyar di sala 1973a de dizewicê û hema piştî zewaca xwe diçê leşkeriyê. Hozan Şiyar sala 1975 an li şubeya leşkeriya Farqînê wekî karmendekî dest bi kar dike. Di ber vî karî re jî ew komeke muzîkê ava dike. Ew tevî koma xwe li şahî û dawetan stranan bi kurdî dibêje, bi vî awayî jî ew ber bi profesyoneliyê va diçe. Helbet tevgera Hozan Şiyar bala dewletê jî dikişîne. Dewlet biryara sirgûn kirina Şiyar digre. Li ser vê yekê Şiyar dev ji karmendiya dewletê berdide. Hozan Şiyar salên 1976-77an bi temamî xwe dide kar û barên muzîkê û tevgera şoreşgeriyê. Di van salan de ew dibe endamê rêxistina Kawa û bi awayekî aktîf beşdarî karê rêxistinê dibe. Sala 1977 an ew qaseta xwe ya pêşî derdixe. Piştî vê qaseta xwe ya pêşî Hozan di navbera salên 1977 û 1980 yan de tevî hemî zor û zehmetî û qedexe kirinan jî ew pênç qasetan di pey hevra derdixe. Ber bi salên 80an nav û dengê hozan Şiyar li bajarên Kurdistanê belav dibe. Ew li bajar û bajarokên Kurdistanê bi stranên xwe yê şoreşgerî banga hişyariyê li gel dike. Hozan Şiyar jî wekî piraniya rewşenbîr, siyasetmedar û hûnermendê kurd para xwe ji cûntaya leşkeri ya sala 1980î digre. Rejîma leşkerî Şiyar digre û davêje zîndanê. Ew qasî dû salan di zîndana bi nav û deng ya Amedê da dimîne. Piştî dû salên zîndanê Şiyar tê berdan.

Gelek dem li ser berdanê de derbas nabin sala 1984 an ew careke din jî ji ber deranîn û belav kirina qasetên kurdî tê girtin. Ew sala 1986 jî tê berdan. Hozan Şiyarê bi înad û aht stranên kurdî distre. Dewlet jî bi israr wî digre û işkenceyên giran li wî dike. Di sala 1990 de Şiyar bi qasetên nû derdikeve pêşberî hezkirên xwe. Navê wê qaseta nû “Şêrîna min”e. Lê her ku diçe rewş girantir dibe. Xwedî kuştin û kiryarên ne diyar navê Hozan Şiyar di listeya xwe de dinivisînin. Êdî Şiyar nema dikare ji mal ve derkeve. Ew çar pênç mehan di malê da dimîne, heta ku ew xwe davêje Stembolê. Li vir ew bi Navenda Çanda Mezopotamyayê re têkiliya xwe datîne. Piştra sala 1992an ew diçê Swêdê.

Mirin biguhêre

Hozan Şiyar sala 1998a bi qansêrê dikeve û ew di 22 nîsana 2001ê di saet 8:55 deqiqeyan de tevî hesreta Farqînê di dilê xwe de li Stockholmê diçe ser dilovaniya xwe. Li gor daxwaza dilê wî, li Farqînê li goristana Şêxelîlê hat veşartin.

Stranek ji Hozan Şiyar biguhêre

Strana Şêrîna min: biguhêre

Şêrîna min, were ba min
Şêrîna min, ez bêhal im, were ba min
Ku tu ji min bawer nakî, nayî dîtina min
Piştî ez mirim, tu qet neke şîna min

Çavreşa min, çare nîne
Çavreşa min, nav û cergêm derd û xwîn e
Sebeba min ev dila bûy te evîn e
Her du bi hawar û axîn û gazîn e
Şêrîna min, were ba min
Şêrîna min, ez bêhal im, were ba min
Ku tu ji min bawer nakî, nayî dîtina min
Piştî ez mirim, tu qet neke şîna min

Şêrîna min, çavreşa min
Delala min, şiyar im
Bê te xew naye
Hêstirê çavêm tê xarê ra lênaye
Te min kir dîn û harek, berda dinya yê
Şêrîna min were ba min
Şêrîna min, ez bêhal im, were ba min
Ku tu ji min bawer nakî, nayî dîtina min
Piştî ez mirim, tu qet neke şîna min

Berhem biguhêre

  • Sazbendo
  • Şirin (Bê Welat im)
  • Van Delalan
  • Were Vira
  • Wey Le Daye
  • Yade
  • Cane (Le Can Le Cane)
  • Çeme Şikestune
  • Destegul (Barane Guje Guje - Zava Zava - Xeftan Xeftan)
  • Destegul (Ha Leri Leri - Xane Beyaze - MaLa Min)
  • Dile Nermin
  • Evindarim
  • Felek Heyle
  • Heps û Zindan
  • Hestiren Min
  • Kulîlka Azadî
  • Li Dori Zaxo
  • Lorina Min (Le Delale Were Vira)
  • Şerîna Min
  • Berivanê

Girêdanên derve biguhêre