Mizgefta Behram

(Ji Mizgefta Behram Paşa hat beralîkirin)

Mizgefta Behram (bilêvkirina romî: Behram Paşa Camii), yek ji mizgeftên li Amedê ye.

Mizgefta Behram

Bingeha wê gelek kevn e. Beriya hatina artêşên Ereb bo belavkirina ola Îslamê, avahiyeke pîroz ê Zerdeştî bûye. Gelek caran hatiye nûkirin. Di dema dewletên Kurd Erdelan û Mervanî de temîrên mezin dîtiye. Tê texmîn kirin ku navê wê ji kesê ku ew daye nûkirin tê û berê tiştekê din bûye. Gorî dîroka fermî ya dewleta Tirk, ew kesa waliyeke Osmanî bûye. Lê tê zanîn ku Osmaniyan pirranî dêr werdigerandibûne mizgeftan û bo temîrên wiha ewçend dirav terxan nedikiribûne.

Di çêkirin û nexşandina mizgeftê de xêzên kurdî gelek balkêş in. Bandora arkîtektiya Roma jî herwiha heye. Mînbera wê ji kevirên yekpar hatiye çêkirin. Xwedî qûbbeyek e. Di 5'ê gulanê 1828'î de brûskê li mizgeftê daye. Temîrkirina mizgeftê ya dawî di sala 1930'î de hatiye kirin.

Çavkanî biguhêre