Rêxistina ji bo qedexekirina çekên kîmyayî

Rêxistina ji bo qedexekirina çekên kîmyayî (OPCW) (bi îngilîzî: Organisation for the Prohibition of Chemical Weapons) rêxistineke navneteweyî ye û rêxistina ji bo kontrolkirina Peymana çekên kîmyayî (CWC) ye ku di 29ê nîsana sala 1997an de ketiye meriyetê. OPCW bi 193 dewletên endam ve ku navenda rêxistinê li bajarê Den Haag a Holendayê ye ku serperiştiya hewildana ji bo tinekirina mayînde û verastkirî ya çekên kîmyayî dike.

Rêxistina ji bo qedexekirina çekên kîmyayî
Rêxistina navhikûmî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletHolenda Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê29 nîsan 1997, 1997 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.opcw.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Rêxistin pêbendbûna bi Peymana çekên kîmyayî ya ku bikaranîna çekên kîmyayî qedexe dike û jinavbirina wan pêwîst dike, pêşve dibe û piştrast dike. Verastkirina rêxistinê hem ji nirxandina daxuyaniyên ji hêla dewletên endam ve û hem jî ji kontrolên curbicur pêk tê.

Rêxistinê di sala 2013an de "ji ber xebatên wê yên berfireh ên ji bo tinekirina çekên kîmyayî" xelata aştiyê ya Nobelê wergirtiye. Serokê Komîteya Nobelê Thorbjørn Jagland got, "Peyman û xebata OPCW bikaranîna çekên kîmyayî wek tabû li gorî hiqûqa navneteweyî pênase kiriye."

Awayî biguhêre

 
Çaremîn civîna taybet a Konferansa dewletên peymandar (2018).

Xebatên OPCW û awayî ya rêxistinî ya bingehîn di Peymana çekên kîmyayî de (ku endamên wê hemî di OPCW de ne) hatine diyarkirin. Organa sereke Konferansa dewletên peymandar (CSP) e ku bi gelemperî her sal tê lidarxistin û tê de hemî welat dikarin bi mafên dengdanê yên wekhev beşdar bibin. Welat bi gelemperî di konferansê de ji hêla nûnerek daîmî ya rêxistinê ve têne temsîl kirin ku di pir rewşan de di heman demê de balyozê Holendayê ye. Konferans li ser hemû mijarên sereke yên di derbarê rêxistinê de (mînak, girtina tedbîrên tolhildanê) û peymanê (pejirandina rêbernameyên, danîna tedbîrên tolhildanê li dijî endaman) biryar dide.[1]

Konseya rêvebirinê (KR), organa rêveberinê ya rêxistinê ye û ji 41 dewletên endam pêk tê ku ji aliyê konferansê ve di heyama du salan carek têne hilbijartin. Konseya rêvebirinê çavdêriya lêçûna madî dike û li ser hemû mijarên têkildarî peymanê bi Sekreteriya giştî re hevkariyê dike.[2]

Sekreteriya Teknîkî (ST), piraniya çalakiyên ku ji aliyê meclîsê ve hatine erkdarkirin pêk tîne û piraniya xebatkarên rêxistinê di vî sekreteriyê de dixebitin. Çalakiyên sereke yên OPCW ji aliyê beşên çavdêrî û verastkirinê ve têne kirin.

Hemî dewletên alîgir li ser bingeha pîvaneke guhertî ya nirxandinên Neteweyên Yekbûyî, tevkariya madî ya lêçûna OPCWê dikin.[3] Budçeya OPCW ya sala 2020an 70.958.760 € ye.[4]

Qada kontrolê biguhêre

OPCW xwedî vî ercê ye ku rapor bike ka çekên kîmyayî di êrîşa ku rêxistinê lêkolîn kiriye de hatine bikar anîn yan na.[5]

"OPCW xwedî erca ku çavdêran bişîne her welatekî îmzekar ku li delîlên hilberîna madeyên kîmyayî yên qedexe bigerin. Di heman demê de ew dikare pisporan bişîne ku alîkariya welatan bikin ku li dîmenên sûcê ku dibe ku madeyên kîmyayî lê hatine bikar anîn lêkolîn bikin."

