Lebzîne

ewzîne navê vexwarineke, şîranîyeke kurdî ye

Lebzîne, lêvzîne, lewzîne navê vexwarineke, şîranîyeke kurdî ye. Ji gûza hindê (nargîl) û gulavê (ava gulê) tê çêkirin. Li başûrê Kurdistanê, parêzgehên Amed, Dîlok, Wan, Mahabadê pirr tê vexwarin.

Du cureyên wê yên sereke hene:

  • Gûza hindê pirr lê doşaviya gulavê kêm
  • Doşaviya gulavê pirr lê gûza hindê kêm

Zarok heger gûza hindê pirr be, jê re dibêjin xwarin, heger gulav pirr be jî dibêjin vexwarin.

Berkeliya lêv-tevzînokê (lebzîne) biguhêre

Ev terîfe li Ewropayê hatiye tomarkirin. Dibe ku ji orjînaliya xwe hinekê cuda be.

  • 6 SA (stekana, qedeha avê) doşavî (şerbet)
  • 1 SA ava kelandî
  • 1 SÇ (stekana çayê) pelên gulê

Amadekirin biguhêre

Pelan bişon bikin badiyeke mezin. Ava kelandî berdin serê. Devê badiyê yan kûpê zexm bigirin (devangê bigirin) û bi qasî 24 katjimêrî bihêlin.

Bidarivînin, şerbetê berdin nava ava wê ya we darivand (parzûn kir). Viya li şûşeyan an kûpikên devê wan tên girtin parvebikin. Herî kêm divê 1 hefte neyên bikaranîn. Bi sarî tê servîskirin.