Cîgerkebaba Amedê, biraşka cîgerê, kebaba kezebê ya Amedê navê cîgerkebabeke kurdî ye. Di pêjgeha kurdî de gelek cîgerkebab hene. Ji cîgerê re herwiha kezeb jî tê gotin. Li parêzeghên Riha û Dîlokê vê biraşkê di taştêyê de dixwin. Li herêmên din jî ev kebab tê pijandin lê li Amedê deng daye, wekî xwarineke Amedê tê zanîn.

Cîgerkebaba Amedê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ferhengok biguhêre

  • Cîger, ceger, cerg, kezebareşk, kezeba/piş reş, mêlak hemî hemwate ne, bi romî karaciger dibêjin.
  • Boçik (ji bo herfan)
  • Boçik, bo mînak boçika hespê
  • Doçik (ji bo qemçika çûkan)
  • Dûm (ji bo dûvê mihan)
  • Dûv jî boçik e
  • Dûvik, wateyê hûrikane dike
  • Dûçik (ji bo çav)
  • Qemç/ik, bo mînak qemçika rûnbirêşkê
  • Daw, dwîn, don, dohn, bo mînak dawa mihê

Berkelî biguhêre

  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • Zara, xavika zikê goştê berxê
  • 250 gr don (dûmê berxê)
  • 1 kezeba berxê

Çêkirin biguhêre

Kezeb û dûmê tîke bikin. Li ser şîşê sê tîke goşt yek tîke dûmê rêz bikin. Bi zarê zikê bipêçin û li ser agirê komirê bipijînin.