Gurgum

Bajarekî Tirkiye

Gurgum, (bi tirkî: Kahramanmaraş) serbajarê parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Gurgum
Kahramanmaraş
Gurgum li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gurgum
Gurgum
Gurgum (Tirkiye)
Gurgum li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Gurgum
Gurgum
Gurgum (Bakurê Kurdistanê)
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mereş (parêzgeh)
Demografî
Gelhe 412.252 (2010)
Erdnîgarî
Bilindayî 570
Koordînat 37°35′7″Bk 36°55′36″Rh / 37.58528°Bk 36.92667°Rh / 37.58528; 36.92667
Dem (UTC) UTC+2
Agahiyên din
Malper www.kahramanmaras.bel.tr
Wêne

Nav biguhêre

Di çavkaniyên asuriyan de navê herêmê wek "Gurgum" derbas dibe, navê bajêr jî "Markasî" bû.[çavkanî hewce ye] Di dema romayiyan de nav wek "Gemanike" ji hatiye bikar anîn.[çavkanî hewce ye] Di dema îslamiyetê de nav wek Mereş ("Maraş") hatiye guhertin.[çavkanî hewce ye] Navê îro yê parêzgehê hê jî Mereş e.

Nav ji alî tirkan ve di sala 1973an de jî wek "Kahramanmaraş" hat guhertin.[çavkanî hewce ye]

Dîrok biguhêre

Kronolojiya bajêr biguhêre

Berî zayînê biguhêre

  • 1460 - 1200 Dema hîtîtiyan
  • 660 - 612 Dema asûriyan
  • 612 - 550 Dema medan
  • 550 - 332 Dema persan

Piştî zayînê biguhêre

  • 17 - 395 Dema romayiyan
  • 395 Dema bîzansiyan
  • 632 Dema ereban
  • 650 - 1103 Herêm ji alî desthiladarî pir caran di navbera ereb û bîzansiyan de dest diguhere.
  • 1103 Dema selçûqiyan
  • 1399 Dema osmaniyan
  • 1978 Komkujiya Mereşê

Erdnîgarî biguhêre

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr biguhêre

Bajar di nav parelelên 27° 11´ û 38° 36´ bakûr û merîdyenên 36° 15´ û 37° 42´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Sêwasê û Meletyeyê ve, li rojava bi Edenê (Tirkiye) ve, li başûr bi Entebê ve û li rojhilat jî bi Semsûrê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr biguhêre

Pivana erda bajar 14.327 km² ye. Ji vî erdî 59,7% ji çiyan, 16,3% ji deshtan û 24,1% jî ji platoyan pêk tê.[çavkanî hewce ye] Li herêmê tene, ceh, nok, fasûlye, pembo, îsota sor, kixsên shekir û fêkî tên çandin.

Avûhewa biguhêre

Îklîma herêmê nîvê reşayî û nîvê behrasipî ye. Havînan germ û zuha, li zivistanan jî sar derbas dibe.

Çiyayên herêmê biguhêre

Çiyayê herî bilind ê herêmê Nûrhaq e (3.081 m). Berit (3.014 m), Engizek (2.815m) û Axir (2.301 m) çiyayên din ên herêmê ne.

Deşt û zozan û gelî biguhêre

Çiyarêzên Torosê biguhêre

Li çiyarêzên Torosê bilindbûna platoyan digihîje 2.000 metreyî.

Deşta Albistanê biguhêre

Dirêjbûna wî 50 km û firehbûna wî jî 20 km ye. Desht di navbera çiyayên Nurhaq, Engîzek û Binboxa de ye.

Deşta Meraşê biguhêre

Dirêjbûna wî 40 km û firehbûna wî jî 20 km ye. Deşt li başûrê bajêr e.

Geliyên Ceyhan û Aksû biguhêre

Geliyên Ceyhan û Aksû yên herî mazin ên li herêmê ne.

Çem û Gol biguhêre

Çemê Ceyhan biguhêre

Ji dora çiyayên deşta Albistanê dertê. Di nav hudûtên Edenê de diherike Behra Sipî.

