Kurdên Azerbaycanê

Etnîsîte

Kurdên Azerbaycanê navê yek ji komên diyasporayê yên kurdên Qefqazê ne.

Kurdên Azerbaycanê
Khraibul lî bajare Şûşa (Azerbaycan, 2021)
Gelhe tevahî
80.000 - 200.000[1]
Ziman
Kurdî, Azerî
Baweriya dînî
Îslam(Şiîtî), Êzdîti

Wek beşek ji nifûsa kurdan ya li qada piştî Sovyetê, kurdên Azerbaycanê di sedsalên 10an û 11an de bi damezrandina xanedana Şedadiyan re hebûna xwe li Qefqasyayê ava kirin. Di dawiya sedsala 16an de hinek eşîrên kurdan li Qerebaxê jî bi cih bûne. Lêbelê, hema hema tevahiya nifûsa kurd ya îroyîn a Azerbaycana nûjen ji koçberên ji sedsala 19an a ji Îrana Qacarî ve tên.

  Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Dîroka destpêkê

biguhêre

Dîroknas dibêjin ku hebûna kurdên li Azerbaycanê digihîje heta 9emîn sedsalê. Li gorî vê yekê eşîrên kurd yên koçer di sedsala 8em de xwe li herêma di nava Qerebax û Zengezur de bi cih kirine. Di wê demê de 600 malbatên kurd di bin pêşgirtina Mihemmed Sefî Siltan de ji împeratoriya îranî koçî xanişîna Qerebaxê dikin. Di sedsala 8an de, gelek eşîrên kurdan li deşta Qerebaxê bi azeriyan re yekîtiyên eşîrî pêk anîne.[2]

Serdema navîn heya sedsala 19an

biguhêre

Li gorî etnografê rûs û sovyetê Grigory Chursin, dibe ku komeke din a koçberiya kurdan li beşên rojavayê Azerbaycana nûjen di sala 1589an de pêk hatibe: Ew bi ihtimaleke mezin di dema Şerê Osmanî û Sefewiyan de pêk hatiye, ku leşkerên sefewî yên serketî bi dilxwazî li welatên fetihkirî mane.[3] Bi vî awayî sefewiyan kurdên Şîa li sînorên Qerebax û Zengezûrê bi cih kirine.[4] Herwiha dîroknasê rûs yê sedsala 19an Peter Budkov behsa wê yekê dike ku di sala 1728an de, komên kurd û Şahsevaniyan ku li deşta Muxanê jiyaneke nîvkoçerî hebûn û terş xwedî dikirin, pê re jî daxwaza hevwelatiyên Rûsyayê kirine.[5]

Di sala 1807an de, di nava şerê Rûs û Farisan li ser Qefqazyaya Başûr, serokê eşîrekê bi navê Mehmed Sefî Sultan ji xanatiya Farisî ber bi xanatiya Qerebaxê koç kir û 600 malbatên kurd jî li pey wî hatin. Di nîvê duyemîn ê sedsala 19an de, kurd li zozanên Zengezûr, Cewanşîr û Cebrayilê bi hijmareke mezin peyda bûn.

Komeke din ya kurd di sala 1885an de ji Împeratoriya Osmanî koçî heman herêmê kirine.[6] ihtimal e ku ev kom bi awayeke zêde li herêmê belav bûne (bi taybetî li Laçîn, Kelbajar û Qûbadlî) û bi vî havî pirraniya kurdên ku îro li Azerbaycanê dijîn ji wan koçkirî û koçberan pêk tên.

Kurdistana Sor

biguhêre
  Gotara bingehîn: Kurdistana Sor

Ji sala 1920î bi şûnde jimara kurdên Azerbaycanê dîsa kêmtir bû, ji ber ku beşeke mezin koçî Ermenistanê kirin û li wir gundên nû yên kurdan avakirin.[7] Di heman demê de kurdên Azerbaycanê li Laçînê (rojavayê Qerebaxê) bûbûn xwediyê herêmeke xwe û navê Kurdistana Sor lê danîn. Bi rastî jî, gelheya Laçînê (digel bajarên wek Kelbajar, Qûbadlî, Karakuşlak, Koturli, Murad-Qanlî û Kurd Hecî) bi pirranî ji kurdan pêk dihat. Li gor serjimêriya sala 1926an %73 ji nifûsa wê kurd û %26 jî azerî bûn.[8] Di sala 1930an de Kurdistana Sor hat belavkirin û hevwelatiyên wê jî êdî wek azerî hatin hesibandin.[9][10]

Di salên 1930î de li Axcekendê şanoya kurdî ya kevneşopî ya kilîm arasi û koleja kurdî ya pedagojiyê li Laçînê hê jî kar dikirin.

Sedsala 20î

biguhêre

Di destpêka sedsala 20î de, kurd di dirûvê civakeke yekgirtî de xwe dane hev û di navbera salên 1918-1920-an de di nava hukûmeta Komara Demokratîk a Azerbaycanê, ya ku demeke kurt serbixwe bû, hatibûn temsîl kirin. Di nav wan kesan de Nûrmemmed bey Şahsûvarov Wezîrê Perwerde û Karûbarên dînî, û Xosrov bey Sultanov Wezîrê Leşkerî û Waliyê Qerebax û Zengîzûrê yê giştî bûn.[11]

Desthilatdarên sovyetê di sala 1937an de piraniya xelkê kurdên Azerbaycan û Ermenîstanê awareyê Qazaxistanê kirin, di sala 1944an de jî kurdên Gurcistanê aware kirin.[12] Bi vî havî kurdên Gurcistanê jî rastî siyaseta tunekirinê ya Stalîn hatin[13]

