Open main menu

Tarık Ziya Ekinci (*1926 Licê, Amed) siyasetmedar, parêzvanê mafê mirovan û nivîskarekî Kurd e.

Li Stenbolê perwerdeya bijîşkiyê dîtiye û pisporê nexweşiyên hundirîn e. Di ciwaniya xwe de tevlî têkoşîna mafên Kurdan dibe û di nava baskên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (bi turkî: TİP - Türkiye İşçi Partisi) de têdikoşe û heya sekreteriya giştî yê vê partiyê payebilind dibe.

Ji 1965'an heya 1969'an parlamenteriya Amedê dike. Di cûntaya leşkerî ya 60'î de bi qasî 3 sal ji ber ramanên xwe tê zîndanîkirin. Dîsa di cûntaya leşkerî ya 80'î de jî gelek caran tê girtin û êşkencekirin. Di sala 1982'an de direve Ewropayê û heya 1985'an li Parisê dimîne.

Yek ji damezrênerên DEMOS'ê, kurtnivîsa saziya Lihevhatiya demokratîk û pêşdestiya ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî (bi tirkî: Demokratik Uzlaşma ve Kürt Sorununda Çözüm Girişimi) ye. Herwekî gorî hêza xwe di nava hemî tevger û çalakiyên demokratîk de cihdigire.

Berhemên wîBiguherîne

  • Demokrasi ve çok kültürlülük - Demokrasî û plûralîzm, 1999
  • Doğu Dramı - Drama rojhilatê, 1996
  • Devlet ve ben - Dewlet û ez, 1995
  • Vatandaşlık açısından Kürt Sorunu - Ji aliyê hevwelatiyê ve pirsgirêka Kurd, 1997