Xarpêt (parêzgeh)
Elezîz an Xarpêt (tr: Elazığ) parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye û dikeve nav sînorên Komara Tirkiyê. Navenda parêzgehê bajarê Elezîz an Xarpêt e. Rûbera parêzgehê 9.383 km² ye û nifûsa parêzgehê 591.497 (2022) kes e .[1] Piraniya gelên parêzgehê kurd in[2] û hindikahiyeke girîng a tirk jî li Xarpêtê hatine bicihkirin. Li rojhilat Çewlig, li bakur Dêrsim, li rojava Meletî û li başûrê Xarpêtê parêzgeha Diyarbekirê cih digire.
Parêzgeha Elezîzê Elazığ | |
Koda parêzgehê: 23 | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Elezîz |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2008) | 547.562 kes |
Rûerd | 9.151 km2 |
Berbelavî | 59,8 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 11 navçe |
Hejmara bajarokan | 26 bajarok |
Hejmara gundan | 548 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 424 |
Dîrok
biguhêreDîroka parêzgehê vedigere sedsala 20an a b.z..[3] Di dîrokê de, ew li ser riya karwanên ku Anatolya bi Mezopotamyayê ve girêdida bû, bi vî rengî bû wargeheke girîng û mazûvaniya gelek çandan kir. Li vê herêma ku gelên misilman, yewnanî, ermenî û asûrî bi salan bi hev re jiyane, îro jî bermahiyên çand û şaristaniyên cuda tên dîtin.[4]
Niştecihên herî kevn ên Xarpêtê yên naskirî gelê Hûrî ye ku beriya zayînê di salên 2000î de li Anatoliya Rojhilat bi cih bûne. Piştî Hûriyan Xarpêt kete bin desthilatdariya Hîtîtan, di demeke kurt de Ûrartûyan di sedsala 9an BZ de li Anatoliya Rojhilat dewletek ava kirin û bûn desthilatdar. Xarpêt di sala 1085an de ji aliyê tirkan ve hat girtin û paşê Îlxanî, Dulkadiroğulları, Akkoyunlular û Safewiyan hukum kirin. Di sala 1516an de piştî şerê Çaldiranê ji aliyê artêşa Osmanî ve hate dagirkirin.
Navê Elezîzê di Rojnameya Fermî ya 17ê Kanûna 1937an de bi hejmara 3785an hat weşandin.
Asîmîlasyon û tirkkirin
biguhêreJi bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[5], Xarpêt di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[6] Bi vî havî Xarpêt di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz, Diyarbekir, Erzîrom, Qers, Erzîngan, Agirî, Xarpêt, Dêrsim û Bîngol di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.
Erdnîgarî
biguhêreXarpêt li bilindahiya 1060 metre ye. 826 km² ji parêzgehê qadên avê ne, ji ber ku li Xarpêt gelek avgir hene. Li ser çemê Firatê bîrên Keban û Karakaya, li ser çemê Dîcleyê kanzaya Kralkiziyê û li ser çemê Pêrî jî kanzaya Ozlûceyê ya herî mezin e. Golên xwezayî yên wekî Gola Hazarê jî hene ku 86 km² ye.
Navçe
biguhêre- Baskîl (Baskil): Baskîl, Mûşar (navend: Kuluşaxa Jêrîn), Îzolî (navend: Bekir Hisên)
- Dep (Karakoçan): Dep, Lahan (Lahana Jêrîn), Çan
- Egîna Jêrîn (Agın): Egîna Jêrîn
- Keban: Keban
- Maden: Maden, Hazar (navend: Kavak)
- Palo (Palu): Palo, Qereçor (navend: Çokçur), Gokdere (navend: Erdîrûk)
- Qerebaxan (Arıcak): Mîrvan
- Qowanciyan (Kovancilar): Qowanciyan
- Xarpêt (Elazığ): Xarpêt (Mezra an jî Elezîz), Xankendî (navend: Xan), Harpût, Balîbey (navend: Dîşîdî), Îçme, Molakendî, Poyraz
- Xulaman Guleman (Alacakaya): Alacakaya
- Xûx, Xox, Gola Hezarê an jî Sîvrîce (Sivrice): Xûx (navend: Sîvrîce), Îrîngîl (navend: Mercûmûk)
Çavkanî
biguhêre- ^ biruni.tuik.gov.tr https://biruni.tuik.gov.tr/medas/?kn=95&locale=en. Roja gihiştinê 4 gulan 2024.
{{cite web}}
:|title=
kêm an vala ye (alîkarî) - ^ Gunes, Cengiz (26 çiriya paşîn 2020). The Political Representation of Kurds in Turkey: New Actors and Modes of Participation in a Changing Society (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing. ISBN 978-0-7556-0634-4.
- ^ "Tarihlerle İlimiz - T.C. Elazığ Valiliği". web.archive.org. 24 sibat 2016. Ji orîjînalê di 24 sibat 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2024.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 sibat 2016. Roja gihiştinê 4 gulan 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Üngör, U. U. (2009). "Young Turk social engineering : mass violence and the nation state in eastern Turkey, 1913-1950" (PDF). University of Amsterdam - UvA-DARE (Digital Academic Repository). Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
- ^ Alkan, Mehmet Ö. (2019). "T.C. İSTANBUL ÜNİVERSİTESİ - SOSYAL BİLİMLER ENSTİTÜSÜ - İYASET BİLİMİ VE ULUSLARARASI İLİŞKİLER ANABİLİM DALI" (PDF). Istanbul.edu.tr. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
Bîblîografî
biguhêre- Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
- "Köylerimizin adlari" (1928).
- Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.