Piştî sala 1961ê bi rêveberiya Mehmet Babayev li Bakûyê hewldanên bo wergirtina mafên kurdên Azerbaycanê hatin kirin, lê ew bê encam man. Di serdana rayedarê başûrê kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Ilham Elîyov re helbet mafên kêmaniya kurdên Azerbaycanê jî hatibû gotûbêj kirin.[14]

Ol û ziman

biguhêre

Wek kurdên Xorasanê, kurdên Azerbaycanê jî misilmanên şiî ne.[15] Ji ber ola hevpar a di nava gelê azerî û kurdên Azerbaycanê de û ji ber hin perçeyên wekhev ên hunerê gelheya kurd a li Azerbaycanê zû rastî asîmîlasyonê bûn. Lewra pirraniya wan di dawiya sedsala 19. de asîmîle bûn. Îstatîkên ji sala 1886'an nîşan didin ku gelek kurdên li Cebrayil, Araş û Ciwanşêr (Javanshir) zimanê azeriyê weke zimanê yekemîn/zikmakî bikaranîne. Piştî yekemîn jimariya gelheyê ya sovyeta sala 1926'an, ji 37.200 kurdên Azerbaycanê tenê 3.100 (8%) bi kurdî axivîn.[16]

Rewşa Kurdên Azerbaycanê îro

biguhêre

Jimarên fermî didin nîşan ku îro li Azerbaycanê 12.000 Kurd dijîn, lê li gorî çavkaniyên kurd ev reqam digihêje 200.000'an. Pirsgirêk ev e ku, dîroka kurdên Azerbaycanê bi tevahî ne diyar e. Meriv bi gelemperî kare bibêje ku jimarên fermî yên azerî û yên kurdan li hev nayên.[1] Wek mînak: li gorî jimariya fermî ya sala 1979'an li Azerbaycanê kurd nînin.[17]

Li hevnehatina çavkaniyên azerî û yên kurdî ji siyaseta azeriyan a li dijî kurdan pêk tê, ya ku pir dişibe siyaseta dewleta tirk. Lewra teknîkên vê siyasetê jî li ser bişavtin, manîpulasyona jimarên fermî, tune hesibandina kurdan û qedexekirina zimanê kurdî wek zimanê perwerdehiyê pêk tên.[17] Ewqas ku, rewşenbîrên kurd ên wek Şerefxanê Bedlîsî û Ehmedê Xanî - û heta xanedana Şedadî (Shaddadid) - wek azerî tên hesibandin.[17]

Kurd hê jî tên heramoyî kirin: gelek kurdên ku di nasnameya wan de kurdî wek zimanê zikmakî hatiye nivîsîn nikarin kar bibînin.[17]

Herweha serokê komlela Azerbaycan Heydar Eliyev got "Kürd xalqı mübariz və qəhrəman xalqdır" (bî kurdiya kurmancî: gelê Kurd gelekî têkoşer û gernas e)[18].

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b An Ethnohistorical Dictionary of the Russian and Soviet Empires, James Stuart Olson, Lee Brigance Pappas, Nicholas Charles Pappas, Greenwood Publishing Group, (1994), ISBN 0313274975, p.409
  2. ^ И.П. Петрушевский. Очерки по истории феодальных отношений в Азербайджане и Армении в XVI — начале XIX вв // Восточный Научно-Исследовательский Институт. — Ленинград: ЛГУ им. Жданова, 1949. — С. 135-136.
  3. ^ Аристова Т.Ф. Из истории возникновения современных курдских селений в Закавказье // Советская этнография. — М., 1962. — № № 2.
  4. ^ Шнирельман В.А. Войны памяти: мифы, идентичность и политика в Закавказье. — ИКЦ «Академкнига», 2002. — С. 199. — ISBN 5-94628-118-6.
  5. ^ В.Н. Левиатов Очерки из истории Азербайджана в XVIII веке. — Баку: Изд-во АН Азербайджанской ССР, 1948. — С. 91.
  6. ^ Дмитрий Пирбари. Курды – исконные обитатели Ближнего и Среднего Востока Girêdana arşîvê 2012-09-11 li ser Archive.today. Kurdishcenter.ru.
  7. ^ Encyclopedia of World Cultures, David Levinson, G.K. Hall & Co. (1991), p.225
  8. ^ http://www.ethno-kavkaz.narod.ru/kurdistan26.html. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  9. ^ The Kurds: A Contemporary Overview, Philip G. Kreyenbroek, Stefan Sperl, Routledge, (1992), ISBN 0415072654, p.201
  10. ^ Black Garden: Armenia and Azerbaijan Through Peace and War, Thomas De Waal, NYU Press, ISBN 0814719457, p.133
  11. ^ Аламдар Шахвердиев Азербайджанские курды (рус.) // Международный Азербайджанский Журнал IRS-Наследие. — С. 40-41.
  12. ^ http://www.hist.ru/kurdy.html. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  13. ^ (ru) Партизаны на поводке.
  14. ^ (tr) Kurdistana Sor
  15. ^ Расим Мусабеков. Становление независимого азербайджанского государства и этнические меньшинства Girêdana arşîvê 2012-03-02 li ser Wayback Machine. Sakharov Centre.
  16. ^ Н. Г. Волкова, Этнические процессы в Закавказье в XIX-XX вв., "Кавказский этнографический сборник", IV, М., 1969.
  17. ^ a b c d The Kurds: A Contemporary Overview, Philip G. Kreyenbroek, Stefan Sperl, Routledge, ISBN 0415072654, (1992), p.204
  18. ^ http://diplomata-kurdi.com/wp-content/uploads/207_1.pdf Girêdana arşîvê 2013-06-02 li ser Wayback Machine (Li gorî rojnameya Kurdên komela Azerbaicanê, serok wezirê Haydar Aliyev, wesana vê rojname her hefte heye)