Di hezîrana sala 2018an de piştî jehrîkirina Skrîpal, Brîtanya endamên din tevî dijberiya Rûsyayê qanih kir ku OPCW hewce dike ku hêzên nû bide xwe da ku ji bo êrîşan sûcdar bike.[6][7] Deng bi ferqa 82 li hember 24 dengan bi ser ket ku ji piraniya du ji sê parên ku ji bo derbasbûna pêşnûmeyê hewce bû, derbas bû.[8]

Ercên rêxistinê biguhêre

Tesîsên tinekirina çekên kîmyayî biguhêre

Li hemî navendên tunekirina çekên kîmyayî yên operasiyonê 24 seatê û 7 roj, vekolînên OPCW li cihê bûyerê pêk tên ku serketina tinekirinê kontrol bike û mêjera çekên ku hatiye tinekirin, piştrast bike.[9] Di ronahiya hawîrdora xeternak a ku lê vekolîn tê de têne kirin, ew bi gelemperî ji hêla pergalên CCTV ve têne nirxandin.[10]

Kontrolên pîşesaziyê biguhêre

Vekolînên ji bo verastkirina pabendbûna Dewletên peymandar bi daxwazên ku li ser hilberandin û karanîna kîmyayî yên plansazkirî hatine ferz kirin û verastkirina ku çalakiyên pîşesaziyê yên welatên endam li gorî berpirsiyariya ku ji hêla CWC ve hatiye destnîşan kirin rast hatine ragihandin.[11] Ji pozîsyona dewleta endam xweser, zêdebûn û frekansa vekolînan bi celebê kîmyayî ya hatiye hilberandin ve girêdayî ye (bi rêza daketinê: Bername 1, Bername 2, Bername 3 yan DOC, li Kîmyayiyên Bernamekirî binêre).[12] Ji bo tesîsên Bernameya 1 û 2, hevsengiyek girseyî tê amadekirin ku nas bike ka hemî kîmyewiyên hilberandî dikarin bêne hesibandin û gelo ev mêjer bi daxuyaniyên ku ji hêla dewletên endam ve hatine kirin re hevaheng in.[13] Wekî din, di tesîsên Bernameya 2 û 3 de îşaret têne lêkolîn kirin ka berevajî danezan û qaîdeyên di peymanê de, Bernameya 1 kîmyayî têne hilberandin an na. Di Bernameya 3 û DOC de armanca sereke kontrolkirina danezanê ye û verastkirina nebûna yekîneyên hilberînê yên Bernameya 2 û Bernameya 1ê ye.[14] Sinorê demê Vekolînên Bernameya 2 96 demjimêran e dema ku Bernameya 3 û Teftîşên DOC dikarin herî zêde 24 demjimêran bigirin. Li ser teftîşên Bernameya 1ê ti sinorek demkî tineye.

Binêre biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Organization for the Prohibition of Chemical Weapons (OPCW)". The Nuclear Threat Initiative (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "Organization for the Prohibition of Chemical Weapons (OPCW)". The Nuclear Threat Initiative (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ "The Nuclear Threat Initiative - Home". The Nuclear Threat Initiative (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  4. ^ "OPCW by the Numbers". OPCW (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  5. ^ "OPCW chemical watchdog gains power to assign blame". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 27 hezîran 2018. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  6. ^ "OPCW chemical watchdog gains power to assign blame". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 27 hezîran 2018. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  7. ^ "OPCW chemical watchdog gains power to assign blame". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 27 hezîran 2018. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  8. ^ "OPCW chemical watchdog gains power to assign blame". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 27 hezîran 2018. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  9. ^ "Part IV(A)". web.archive.org. 14 gulan 2011. Ji orîjînalê di 14 gulan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  10. ^ "Organisation for the Prohibition of Chemical Weapons". OPCW (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  11. ^ "The Intersection of Science and Chemical Disarmament". Science & Diplomacy (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  12. ^ "Department of Foreign Affairs and Trade". web.archive.org. 26 adar 2011. Ji orîjînalê di 26 adar 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  13. ^ "Organisation for the Prohibition of Chemical Weapons". OPCW (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
  14. ^ "Organisation for the Prohibition of Chemical Weapons". OPCW (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.