Zayendên navdêrên kurmancî

Zayenda navdêran di zimanê kurdî de, beşa rêzimana kurdî ye ku li ser hebûna navdêrên mêza û nêrza û navên duzayend radiweste, bi taybetî di kurdiya kurmancî de. Di kurmancî de her navdêrek xwedî cins an jî zayendekê ye. Hin nav jî xwedî her du zayendeyan in û wek navên duzayend têne binavkirin. Mînak

Nêr
babê min Dayika min
Birayê min Xwişka min
Kurê min Keça min
Dilê min Roja min
Rengê min Gula min

Peyv dema bi serê xwe zayendê li ser xwe nîşan nade (dayik, bav, keç, kur, heval), lê di nava hevokê de dema tê bikaranîn zayenda xwe nîşan dide (ew dayika min e, bavê min kal e, keça 10 salî, kurê herî mezin, hevala min/ hevalê me). [1][2][3][4][5][6].

biguhêre

avahî

 

Hemû avahî mê ne û qertafa -a digirin.

Hotela me Banka me Kînoya me
Dêra me Kanîsa me Mizgefta me
Zankoya me Dibistana me Garaja me
Markêta me Gazînoya me Medresa me
Koleja me Enstîtûya me Bara me
Kafêtiryame Dikana me Parka me
Bara me Yarîgeha me Xestexaname
Firoşgeha me Konsulxana me Firokxana me
Sînemaya me Restauranta me Zanîngeha me

Xweza, heyberên û seqa biguhêre

 

Hemû navên bi rewşê baranê ve û ji ba têne, mê ne, ji bilî ba.

Barana hêr Befira spî Teyroka spî
Tofana reş Toza reş Eacaca reş
Barûfa reş Lehiya reş Sunamiya reş
Babalizka reş Erdheja reş Birûska ron
Mija moran cemda siba Germa siba
xwinafa şebeqa Şembilîka spî Dilopa spî

Gerdûn û Çavkaniyên avê biguhêre

 

Çavkaniyên avê mê ne, ji bilî rûbar.

Ewqiyanosa mezin Derya mezin Kaniya gundî Bîra me

Stêr û gerstêrkên valahiyê biguhêre

 

Roja me Heyva me Stêra me
kewkeba me Mûşteliya me Zûhara me
Ozona me Bilûtoza me Oranusa. me

Xweza biguhêre

 

Ji bilî cihên bilind wek çiya û gir, weka din cihên dinên xwezayî giştî mê ne.

Deşta mezin Zozana welat Daristana mezin
Bîban(sehray) a mezin Gizîrta mezin Çola mezin
Newala kûr Çala kûr Burkana Agirî

hemû fêkiyên daran û nava gulan biguhêre

Fêkiyên dar û gulan biguhêre

 

Fêkiyên daran hemû mê ne (ji bilî tirî), helbet me ne gotina fêkiyên li ser erdê kir weka gindor û zebeşan, ji ber ku ew bi daran ve nayên.

Fêkiyên daran biguhêre
Zerdela zer Hirmîka kesik Hinara sor Gûza hişik
Ananasa min Pirteqala min Leymûna kesik Qespa şirîn
Moza zer Kîviya şirîn Mangoya şirîn Berwa min
Tûya şirîn Hêjîra şirîn Sêva sor Xurma baxdaiyê
Navên gulan biguhêre

 

Gula ciwan Kulîlka rind Rîhana rind Punga kesik
Gulberoj a zer Sosina şîrkî Nêrgiza zer Yesmîna Çiya
Beybûna rind Nisirîna rind Çîçeka rind Şilêla rind

Vexwarinên avî û ewên av tê de biguhêre

 

Ava cemidî Şerbeta zer Koka tezî
Qehwaya germ Çaya germ Şeraba sor
Wîskiya tezî Vodkaya reş Kapoçînoya germm
Bîra tezî Araqa tezî Kaffiya

Navên Xaknîgarî biguhêre

 

Navên xaknîgarî hemû mê ne. Peyva welat bi xwe nêr e weka (welat ê min) lê gava navê welatekî bê gotin dibe mê ango her 195 weltên di cîhanê de dibin mê. mînek (Amrîkaya mezin). Bi heman rengê peyva bajar nêr e weka (bajêr ê me) lê gava navê her çî bajar bê gotin dibe mê. mînek (Diyabekir a paytext). Bi rengekî din peyvên weka (welat û bajêr û gund,,,) nêr in. lê gava navê welatekî an gundekî an bajarekî bê gotin ew dibina mê.

