Qerejdax (bi tirkî: Karaca Dağ) çiyayekî li Kurdistanê ye. Qerejdax bi zîvirok, bilind û dirêj e û volkaneke vemirî ye. 1.957 m bilind e. Lavên ku ji çiyayê Qerejdax hatine avêtin, bi kilometreyan li dora çiyê belav bûye û wekî kevirê reş tê binavkirin. Li her derê dora çiyayê Qerejdax mirov dikare li van keviran rast bê ku li gund û bajaran jî kela û xanî bi piranî pê hatine lêkirin. Çiyayê Qerejdax ji Amedê her ku ber bi navçeya Wêranşarê diçe nizim dibe û dû re bi deşta Herranê re dibe yek.

Qerejdax

Zangeke herêma Qerejdaxê
Bilindayî          1.957 m
Cih Riha û Diyarbekir, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye
Koordînat 37°42′41″Bk 39°49′45″Rh / 37.71139°Bk 39.82917°Rh / 37.71139; 39.82917
Nexşeya cihan Tirkiye
Qerejdax li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qerejdax
Qerejdax
Cure Volkana mertalê

Birinca xwe tê naskirin.

Di rîwayetan de tê gotin ku wexta ku Xweda dinya çêkir, çiya hemû belavkirin, Qerejdax giriyaye û gotiye: "Ey Rebb il-Alemin! Te hemû çiya ji min dûrxistin. Te ez tenê hiştim li vir!" Û Rebb il-Alemîn got ku: "Lê tu tenê li vir ma û ez ê navê te pir xweş û şêrin bikim"[çavkanî hewce ye].