Nêrgîzyanî navê seleteyeke pêjgeha kurd e. Ji parêzgeha Amedê belav bûye, wekî seleteyeke Amedê tê zanîn.

Berkelî biguhêre

  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) xwê (solin)
  • 1 KÇ îsota sor
  • 3 hêk
  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) pîvaz hêşîn a hûrkirî
  • 1/2 SA bexdenûsa hûrkirî

Çêkirin biguhêre

Hêkan hinekê pirr bixaşînin, qalikên wan bigirin û sar bikin. Tîke bikin, û têxin badiyeke mezin. Pîvaz û bexdenûsa hûrkirî tevlî bikin, xwê û îsotê pê werbikin û bêî ku hêkan bipişirînin, hindik tevdin.

Li ser daxwazê hûn dikarin rûnê zeytê, ava lîmonê yan biharbêhneke din lê zêdebikin.