Cilwe

Pirtûkeke pîroz a êzîdiyan

Cilwe, carina wekî Cilve, Cilvê jî tê nivîsandin (bi erebî: el-Cilwe) pirtûkeke pîroz a êzîdiyan e. Pirtûk bi tîpên erebî destnivîsî ye û tê de gelek dua, tablo û şema hene. Cilwe piranî ji bo vegotin û pêşdîtina bext û siûdan tê bikaranîn [1].

Cilwe
Şêwe Pirtûka ola Ezîdiyan
Ziman Kurdî

Ji kitêba Cilwe biguhêre

Melekê Tawus beriya her heyberê hat afirandin. Ji bo gelê xwe hişyar bike û ji şaşiyan dûr bigire,alîkarên xwe şand vê dinyayê; evdên xwe berê bi devkî hişyar kir, cara duduyanbi vê pirtûkê ku; hat qedexekirin ku biyanî lê binêrin an jî bixwînin.

Beşa yekem biguhêre

Ez ê ku hebûm, heme, heta dawiyê ez ê hebim; hikmê min li ser tevahiya tiştên ku hatineafirandin heye. Her bûyer û her tiştê girêdayî hebûnan bi fermana min pêk tên.Kî ji vê yekê bawer bike û dema ku pêdivî hebe gazî min bike, ez ê derhalbigihîjim wan, tu tişt bêyî min nayê fikirîn. Kesên ku min qebûl bikin, ji boku li gor daxwaza wan nîn e hemû bûyerên ku dibêjin xirab in, bi daxwaza minpêk tên. Wekîlekî rêveber ê her demê heye, wî ez hildibijêrim. Bi her nifşê re,serokê vê cîhanê jî diguhere; serok bi dorê tên, peywirên têkildarî dema xwe bicih tînin. Ez sûcan li gor nirxên ku ji taybetmendiyên xulqiyetê tên, dibexşînim.Kî ku li hemberî vê derkeve, dê tengasî û êş jê kêm nebin. Wekî din tu Xwedayek, nikare têkilî karê min û tiştên ku ez dikim bibe. Ez çi biryarê bidimdê ew pêk bê.

Pirtûkên pîroz êndi destê biyaniyan de, ger ji aliyê pêxember û hewariyan ve hatibin nivîsîn jî,êdî ne derbasdar in. Ew ketine rewşeke serhildêr, xera bûne, vana hevdiderewînin û himê hev pûç dikin. Cudahiya navbera rastî û şaşiyê, dê li gormercên dema tê jiyîn bê destnîşankirin. Sozên ku min daye mirovan ez ê bînimcih. Di demên diyarkirî de li gor daraza wekîlên min ên bi aqil û hişyar ku minselahiyeta xwe dewrî wan kiriye, ez ê li gor peymana di navbera xwe û evdên xwede tevbigerim an jî tevne-gerim. Ez li hemberî pêşveçûna bûyeran baldar im;dema ku em tê de, ne çi tişta bi fêde hebeez pêk tînim. Kesên ku hîndekariya min dipejirînin, ez wan perwerde dikim ûberê wan didim rastiyê. Ew bi guh-darîkirina min kêf û zewqên mezin ên giyanîdijîn.

Beşa duyem biguhêre

Ez bi tevahiyarêbazên ku baş dizanim, xelat û ceza didim mirovan. Li rûyê erdê û binî erdê çihebe, di kontrola min de ye. Ez alîkariya ji bo netewên din nagirim ser xwe, jibaşiya ji bo wan jî dûr namînim. Ez alîkariyê ji civata xwe ya hilbijartî re ûyên ku bi ya min kirine qet kêm nakim. Ez kontrola selahiyeteke çalak didim mirovênku min ew ceribandine. Ev mirov li gor îradeya min, di rewşên diyarkirî de,alîkarî dane kesên ku ji min bawer kirine. Yê ku dide jî ez im, yê distîne jî.Yê dewlemend jî dike ez im yê xizan jî dike ez. Yê bêhêvî dike jî ez im. Ev tevli gor derdorê û li gor demê pêk tên. Tu hêzek nikare têkilî karê min bibe ûmirovekî/ê ji kontrola min derîne. Yên ku dixwazin ji min re astengiyê derîninez êş û nexweşiyan bi ser wan de dibarînim. Kî li fermana min guhdar bike, wekkesên din namire. Ez tehemul nakim ku tu kes di vê dinyaya ketî de zêdetirîdema ku min jê re diyar kiriye bimîne; lê ku ez bixwazim wî/ê li vê dinyayê ducar, sê car yan jî zêdetir paşve vegerînim, giyanê wî/ê têxim bedeneke din; evzagoneke gerdûnî ye.

