Hêyavka bamyeyê yek ji xwarinên bamyeyê ye. Hêyavk ji xwarinên quşxaneyê yên zebzeyan re tê gotin. Di hin devokan de bo hêyavkê tirşik jî dibêjin lê tirşik bi xwe jî hêyavkek e, bi taybetî li Botan, Amed û Xerzanê tê xwarin. Navê bamyeyê bi latînî: Hibiscus esculentus e.

Berkeliya hêyavka bamyeyê ya Amedê biguhêre

  • 1/2 kg firingî (bacanê sor, şamik, tomatos)
  • 1/2 kg goştê berxê
  • 1 kg bamye
  • Rûnê zeytê
  • 3-4 dd (dendik) sîr
  • Xwê (solin)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) îsota sor (îsota tûj, îsota pûlpelî)
  • 1 lîmon

Çêkirin biguhêre

Rûnê zeytê berdin quşxaneyê, sîra kutayî, firingî (gir hûrkirî), goşt, bamye, xwê, îsota tûj tevlî bikin, bidin ser agir. Bila dirêj bikele, goşt biperite, kewa xwarinê bigire.

Beriya ku ji agir bigirin, bi ava lîmonê re herwiha hinekê bikelînin. Xwarina we amade ye, dikare bê servîskirin.