Mishefa Reş, pirtûkek ji wan herdû pirtûkên ku temenê ola êzdî diafirênin. Pirtûka pêşî Cilwe ye.

Naveroka wî bi sereka weha yeBiguherîne

Xwedê di dest pêkê de ji cewherê xwe dûrê spî afirand; û çivîkek afirand ku navê wê Anfar bû. Û dur da li ser pişta wê. Û li wir çil hezar salî ma. Roja dest pêkê yanî roja yekşemê, melayîketê bi navê Azazîl afirand. Ew Tawusê Melek e yê ku serokê tevan e. Xwedê, roja duşemê, melayîketêbi navê Dardaîl afirand ku; ew Şêx Hesen e. Roja sêşemê, Îsrafîl afirand ku ew Şêx Şems e. Roja çarşemê, yê bi navê Cibrayîl afirand; ew jî Ebûbekir e. Roja pêncşemê, Azraîl afirand ku ew Sacadîn e. Roja înê, yê bi navê Şemnail afirand ku ew Nasirudîn e. Roja şemiyê, yê bi navê Nûrail afirand ku ew(…) Tawusê Melek kir serokê wan. Piştî wê Xwedê, heft tebeq esman, erd, roj û heyv afirand(…) Mirov, çivîk û tevahiya ajalan afirand û ew di valahiya pelerînê de bi cîh kirin û ew jî ji li ser dûrê hat xwarê, melayîket jî li balêbûn. Dûre bi dengekî bilind li durêqîriya, ew jî ji cihê xwe ket û bû çar perçe, ji nava wê av peşikî û bû derya. Dinya gilover bû, derz lê tune bû. Dûre Xwedê, Cibrayîl di şeklê çivîkekê deafirand û rêveberiya çar kenaran siparteyi wî kir. Dûre keştiyek afirand û sîhezar sal di nav gemiyê de ma, dûre hat Laleşê Nûranî û li wir bi cîh bû. Ji nav dinyayê qîriya û bi giraniyê derya afirîn û dinya bû rûyê erdê û lerizîna wanberdewam kir. Dûre ferman da Cibrayîl ku her du perçeyên Dura Spî bîne, perçeyek xist binê erdê, yê din jî wek derî danî ber asîman. Dûre roj û heyv di navberawan de bi cîh kir, ji hûrikên wan jî stêrk afirandin û ew wek xemlê bi asîmanve daliqandin. Her wiha ji bo xemilandina rûyê erdê; darên fêkiyan, giya û çiyaafirandin. Li ser xaliyê Text afirand. Dûre, got ku Xwedayê mezin got: Ey melayîketan, ez ê Adem û Hewayê biafirînim, wan bikim mirov û ji her duyan, ji pişta Adem dê Şehîd bîn Çar were dinyayê û ji wî dê li rûyê erdê gelek tenê zêde bibe. Ev gel, gelê Azazîl ango Tawusê Melek, gelê Êzîdî ye. Dûre ez ê Şêx Adî kurê Misafîr ji Sûriyeyê bişînim û ew ê were li Lalişê bimîne.[çavkanî pêwîst e]

