Peymana çekên kîmyayî

Peymana çekên kîmyayî (CWC) yan jî bi fermî Peymana li ser qedexekirina pêşxistin, hilberandin, berhevkirin û bikaranîna çekên kîmyayî û li ser tinekirina wan, peymanek kontrolkirina çekan e ku ji hêla Rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî (OPCW) ve, rêxistinek nav hikûmetiyê ku navenda rêxistinê li bajarê Den Haag a Holendayê ye, tê birêvebirin. Peyman di 29ê nîsana 1997an de ket meriyetê û bikaranîna berfireh, pêşvebirin, hilberandin, embarkirin û veguheztina çekên kîmyewî ku ji xeynî mebestên pir sînordar, (lêkolînkirin, bijîşkî, derman an parastinê) qedexe dike. Peywira sereke ya dewletên endam li gorî vê peymanê ew e ku vê qedexeyê bi cih bînin û hemî çekên kîmyayî yên heyî tine bikin.

Beşdarbûna peymana çekên kîmyayî.

CWC Protokola Jenevê ya sala 1925an di nav dewletan de zêde dike ku bikaranîna pêşxistina çekên kîmyewî û biyolojîkî qedexe dike.[1] Di heman demê de CWC berevajî Peymana Çekên Biyolojîkî ya sala 1975an (BWC) ku rejîmek verastkirinê tine ye, tedbîrên verastkirinê yên berfereh ên wekî teftîşên li cîhê vedihewîne.[2]

Piştî çend guhertinên nav û pêkhatî, ENDC di sala 1984an de veguherî Konferansa Bêçekbûnê (CD).[3] Di 3ê îlona sala 1992an de CDyê rapora xwe ya salane ya ku tê de Peymana kîmyayî hebû, pêşkêşî Civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir. Civata giştî vê peyman di 30ê mijdar sala 1992an de pejirand û Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî di 13e çileya sala 1993an de li bajarê Parîsê ji bo îmzekirinê peyman vekir.[4] CWC heta ku di 29ê avrêla sala 1997an de, 180 roj piştî epokirina belgeya 65emîn a pejirandina li Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Mecaristanê ve, ji bo îmzekirinê vekirî ma.[5]

Ji tebaxa 2022an ve 193 dewlet bûne aliyên CWC û berpirsiyariyên wê qebûl kirine. Îsraêl peyman îmze kiriye lê erê nekiriye, 3 welatên din ên endamên Neteweyên Yekbûyî (Misir, Koreya Bakur û Sûdana Başûr) ne peyman îmze kirine û ne jî qebûl kirine. Herî dawî, Dewleta Filistînê di 17ê gulana sala 2018an de belgeya xwe ya tevlêbûna CWCyê şand. Di îlona sala 2013an de, Sûriyê di çarçoveya rêkeftina têkbirina çekên kîmyayî yên Sûriyê de, beşdarî vê peymanê bûye.

Rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî (OPCW)

biguhêre
 
Navenda OPCW li bajarê Den Haag a Holendayê.

Peyman çekên kîmyayî ji hêla Rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî (OPCW) ve tê rêvebirin ku wekî platformek qanûnî ji bo destnîşankirina bendên CWCyê tevdigere. Konferansa dewletên peymandar ji bo guhertina CWC û pejirandina rêziknameyên li ser bicîhanîna hewcedariyên CWC tê erkdar kirin. Sekreteryaya teknîkî ya rêxistinê ji bo ku welatên endam jibo ku girêdayî îmzekirin a peymana bimînin, kontrol dike. Ev kontrol tesîsên tinekirî, (ku çavdêriya daîmî di dema ku tine kirin de pêk tê) tesîsên hilberîna çekên kîmyayî yên ku ji bo bikaranîna sivîl hatine hilweşandin an veguheztin û her weha vekolînên pîşesaziya kîmyayî kontrol dike. Herweha Sekreterya dikare "lêkolînên bikaranîna îdiakirî" ya çekên kîmyayî bike û piştî bikaranîna çekên kîmyayî alîkarîyê bide.[6]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "United Nations Office for Disarmament Affairs". Wikipedia (bi îngilîzî). 20 adar 2022.
  2. ^ Feakes, D. "The Biological Weapons Convention". Revue Scientifique Et Technique (International Office of Epizootics). 36 (2): 621–628. doi:10.20506/rst.36.2.2679. ISSN 0253-1933. PMID 30152458.
  3. ^ "fas.harvard.edu/~hsp/chemical.html".
  4. ^ NATO. "The Chemical Weapons Convention (CWC), opens for signature". NATO (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2022.
  5. ^ Herby, Peter (30 nîsan 1997). "Chemical Weapons Convention enters into force - ICRC". International Review of the Red Cross (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2022.
  6. ^ "The Intersection of Science and Chemical Disarmament". Science & Diplomacy (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2022.