İhsan Işık (4ê gulana 1952an Amed) yek ji siyasetmedar, bûrokratê dewleta tirk û nivîskarên ji Amedê ye.

Piştî bidawîkirina dibistana seretayî, navendî (miyandî) û amadeyî li Amedê, diçe Erziromê di zanîngeha Atatürk fakûlteya wêjeyê beşa ziman û wêjeya Tirk de dixwîne. Di sala 1976an de zanîngehê bidawî dike û li Stembolê bicihdibe. Karmendî, şêwirmendiya çapemeniyê, gerînendeyê kovar (pêserok) û çapxaneyan, bazirganî û mamostetiye dike. Di salên 1995 - 1996an de gerînendetiya İETTê (Saziya şaredariya Stembolê bo elektrîk, telefon û troleybûsan) dike. Herwekî gerînendetiya SHÇEKê (Saziya bo zarokên sêwî) jî dike.

Ew herwekî di siyasetê de şêwirmendiya gelek wezîran dike. Herçendî jiyana wî pirranî di polîtîka û bûrokrasiyê de jî boriye, ew yek ji endamên TYBê (Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyê) ye.

Hin ji berhemên Işık biguhêre

  • Sevgili anneciğim - Mamacana min (Dayika min î xoşewîst), 1987
  • Bediüzzaman Said Nursi ve Nurculuk - Bedîûzeman Seîdê Nûrsî û Nûrperestî.