Prûsya
Prûsya (bi prûsiya kevn: Prūsa; bi latînî: Borussia, Prutenia; lîtvanî: Prūsija; polonî: Prusy; almanî: Preußen) herêmeke dîrokî ye ku bi sedsalan bandora xwe li ser dîroka almanan û Ewropayê kiriye. Paytexta Prûsyaya dawî Berlîn bû. Prûsya di sedsalên hejdeh û nozdehan de demên xwe yên mezintirîn û herî bihêz borand. Di sedsala hejdehan de di bin hikûmdariya Frederîkê Duyem ê Prûsyayê de bû hêzeke gewre li Ewropayê.
|
||||||
Sirûd: Preußenlied ![]() |
||||||
![]() |
||||||
Paytext |
| |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | keyîtî (1525 (Julian)) | |||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 1525 (Julian) | ||||
• | Dema hilweşînê | 25 sibat 1947, 1933 | ||||
• | Rûerd | 297.007 kîlometre çargoşe ![]() |
||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 41.915.040 (1939) ![]() |
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên erebî û elmanî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Nêrînek li dîroka Prûsyayê Biguhêre
Prûsyaya Rojava (sor), bi Keyaniya Prûsyayê û împeratoriya Almanî re di 1871'ê de. - Prûsyaya Qralî (1466-1772), herêm ket bin destê Polonyayê di Şerê Sêzdeh Salan de.
- Mîrekiya Prûsyayê (1525-1701), piştî desthilatiya Polonyayê ket bin destê serwerên Hohenzollern û Brandenbûrgê.
- Brandenbûrg û Prûsya (1618-1701) yekîtiyeke kesane ya di navbera serwerên Hohenzollern û Brandenbûrgê de bû.
- Keyaniya Prûsyayê (1701-1918) bi guhertina Brandenbûrg û Prûsya hat damezirandin. Ev keyaniyeke bihêz a împeratoriya Almanî bû (1871-1918).
- Parêzgeha Prûsyayê (1829-1878) parêzgeheke Keyaniya Prûsyayê bû û ji hin beşên Prûsyaya Rojhilat û Prûsyaya Rojava pêk dihat.
- Dewleta azad a Prûsyayê (1918-1947), piştî Şerê cîhanî yê yekem hat damezirandin. Di sala 1934'an de ji aliyê nazîstan ve hat felişandin. Di sala 1947'an de dawî lê hat anîn.