Xûx
Xûx, Xox, Gola Hezarê an jî Sîvrîce (bi tirkî: Sivrice) yek ji navçeyên Mezrayê ye. Navê Xûx di sala 1962 da hatîye qedexekirin. Xûx 30 km li başûrê Mezrayê dikeve. Firehiya erdê navçeyê 634 km², nifûsa wê bi giştî nêzîkî 14.200 kes in. Aborî li ser çandinî, xwedîkirina ajalan, masîgerî, karê hevrîşimê û karê mozhinguviyê ye. Fabrîka gûbre, kîremît û ava mîneral jî hene.
Navçeya Xûxê | |
---|---|
Sivrice | |
Koordînat: 38°26′53″Bk 39°18′26″Rh / 38.44806°Bk 39.30722°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Xarpêt (parêzgeh) |
Serbajar | Xûx |
Hejmara nahiyeyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 52 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 634 km2 (245 sq mi) |
Bilindahî | 1.280 m (4200 ft) |
Nifûs (2008) | 10.420[1] |
• Berbelavî | 16,4/km2 (42/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 4.491 |
Koda postayê | 23900 |
Koda telefonê | (+90) 424 |
biguhêre |
Pîştî avabûna Komara Tirkiyê pêl bi pêl ji Balkan û Asyayê koçberên misilman û Tirk anîne li Kurdistanê bicihkirine. Di salên 30 û 40 de ji Romanya û Yûgoslaviyayê 142 malbat anîne li Xoxê bicihkirine. Herwekî di sala 1992 de 3 malbat ji naxçevan, malbatek ji Rûsya, 3 malbat jî ji Çêçênistanê (sala 1999) anîne bicihkirine. Nakokî di navbera niştecihên herêmê yên Kurd û koçberan de gelek in. Gelê herêmê bi pirranî Kurd in. Çiyayên Hezarbaba (2.347 m) û Mestar (2.140 m) li herêmê ne.
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |