Tawisê Melek, Tawusê Melek an jî Melekê Tawus gorî dînê êzdiyan firîşteyê herî pîroz e. Di baweriya êzdiyan de, ew milyaket ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin û wek tawusê şîn tê nîşandan.

Tawisê Melek

Li gorî mîtolojiya êzdî, Xwedê Tawisê Melekê ji ronahiya xwe ya di şiklê kevanê keskesorekê de afirandiye. Sembola Tawisê Melek teyrê tawusê ye û bedewî û serweriya wî ya li ser şeş melekên din nîşan dide. Ew ji aliyê êzidiyan ve weke navbeynkarek di navbera Xwedayê afirîner û gelên cîhanê de tê qedirgirtin.

Sersala Êzidiyan sewa xatirê Tawisê Melek tê pîrozkirin û li gorî baweriyê ew her sal di vê rojê de tê ser rûyê erdê. Wek yekem ji heft milyaketan, wî bi daxwaza Xwedê dinyayê, Adem û Hewa afirandiye. Ji ber ku Tawisê Melek nexwest li ber Adem çok bike, ew wek milyaketê herî bilind û rêvebirê dinyayê hat hilbijartin. Ji ber ku emrê Xwedê yê pêşî ji heft milyaketan ew bû ku tenê wî biperizin, Tawisê Melek vê îmtîhanê bi serkeftî derbas kir û lewma xwedî giringiyeke pîroz e. Fermo, Tawisê Melek bi vê helwesta xwe milyaketa herî dilsoz ê Xwedê ye.

Ji ber ku ola êzîdî di serî de xwe dispêre çavkaniyên devkî ne yên nivîskî, zehmet e ku meriv li ser baweriya hemî êzdiyan daxuyaniyên rast bide. Eger mirov êzdiyatiyê bi olên din ên yekxwedayî û îbrahîmî re bide ber hev, wê demê Tawisê Melek dikare bi serferîşte Asasel re bê yekkirin. Ji aliyê din ve, gelek êzîdî Tawisê Melek bi milyaket Cebraîl re dikin yek.[1]

Îxtîmal heye ku ji ber nezanî û nefêmkirinê, çîrokên neyînî yên derbarê Tawisê Melek de ji aliyê kesên ji baweriyên din ve hatine belavkirin. Ji ber vê yekê di dîrokê de gelek êrîş û komkujî li hemberî civaka êzdiyan pêk hatine. Wek mînak, êzîdî ji tebaxê 2014an vir ve dîsa bûne qurbaniyên komkujiya li dijî êzdiyan.[2][3]

Afirandina mirovahiyê

Li gorî êzdiyan afirandina mirovahî wiha tê bawer kirin:

"Di bawerîya Êzîdiyan de piştî Xwedê heft Firîşte efirandin, gote wan: Sicûde û kirnoşê ji ti kesî re nekin, ji xeynî min! Lê dema qalibê Adem xuliqand, gote Milyaketan: ”werin, sicûdê jibo qalibê Adem bikin, ta gîyan bê ber.” Şeş Milyaketan sicûde ji Adem re kirin, lê Ezazîl sicûde nekir. Xwedê te’ala gote wî: Tu çima sicûde ji Adem re nakî? Ezazîl got: ”Rebê min, te şîret li me kirîye û min ew şîret ji bîr nekirîye, sicûde bo te bitenê ye Ezîzê min”. Vêca Xwedê Ezazîl xelat kir û Tokê zêrîn, kû Tokê Êzî ye, di situyê wî de kir û gotyê: ”Here, min te kirye serokê Milyaketan û navê te Tawisî-Melek e, anko serokê Milyaketan. Jiber vê yekê jî kû heya niha jî her Êzîdîyek vê Tokê lixwe bike û dibêjinê ” Toka Êzî ” yan jî carne Toka Tawisî-Melek. Mebesta Xwedê ji vî Tokê jî xelatkirina Tawisî-Melek bû." - Pîr Xidir Slêman, birêna Çavkanî

Ji ber vê hindê jî, êzdî bawer dikin ku Tawisê Melek nûnerê Xwêdê ye li ser erdê. Ew roja ku Tawisê Melek salê carekê di çarşema yekê ya meha nîsana rojhilatê de tê xwarê ser erdê, jê re dibêjin cejna serê sala nû, ku wek Çarşema Sor tê pîrozkirin.[4]

Bîbliyografî

  • Xanna Omerxalî (2007). Êzdiyatî: Civak, sembol, rîtûel. Avesta, Stembol-Amed.
  • Xanna Omerxalî û Kovan Xankî (2009). Analîza qewlên êzdiyan. Avesta, Stembol-Amed.

Çavkanî

  1. ^ "Der Engel Pfau: Zum Selbstverständnis der Yezidi" (PDF). yeziden-colloquium.de. 1997. Roja gihiştinê 20 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  2. ^ "Statement by the Commission of Inquiry on Syria on the second anniversary of 3 August 2014 attack by ISIS of the Yazidis". Ohchr.org. 3 tebax 2016. Ji orîjînalê di 17 tebax 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 îlon 2024.
  3. ^ "IS-Dschihadisten prahlen mit Versklavung von Jesiden - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 20 îlon 2024.
  4. ^ Slêman, Pîr Xidir (29 çiriya paşîn 2012). "Pîr Xidir Slêman: Milyaket di bawerîya Êzîdiyan de". Yeziden.de. Roja gihiştinê 20 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)