Girara bi xêlî navê cure girareke (pîlaw) parêzgeha Amedê ye. Li herêmên din jî tê zanîn û xwarin, lê bi vî navî li Amedê navdar bûye.

Berkelî biguhêre

  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) xwê (solin)
  • 3 KX rûn
  • 3 SA (stekana avê) ava goşt
  • 300 gr riz (birinc)

Bo xêliya wê:

  • 250 gr goştê kişandî (goştê mihê yê kêmbetan, bêrûn)
  • 50 gr behîv
  • 1 KX rûn
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) darîsot (bi latînî: Pimenta racemosa)
  • 1 KÇ xwê
  • 1/4 SA bexdenûsa hûrkirî

Çêkirin biguhêre

Birincê bixin nava badî yan teştekê, kevçiyek xwê pê werbikin, tiliyek ser re ava germ berdin ser. Heya sar bû bidin sekinandin. Heya ava pakij û zelal jê kişiya bişon, bidarivînin.

Ava goşt berdin quşxaneyê, 2 KX xwêyê tê werbikin, bikelînin. Keliya birincê carekê tevdin û darxûnê bigirin. Keliya, agirê binî kêm bikin.

Di rûnbirêşkê de rûnê biqijilînin û berdin serê. Darxûnê bigirin, di agirê nim de bi qasî 15-20 deqeyan bikelînin. Xêliya wê bidin ser û servîs bikin.

Xêliya wê: Goştê kişandî di rûnbirêşkê de biqelînin, xwê û biharbêhnê tevlî bikin. Behîvê bila hindik biqele, zerayî pê bikeve. Bexdenûsê hûr bikin û tevlî goştê kişandî bikin.