Beytocan

stranbêjê kurd (1980—2023

Beytocan an navê rast Beytullah Güneri (jdb. 1 çiriya pêşîn 1955, Farqîn, Amed, Bakurê Kurdistanê — m. 12 îlon 2023, Stockholm, Swêd) muzîkjen û hunermendekî kurd bû.

Beytocan
Image dans Infobox.
Stranbêjê kurd Beytocan
Jidayikbûn
Mirin
Navê jidayikbûnê
Beytullah Gunerî
Hevwelatî
Pîşe
Stranbêj

Jînenîgarî biguhêre

Beytocan di sala 1955an de bi navê Beytullah Güneri li navçeya Farqînê ya Amedê hatiye dinê. Di 8 saliya xwe de tevî malbata xwe ji navçeya Farqînê koçî navenda Amedê dibe. Piştî Derbeya leşkerî ya 12e îlonê hatiye girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Bi vî girtinê şeş sal û nîv di girtîgehê dimîne. Piştî ku di sala 1987an de ji girtîgehê dertê li Stenbolê bi cih dibe.[1][2]

Piştî ku hunermend Selamî Şahin ku nasnavê wî yê hunerî wekî "Beytocan" diyar dike, jê re dibêje "Tu çima sitranan dinivîsî, bi xwe nabêjî?", li ser vê pêşniyarê Beytocan dest bi gotina sitranan dike. Di sala 1990an de yekem albûma xwe derdixe. Ji ber ku di wî demê li Tirkiyeyê albûm û hunera kurdî qedexe bû û albûmên Beytocan jî qedexe bûn. Sitrana wî ya di albûma wî yê bi navê 21ê Adarê de Yan Mirin, Yan Diyarbekir li Tirkiyê hate qedexekirin, albuma wî bi dizî dihat firotin û sitranên ji aliyê Kurdan ve bi dizî dihat guhdar kirin.[2]

Beytocan, di hevpeyvînekê de gotiye ku ew ji bo pereyan hunerê nake û tenê ew hewl dide ku êş û janên gelê kurd bîne zimên.

Di salên 1990î de ji ber sedemên siyasî ji Tirkiyê derket û koçî Stockholma paytexta Swêdê dibe. Piştî 23 salan herî dawî di sala 2014an de vegeriyaye Amedê lê piştî demeke kurt dîsa carek din terka Amedê dike vedigere bajarê Stokholmê.[1]

Beriya sê salan di binê diranê Beytocan de tumorek hate dîtin. Di muayeneyan de hat dîtin ku penceşêr bi Beytocan re heye, ji wê demê heta niha gelek niştergerî li çeneyê wî hate kirin.

Mirina wî biguhêre

Beytocan di 12ê îlona 2023yan de di 68 saliya temenê xwe de li Swêdê koça dawî kir. Cenazeyê wî li Stokholmê hate definkirin, li Swêd û Amedê jî sersaxî hate kirin.[3]

Albûmên wî biguhêre

  • Te nadin min (2001)
  • Bîst û yekê adarê (2001)
  • Etuna dilê min (2011)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b "Beytocan kî ye?". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  2. ^ a b Aslan, Ferit (12 îlon 2023). "Sanatçı Beytocan hayatını kaybetti". Medyascope (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  3. ^ (tirkî) "Sanatçı Beytocan hayatını kaybetti!". Gazate Duvar (bi tirkî). 12 îlon 2023. {{cite web}}: Ji bo parametreya |archive-date= parametreya |archive-url= hewce ye (alîkarî)