Çemê Aksû biguhêre

Şaxekî çemê Ceyhanê ye û li ser çemê Aksûyê jî bendava Qartalkaya û gola Qartalkaya hatine çêkirin

Çemê Çelkanî biguhêre

Babetên heywanan biguhêre

Li çiyayên Nûrhaqê qertel û baz hene. Ruvî, gur, kew û kewroshk jî li herêmê hene.

Gelheya navçeyên bajêr (2013) biguhêre

Navend 574.571

Navçeyên Navend

Tevahiya gelhê herêmê (tevlî gundan) 1.463.291 e.[çavkanî hewce ye]

Tevahiya gelhê herêmê 1.075.706 (2013).[çavkanî hewce ye]

Aborî biguhêre

Serwetên bin erdê biguhêre

Li herêmê ji bin erdê hesin, lînyît, boksît û manganez dertê.[çavkanî hewce ye]

Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê biguhêre

Herêm ji alî tebîatê ve dewlemend e. Pir ciyên seyranan hene, wek Çinar, Kapiçam, şikeftên Dongele û Firniz. Germavên wek Cela, Zeytûn û Dongele ji ciyên vehêsanê ne ji bo gel.

Çand û huner biguhêre

Zimanê kurdî yê Gurgumê biguhêre

Zimanê kurdan gelek dewlemend e û herweha gelek zarav û devok hene. Devoka Gurgumê endamê zaravê kurmancî ye.[1]

  • Kî nixwaş a neya (nêr)
  • Kê nixwaş a neya (mê)
  • Az nî birçî ma (nêr)
  • Az nê birçî ma (mê)
  • Xwârin (dema îro)
    • ji bo keç/jinan (mê): Azê daxwama, Tê daxwa, Awê daxwa
    • ji bo xort/mêran (nêr): Azî daxwama, Tî daxwa, Awî daxwa

Minakên bi devoka gurgumî biguhêre

Devoka gurgumî Kurdiya standard
Az ez
atê/dî de/dayik
boron baran
çov çav
fara fire
fîlor/pêlik pêlav
gir mezin
gurik gore
hêşin şîn
mari lêzim / xêzan
monga çêlek
niwon mêvan
poş îni şemi
tawobûn xelas bûn
zohrik zarok

Dîn û civak biguhêre

Nifûsa herêmê mislim in û ji mezhebên elevî û sunnî pêk tê. Kurd û tirk nifûsa herêmê teşkîl dikin.

Xwarênên herêmê biguhêre

Xwarinên herêmî yên pirtir tên xwarin, kutilkên dagirtî, qawûrma di sêlêde û çemen e.

Şorba legen biguhêre

Hevîr bi goşt û pîvazên sorkirî tê lihevxistin. Pişt re di siniyek de tên rêzkirin. Saca sorkirî tê serê û tê çêkirin.

Dondirma Mereşê biguhêre

Mereş bi dondirma xwe yê taybetî li dinyayê bi nav û deng e.

Kincên herêmê biguhêre

Zilam palto yên kin ku ji rê dibêjin "sako" li xwe dikin. Di bin de şalwar li xwe dikin. Di serî de kefî tê girêdan. Di nigan de jî qondere yan jî cîzme heye.

Jinên pîr du kefiyan bi tacek re li serê xwe girê didin. Keçên ciwan porê xwe girê nadin û kefî yê jî wek şerîdek li serê xwe girê didin. Fîstanek ku ji re dibêjin fermene (cepken) li xwe dikin. Derpiyek ku ji re dibêjin konçek (don) li xwe dikin. Di nigan de jî, qonderên rengîn û pêlavên lastîk hene.

Navdarên bajar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ http://www.bianet.org/bianet/sanat/142104-babamin-sesi-ve-maras-kurtcesinin-trajedisi (li gora "Mazlûm Dogan, ji reportaja "Babamın Sesi ve Maraş Kürtçesinin Trajedisi")