Navên Bajêran
Qamişloka Evîndaran Dihoka Rengîn Hewlêra Peytext Silmaniya başûr
Helbça Şehîd Kerkuka babagurgir Urmiya rojhelat Sina rojhelat
Kirmanşa rojhelat Îlama rojhelat Qûçana xwersan rojhelat Diyarbekira peytext
Şirnxa bakur Hakariya bakur Wana mazin Qarsa Befirîn
Agiriya bakur Rihaya bakur Mêrdîna bakur Siwasa bakur
Dêrsima bakur Batilîsa bakur Batmana bakur Malatiya bakur
Sêrta rengîn Mûşa bakur

Amûrên muzîkê û buroyê biguhêre

Amûr û teknolojî biguhêre

 

Amûrên muzîkê biguhêre

Viyolona sor Gîtara zer Dihola mezin Zurneya reş Bilûra şivan
Tembûra reş Piyanoya reş Timbilika reş Defa Gewir Ûda reş

Amûrên şer biguhêre

 
Çivta biçûk Elxama biçûk Qedîfa şer AKMa şer
Fîşeka we Topa mezin Rimana we M24a min
Tanka we Saroxa we Dibaba we Qedîfa we
Demanca we Tivinga te Bêkesiya me Hawina we
Qinasa te Elxama we Têntiya we Qumbella we
Doşka me Rişaşa we Teyara we bomba we

Amûrên hatûçûyînê(ji bilî bisiklêt û mator) biguhêre

 

Firoka spî Geştiya spî Teyara spî Otobûsa reş
Bûsa spî Erebeya spî Trêleya spî Pîk-Ema spî
Belama spî Barhilgira spî Toyotaya reş BMWa spî
Tiraktora reş Forda spî Texiya zer Marsidisa teş

Amûrên girêdanê û temaşekirinê biguhêre

 

Telefona spî Faxa spî Mobeyla spî
Iphona reş Samsunga spî Hawaiya spî
Soniya spî LGa spî Mayka telefonê
Hidphona telefonê Screena telefonê Batterya telefonê
Camêra telefonê Lighta telefonê Enternêta me
Laptopa min Kompyutera me Televîzyona me
Radiyoa me Setelayta reş Dicîtala me
Tilscopaa esman Meykroscopa spî Dûrbîna reş

Lêker dema wekî navdêr tên bikaranîn biguhêre

 

Lêkerên kurdî gava dibin nav hemû cinsê mê ne û qertafa -a digirin.

Çûna min Hatina min Ketina min Firîna min
Nivîstina min Mirna min Jiyana min Gotina min
Axiftina min Dîtina cwan Livîna baş Gazîkirina min

Roj, meh,sal ûdanên rojê biguhêre

 

Navên deman hemû mê ne, ji bilî peyva çax û zeman.

Yekşema Kanûna paşîn Çiriya paşîn Sala borî Şeva bûkîniyê

Navên rojan biguhêre

Hefteya me Şemiya me Yekşema me Duşema me
Sêşema me Çarşema me Pêncşema me îniya me

Navên mehan biguhêre

Kanûna paşîn Çiriya paşîn

Navên demsalan biguhêre

Zivistana sar Havîna gerim Payîza îsal Bihara kesik

Dem û demjimêr biguhêre

Saniyeka niha Deqîqeka niha Se'eteka niha Çarêkeka niha
Gava te Dema êvarê Bêhna ha Şebeqa îro
Sibeykeka sar Nîvroyeka gerim Êvareka honik Şeveka sar

Navdêrên ku paşgirên wek -î, -hî, -ahî, -atî, -yetî, -inî, -tî biguhêre

Nêr biguhêre

Berhemên ji şîr biguhêre

 

  • Hemû xwarin û vexarinên ji Şîr çêdibin dibine nêr û qertafa -ê digirin.

Şîr û hemû ew xwarinên ji şîr çêdibin

Şîrê şirîn Nîvişkê meşkê Dewê cemidî Penîrê spî
Mastê çêlika Şoriyê Şirnexê Qişteyê spî Jajiyê spî

Cil û berg biguhêre

 

Hemû cil û bergên em li xwe dikin nêr in, û qertafa -ê digirin (ji bilî gustîl, bezin, û zincîra ji ber ku ew ne cil û berg in).

Kirasê spî Blûzê spî Çakêtê spî T-şêrtê spî
Şortê spî Fanêrê spî Şalê spî Kerkê spî
Zebûnê spî Derpiyê spî Nisirdanê spî Qapûtê spî
Penterûnê reş Şelwerê reş Pîcamê reş Kerkê reş

Tiştên hişk biguhêre

 

Tiştên hişk, ax û kevira an jî tiştên hişk, ew dibine nêr û qertafa -ê digirin

Blokê hişk Kerpîçê hişk Dîwarê hişk Kavirê hişk Erdê hişk
Taboqê hişk Tehtê hişk Kaşiyê hişk Mermerê hişk Helanê hişk

Heyberên candar biguhêre

 

Piraniya zindiyan (heywanan) qertafa -ê digirin û nêr in, ew jî perva dibine ser şeş koman, lê koma 6ê (irregular) anku zindiyên koma 6ê hinek nêr in û hinek din mê ne.

Firindeyên kûvî yên esmanî biguhêre

 

Koma firindeyên kîviya her hemû dibine nêr, ji bilî kevokê. Firindeyan ewên ku kûvî ne û li esmanan difirin. Me ne gotina qaz û mirîşk û ordek û elok kir, ji ber ku ew ne kûvî ne û nafirin.

Bilbilê spî Bazê spî Çûkê spî Şalûlê spî
Leglegê spî Kundê spî Kewê spî Qerê spî
Şabazê spî Qulingê spî Çivîkê spî Tûtyê spî
Tawsê spî Firindê spî Çekçekîlê spî Seqarê spî

Zindiyên avî biguhêre

 

Koma zindiyên avî hemû nêr in ji bilî beqê û kîsalê. Beq û kîsal avî ne û li ser bejiyê jî dijîn.

Salmonê avî Xerçengê avî Sedafayê avî Masiyê rind
Oxtapûsê rind Marmasiyê dirêj Tîmsahê avî Kîsalê avî
Hespê avî Nahingê avî Hûtê avî Dolfînê rind
Qirşê tirs Kêvcalê avî Kûçkê avî Heştpiyê avî

Dirinde biguhêre

Koma zindiyên goştxwer û xirabker û nêçîrker, hemû nêr in, ji bilî hirçê.

Şêrê spî Pilingê reş Rûviyê sor hyenasê reş
Gurê spî Tajî(y)ê reş Şabazê reş Marê jehrî
Dûpişkê reş Tîmsahêreş Nahingê şîn Hûtê şîn
Heftiyarê reş Qirşê reş Bazê spî Hipposê giran

Zayendên cotik an cote biguhêre

Ew zindî, mirov dikare ji hev cuda bike bo mînek mirîşk û dîkil heryek corê zindî ye, lê mirov dikar ji hef cuda bike. Mînak Dîkil nêr e û mirîşk jin e wî ya mê ye. Gay nêr e û çêle jina wî mê ye. Hesp nêr e û mîha jina wî mê ye.

Babê min Dayka min
Birayê min Xûşka min
Mamê min Meta min
Xalê min Xaleta min
Pismamê min Dotmama min
Dîkilê min Mirîşka min
Gayê min Çêleka min
Beranê min Mîha min
Hespê min Mehîna min

Zindiyên biçûk biguhêre

Kêzik ew bêrêzik, hem nêr in hem jî mê. Lê dîsan bitirriya wan nêr in pêwîstî nîn e em binvîsîn û bixwe jî ew di bêrêzik in.

Mînakên Hevokan biguhêre

Peyvênnêr Bab Kur Bilûz Kew
Ne Naskirî Babek(î) got Kur(î) got Bilûz(î) bîne Kew(î) bîne
Naskirî Babê min got Kurê zîrek got Bilûzê sor bîne Kewê mezin bigire
Peyvên Deyik Kiç Mase Qaz
Ne Naskirî Deyik(ê) got Kiç(ê) got Mas(ê) bîn Qaz(ê) bigire
Naskirî Deyika min got Kiça zîrek got Masa sor bîne Qaza spî bigire

Lîsteya koman biguhêre

  • Zayend di kurmancî de wek navdêran ji hev cuda dibin. Mînakên navên Cilûbergan zayendmê ne. Bi vî awayî perave dibine ser çend koman[çavkanî hewce ye].
koma Navên Mê koma Navên Nêr koma neasayî(irregular)
G-Zayendmê G-Zayendnêra G-Endamên Leşên mirovan
Koma Wesayîtan koma Firindeyan G- Navên Xwarinan
G-Navên wateyî G-Zîndiyên Avê
Kima Demî G-Cilûbergan
Koma Cihan G-Tiştên Hişk
Koma Lêkeran G- Berhemên Şîrî
Koma Vexwarinan
G-Dar û gul
G-Amûran
Koma Avahîyan

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Şêxmus Aslan (2018). Lêkolînek li ser rêzimana kurdî: Kurmancî. Na Yayınları".
  2. ^ Azad Zal (2009). Zimanê kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Amedê.
  3. ^ Samî Tan (2005). Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stembolê.
  4. ^ Keça Kurd (2001). Zayenda mê û nêr: Lêkolînek di giramera zimanê kurdî de (Kurmanciya Bakur). Weşanên Kovara Havîbûn, Berlîn.
  5. ^ Husein Muhammed (2015). Cinsê rêzimanî. Zimannas
  6. ^ Deham Ebdulfettah (2006). Nav di zimanê kurdî de Kurmancia Jorîn. Spîrêz, Dihok.