Xwedê dûre, hat welatê pîroz û ferman da Cebrayîl ku ji çar aliyên cîhanê axê bîne: Ax, hewa, agir û av. Bi wan mirovek çêkir; û ji ruhê xwe, ruhek jê re bexişand. Dûre ji Cebrayîl re got Adem di bihûştê de bi cîh bike, li wira jê re hat gotin ku dikarefêkî û tevahiya giyayên hêşîn bixwe; lê xwarina genim jê re qedexe ye. Piştî sedsalan Tawusê Melek ji Xwedê re got Adem dê li ku bijî û çawa zêde bibe ? Xwedê jê rê got: Ez di vê mijarê de selahiyet û rêveberiyê dewrî te dikim . Wê demê Tawusê Melekê , çû ji Adem pirsî got: Te qet genim xwariye ? Wî jî got: Na, lewre Xwedê ev yek li min qedexe kir, got divê tu ji wî nexwî. Melekê Tawus jê re her wiha got: Ku tu bixwîdê ji bo te pir baş be. Lê piştî ku Adem genim xwar, zikê wî werimî û Tawusê Melek ew ji bihûştê derxist û danî rûyê erdê û derket esman. Wê demê Adem ji ber werma zikê xwe êş kişand û nikari bû di cihê xwe de bisekîne, lewre di canêwî de dereke vekirî tune bû. Lê Xwedê çivîkek şand, çivîkê di bedena Adem dequlek vekir, bi vî awayî Adem rihet bû. Û Cebrayîl sed salan xwe nîşanî wî neda û ew bêhêvî bû, giriya. Wê demê Xwedê ferman da Cebrayîl û Cebrayîl hat, ji bin milê çepê yê Adem Hewa afirand. Dûre Melekê Tawus -ez dixwezim bibêjim ku; ji bo alîkariya Êzîdiyên ku êşê dikişînin hat rûyê erdê û li ba Asûrên kevn, keyek ji me re destnîşan kir. Keyên Asûr Nesrukh (ku ew, Nasirudîn e) û Kamûş (ew jî Siltan Faxrudîn e) û Artîmûs (ku; Siltan Şemsudîn e). Piştî vê ji aliyê du keyan ve em hatin birêvebirin. Rêveberiya keyên bi navê Şahpûrê yekemîn û duyemîn sed û pêncî sal berdewam kir û Emîrên me yên ku ji nîjada wan dihatin, heta îroj em bi rê ve birîne û em bû neçar qebîle. Ji me rê xwarina xasê hatiye qedexe kirin, lewre xas navêjinê (pêxember) bi bîr dixe; fasûliyeyên hişk jî heram in; bikar anîna rengê şînêgirtî jî qedexe ye. Ji bo em ji Pêxember Yûnis re bêrêziyê nekin, xwarin amasiyan ji bo me heram e; xezalan jî nexwin, lewre ew bûne keriyê pêxemberekî me. Her wiha şêx û mirîdên wî, ji bo hûn ji çûka Tawus re bêhurmetiyê nekin goştê dîk jî nexwin. Lewre çûka Tawusyek ji heft Xwedeyên ku berê navê wan hatiye gotin e û dirûvê dîk pê dikeve. Dîsa şêx û murîdên wî, ji xwarina kundir dûr bisekînin, ango nexwin. Ji derveyî vana, li piya mîztin an jî rûniştî li xwe kirina cilan an jî wek ku Misilman dikin li tuwaletê taretgirtin an jî li ser şoyên wan xuslgirtin, ji me re hatiye qedexe kirin. Her wiha, bilêv kirina navê…... ku Xwedayê me ye an jî gotinên wek Kitan, Şar, Şat û peyvên wek Melûn(…) Nal ên ku wî tînin hişê mirovan qedexe ye. Pêşiyê (…) ji dînê me rê gotin pûtperestî û Cihû, Xirîstiyan, Misilman û Îranî ji dînê me dûr sekinîn. Key Ahab û Arman ji me bûn; wisa bû ku Ahab Belzebûb ê ku me wek Pîr bûb bi navdikir ji Xwedayê xwe alîkarî dixwest. Li Babîlê bi navê Buktî Nosser(Nabûkad nezar) kralekî me hebû. Li Îranê Ahesuerus, li Stenbolê Agrîkalûs jî jime bû. Beriya ku erd û esman çê bibin Xwedê, li ser avê di keştiyekê de bû. Dûre ji dura ku afirandi bû xeyîdî, ew ji xwe dûr xist. Ji şikîna durê çiya, ji çingîniya wê girên qûmê, ji dûmana wê jî asîman çêbûn. Dû re Xwedê derket esman û esman zêde bû û bêyî ku tiştekî deyne binî wan ew li hewa bi cîh kirin, lîsteya navê tevahiya tiştên ku afirandine nivîsî. Ji cewher û nûra xwe Şeş Xweda afirandin ku; afirandina wan wek bi lambeyekê pêxistina lambeyeke dîn bû. Dûre Xwedayê pêşîn, ji Xwedayê duyemîn re got: Min esman afirandin; tu here wira û tiştina biafirîne. Û ew, dema derket esmanan, roj çêbû. Ji Xwedayê piştî xwe re got derkeve û hîv hat afirandin. Û Xwedayê dû wî, esman bi ger xist; Xwedeyê dû wî, stêrk afirandin; Yê kudi dû wî rê hat, el-Kuragh an go Stêrka Sibehê afirand û her tişt her wiha hat afirandin.[çavkanî pêwîst e]

ÇavkanîBiguherîne

  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)