Keledoşiya masiyê
Keledoşiya masiyê, hilmijîna masiyê hilm-gulmê de pijandina goştê masiyan e. Navê komekê xwarinan e ku bi rêbaza keledoşiyê tên çêkirin. Li Kurdistanê ji deqsor, palamûd, masîmûsa, kîlkeyê tê amadekirin.
Mînakek keledoşiya masiyê biguhêre
Berkeliya we:
Çêkirin biguhêre
Masiya xwe amade bikin, bişon, di forma fîletê de jêbikin. Têxin quşxane yan li ser daxwazê beroşê. 1,5 stekan mergeyê (ava firingiyê) û stekanek avê berdinê. Herdu pelên defneyê tevlî bikin. 2 dendik sîrê bikutin.
Pîvaza xwe di awayê xwarina seleteyê de hûr bikin. Bi tevî rûnê ron, têxin quşxaneyê. Tîkeyek lîmon, sosa soyayê, îsota reş, îsota sora xwe, bi tevî xwêyê tevlî bikin.
Dema ava we keliya, kevçiyek ardê hêdî hêdî pê werbikin, ji bo nebe girik baş tevdin. Bi vî awayî 5-10 deqe bikelînin.
Kelandin bidawî bû xwarinê berdin binikeke xwarinê ya kûr. Hûn dikarin biharbêhn (biharat) û hêlizê jî bikarbînin. Êdî dikarin bixwin.