Tirşik navê komekê xwarinên pêjgeha kurd e. Gelek cureyên wê hene û mirov dikare bêje, kurdan ji ber ku hinekê tirş e, gelek xwarin wekî tirşik binavkirine.

Tirşika Mêrdînê

Cureyên tirşikê yên navdar biguhêre

Mixabin lêkolîneke zanistî li ser xwarinên kurdî nehatiye kirin. Kesên ku li ser vê babetê xebitîne jî pirranî li ser herêma xwe sekinîne. Ji ber wê ye gelek tevlîhevî û şaşi hene.

Li hin deveran ji tevahiya şorbeyan re tirşik dibêjin ku ev ne rast e.

Tirşika Botanê biguhêre

Tirşika tirşoyê biguhêre

Li gelek cihan ji tirşoyê jî şorbeyê çêdikin û jê re tirşik dibêjin. Pelên tirşoyê tên ristekirin û wê dixin dîz an quşxaneyê. Mast an dew berdidin ser, herwiha ava germ, nok, dan û xwê jî.

Ser wê ard (arvan) belav dikin, devê wê digirin û bi pot û çatan pordikin ku germa xwe xwedî bike. Wisa şevekê tê rawestandin. Sibeyê didin ser agir û bo demekê dirêj tê kelandin. Bi sarî tînin ser destexaneyê. Ji aliyê vîtamîna K dewlemend e.

Tirşika Amedê biguhêre

Tîkegoşta xwe (ji goştê mihê û hinekê bi donê ve) bixin dîzê pîvaz, firengê tîke bikin, qatekê bila goşt, yek yek pîvaz û fireng be, wî awayî di dîzê de bicih bikin. Bexdenûsê bixin ser û bo qasî 2 katjimêrê bikelînin.

Tirşika Gurgumê biguhêre

Berkelî bo 4 kesan:

  • Nîvê stekanê (qedeh) nok
  • Nîvê stekanê danê spî
  • 200 gr keşka li ser pûngê hatiye hişkkirin
  • 1 stekan mast
  • Nîv stekan ard (arvan)

Çêkirina wê: Rojekê berê nok, keşk, mast û ard bixin quşxaneyê heya ser wan bê porkirin avê berdin ser. Devangê bidin ser, bi pot û çatan binixumînin ku germ xwedî be. Bila şevê heya berbangê wiha bimîne.

Roja din danê spî tevlî bikin, xwê bavêjinê û bikelînin. Di agirê nizm de bi qasî 30 deqe bikelînin û bo xwarinê bînin ser destexaneyê.

Tirşikê bixwin lê nebin "tirşikçî" biguhêre

Di wêjeya devkî ya kurdî de cihekê tirşikê yê girîng heye. Dibêjin berê key, mîr û axayên kurd xêra xwe li xizanan tirşik belav dikirine. Xizan li derê palas û pêjgehên wan rêz dibûne. Hin kesên kone (qurnaz) û şelaf ji bo pirr bixwin xwe didane pêş an ji bo xwarinê, ji mîr û axayan re şelafî û pesindarî dikirine.

Têgîna tirşikxwar, tirşikçî derbasê siyasetê jî bûye. Kesên bo berjewendiyên xwe piştgirî û pesindariyê dikin re tê gotin.