Aşık İhsani
Aşik İhsani (jdb. 1932 li parêzgeha Amed) yek ji hozanên navdar ên ji Amedê û bi zimanê tirkî distirê ye.
Aşık İhsani | |
---|---|
Jidayikbûn | 1932 |
Mirin | 21 nîsan 2009 Amed |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Navê wî yê rastî İhsan Sırlıoğlu ye. Di sala 1958'î de bo cara yekemîn di radyoya dewletê de dest bi strangotinê dike. Pirranî stranên polîtîk û rewşa xizanan tînin zimên distirê. Wî herwekî helbest jî dinivîsandin. Herçendî ji Amedê bû jî, di stranê xwe de behsa Angola, Mozambîk, Kore, Viyetnamê hwd dikir lê behsa Kurdistanê nedikir. Kurdî jî nedistra. Ji aliyê Kurdên bakur ve gelek hez jê dihate kirin.
Hin ji berhemên wî
biguhêre- Bakalım hele - Em ê binêrin
- Vur ağanın başına - Lêdin li serê axê
- Bıçak kemikte - Kêr gihîşte hestiyê
- Ağalı dünya - Cîhana bi axayan
Ev gotara li ser helbestvanekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Ev gotara ji bo stranbêjekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |