Qereş şîraniyek ji pêjgeha kurd e. Heger ji qeresîyê hatibe çêkirin navê wê dibe qeres, heger ji mewij an qeysiyê be jî qereş. Li ser navê vê şîranîyê lêkonîkekê nîne lê îhtîmal e ku berê tenê ji qeresê dihatibûye çêkirin. Li herêma Amedê bêhtir tê zanîn.

Berkeliya (melzemeyê) qereşa Amedê biguhêre

  • 1 lt av
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) devtî (nîşaste)
  • 50-60 gr çîr, ango qeysiya hişk (arûng, şelane, zerdeleya hişk)
  • 200 gr mewija tiriya reş
  • 200 gr şekir

Çêkirin biguhêre

Mewij û çîrê ji êvar de bikin nava avê bila nermijî bibin. Sibeyê tiriyan pakij bişon, bi avê bidin ser agir. Keliya, bipelixînin, li makêşê bixin, avê lê zêde bikin (bila dîsa bibe 1 lt), dîsa bidin ser agir.

Qeysiyan herwiha bişon, tevlî bikin. Qeysî nermijî bûn, şekir berdin navê û du caran kelê pê bînin.

Devtiyê tevlî bikin, bipelixînin, bi wê jî du caran kelê pê bînin û li binikên servîsê yên xwarinê parve bikin.

Gotin biguhêre

  • Xal bê xalojin, xalojin bê qeres (? qereş) nabe.

Stran biguhêre

  • Bi awazê kurdî û ji ber asîmîlasyonê bi zimanê tirkî, strana "Zeko Huznîsiz olmaz, pilav qereşsiz olmaz".