Bismil
Bismil (1928: بسميل / Bismîl) yek ji navçeyên Amedê ye. Di sala 1936'an de bûye navçe. 55 km ji Amedê dûr dikeve. Rûber 17.000 km² ye û nifûsa wê 118.605 e.[1] navçe li qeraxa çemê dîjleyê hatiye avakirin. Herweha li ser riya Amed û Batmanê ye û li navçeyê riya hesinî jî derbas dibe.
Bismil | |
---|---|
Bismil | |
Koordînat: 37°51′06″Bk 40°39′48″Rh / 37.85167°Bk 40.66333°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir (parêzgeh) |
Serbajar | Bismil |
Îdarî | |
• Qeymeqam | Ali Çelik |
Hejmara nahiyeyan | 3 nahiye |
Hejmara bajarokan | 4 bajarok |
Hejmara gundan | 105 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.737 km2 (671 sq mi) |
Bilindahî | 550 m (1800 ft) |
Nifûs (2008) | 109.359 |
• Berbelavî | 63/km2 (160/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 56.390 |
Demonîm | bismilî |
Koda postayê | 21500 |
Koda telefonê | 0412 |
biguhêre |
Dîrok
biguhêreLi Bismilê koçerên Bulgar bi destê dewletê hatibûn niştecihkirin ku bo demografiya herêmê biguhere. Herwiha hemû axa navçeyê ji van koçeran re hatibû pêşkêşkirin. Ji loma koçeran nedihiştin Kurd li navçeyê bicih bibin û ew diqewirandin. Di salên nodî de ji ber şer û pevçûnên PKKê û dewletê gundiyên Stewra Mêrdîn gundê xwe terikandin û zextê li ser van koçeran çê kirin. Piştî çend pevçûn û şeran karibûn xwe li navçeyê bicih bikin û ji bin hakimiyeta koçeran derbixin. Piştî hakimiyeta koçera neman ji hemû navçeyê derdora Bismilê koç çêbûn. Ji Hezro, Pasûr, Sason, Stewrê gundî ber bi bismilde hatin. Niha piraniya navçeyê Kurd e û tirkên koçer di gundên weke Tezeka, Koselo de mane. Bingeha Bismilê bi qasî 2000 sal berê hatiye avêtin. Gelek şarezayiyan li vir desthilatî kirine. Li gundê Kerxê 3 girikên çêkirî hene ku tê kotin kelehê çavdêriyê bûne. Dîroka navçeyê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Navê navçeyê di qeydên farsan de "Bîstmal, Pîs Mîl, Basmîl" derbas dibe. Gorî hin îdiayan ev nav ji eşîra mîllî ya kurd tê.
Taxên Bismilê
biguhêre- Taxa Kurtuluş
- Taxa Fırat ( berê bozkurt)
- Taxa Akpınar
- Taxa Dicle
- Taxa Altıok
- dumlupınar (demekî Avaşîn bu)
- Taxa ulutürk ( demekî Rojava bu)
- Taxa Tekel
- Taxa Şentepe
- Taxa Seyrantepe
- Taxa Esentepe
- Taxa Sanayi
- Taxa Fatih
Bajarokên Bismilê
biguhêre- Bismil
- Tepa Barava (Tepebarava, Behramkê) (bi tirkî: Tepe)
- Seletê (Seleta Jor)
- Embarê
Gundên Bismilê
biguhêre- Gotara bingehîn: Gundên Bismil
- qorixçî
- boçelê
- hola
- gundê evdî
- cedê
- sînanê
- seletê
- ofê
- çoltepe
- qurmişlû
- tezeka
- zerê
- kinan
- Girê Izêr
- Qoperetîf
- Se`diyê
- Xerbe hina
- Embarciyan
- Çilsitûn
- Qamişlo
Galerî
biguhêre-
Ji Qelaçê Qurmuşlû Bismil
-
Dîmenek ji Bismilê
-
Pireya Reş
-
Dîmenek ji Bismilê
-
Bîçer li nava zad
-
Bismil
-
Ji Koşka Muharrem Begê Dîmenek
-
Ji Qooperatîfê dîtîna Bismilê
-
Bi şevê Bismilê
-
Pira Bismilê
-
Ji Tezeka Bismilê
-
Bismil Panoramîk
Çavkanî
biguhêre- ^ "Bismil Nüfusu Diyarbakır". www.nufusu.com. Roja gihiştinê 16 gulan 2021.