Beşa sêyem biguhêre

Ez, bê pirtûk jîdikarim dostên xwe û kesên ku di riya min de ne ramanên min dihesibînin, riyarast bi amûrên veşartî nîşanî wan didim; rêçikên ku ez dixwazim werin bicihanînne tengavker in, li gor demê û mercan hatine diyarkirin. Yên ku li hemberîzagonên min derên li dinyaya din didim cezakirin. Benî adem, tiştên ku divê bênkirin nizanin, ji ber vê yekê timî dikevin nav şaşîtiyan. Ajalên li rûyê erdê ûli asîman, masiyên di nav deryayan de, tev di bin rêveberî û venêrîna min dene. Xezîneyên veşartî yên li dinyayê û tiştên din, bi agahiya min in. Ez derfetdidim ku ew xezîne yeko yeko werin dîtin û stendin. Kesên ku bibin xwediyê vanaû kesên ku di demê de ji min daxwaz kirine, nîşaneyên xwe yên veşartî,mûcîzeyên xwe nîşan didim. Dijminahî û berxwedana ku biyanî li hember min û yênku di şopa min de ne nîşan didin; encax zirarê bide xwediyê xwe; lewre nizaninku hêz û dewlemendî di destê min de ne û ez vana didim benî ademên ku heqkirine. Rêveberiyên dinyayê, derbasbûna serdeman a li dû hev, guherîna wekîlênmin a di her serdemê de, heta dawiyê di bin kontrola min de ye. Kî ku; biduristî ber bi wir ve nemeşe, ez, di demeke ku bi xwe diyar bikim de wê/î cezadikim û wan dişînim cihê ku jê hatine.

Beşa çarem biguhêre

Çar demsal hene,hêman jî çar in; min ev, ji bo tiştên ku min afirandine pêdiviyên xwe pêkbînin, bexş kiriye. Pirtûkên pîroz ên biyaniyan, encax bi qasî ku li gor zagonên min bin, li dijî mindernekevin; ji aliyê min ve tên pejirandin. Dîsa vana, bi piranî ji rêderketine. Sê ji wan li dijî min in û ez ji sê navan nefret dikim. Ji bo yên kurazên min aşkera nekin, ez ê soza xwe ya der barê xelatan de bicih bînim. Yênku di riya min de êşê dikişînin, bila guman tune be, ez ê wan di dinyayekê dexelat bikim. Yên di riya min de dimeşin bila li hemberî neyar û biyaniyan wekcemaetê bijîn. Hûn, ên ku li gor zagonên min tevdigerin, fikrên ku ji aliyê minve nehatine ragihandin nekin hişê xwe. Wek ku biyanî dikin nebe nebe navê minan jî navên ku li min hatine danîn bi lêv nekin, an na hûn ê gunehkar bibin;lewre ev mijar ji derveyî têgihîştina we ne.

Beşa pêncem biguhêre

Hurmeta xwe ji tiştû wêneyên ku min temsîl dikin re pêşkêş bikin; lewre dê ew, helwestên we yên neli gor zagonên min in bînin bîra we. Li gor fermana alîkarên min tevbigerin,guh bidin gotinên wan. Da ku agahiyên dinyayadin ên ku ji min girtine ragihînin we.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Xanna Omerxalî (2007), Êzdiyatî. Avesta, Stenbol/Amed
  • Malpera dergush