Ergin Öpengin
Ergin Öpengin, zimannas, wergêr û lêkolerekî kurd e ku di 1985an de li Şemzînanê (Bakurê Kurdistanê) hatiye dinyayê.
Ergin Öpengin | |
---|---|
Jidayikbûn | 1985 Şemzînan, Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) |
Zimanê nivîsinê | Kurdî, ingilîzî, fransî, almanî, spanî, ketelanî |
Netewe | Kurd |
Tevgera wejêyî | Zimannas, wergêr, lêkolîner |
biguhêre |
Perwerde û karê zimannasiyê
biguhêreErgin Öpengin di 1985an de ji dayik bûye û xelkê Şemzînanê ye. Piştî lisansa perwerdeya ingilîzî li Zanîngeha Bosforê (2007), dereceyên master û doktoraya zimannasiyê li zanîngehên Rouen (2009) û Sorbonne Nouvelle-Paris 3 (2013) wergirtin. Li zanîngeha Bamberga Elmanyayê lêkoler e û ji îlona 2019an û pê de wanebêjê Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê ye[1].
Berhem û xebatên wî
biguhêre- Rewşa kurdî ya sosyolenguistîk li Tirkiyeyê. Avesta, 2011
- Tir û armanc: Gotarên rexneyî li ser edebiyata kurdî ya modern. Peywend, 2014. Ergin Öpengin hevedîtorê li gel Remezan Alan e.
- Kovara lêkolînî ya Derwaze. Yek ji edîtorên kovarê ye.
Çendîn pirtûk ji ingilîzî û tirkî wergerandine kurmanci û tirkî
biguhêre- Kurdên Sûriyeyê: Gelekî jibîrkirî, Kerim Yildiz, 2009.
- Yaresan: Bir Kürt Cemaatinin Sosyolojik, Tarihsel ve Dini-Tarihsel İncelemesi. Reza F. Hamzeh'ee, 2009.
- Kurd û Kurdistan. Arshak Safrastian, 2007.
Dîwana wî
biguhêre- Çend danên hişyar (2018).
Wergerên wî
biguhêre- Birqên Direxşan (Illuminations, Arthur Rimbaud). Wergêr: Ergin Öpengin, Weşanxaneya Avesta
- Serpêhatiyên Tom Sawyer (Mark Twain). Wergêr: Ergin Öpengin, Weşanxaneya Avesta
- Neteweyên kêmîne di serdema nedîyariyan de li ser federalî û cihêrengîneya neteweyî (Minority Nations in the Age of Uncertainty: New Paths to National Emancipation and Empowerment, Alain-G.Gagnon). Wergêr: Ergin Öpengin, Weşanxaneya Lîs
- Dayîka Wêrîn û zarokên wê (Mutter Courage Und Ihre Kinder, Bertolt Brecht). Wergêr: Erfan Cantepe, Ergin Öpengin, Hekîm Kiliç, Weşanên Bgst, Çapa Yekem 2008.
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |