Friedrich II yê Mezin

Friedrich II (jdb. 24ê kanûna paşîn a 1712an, Berlîn – m. 17ê tebaxa 1786an) qralekî Prûsyayê bû. Di dîrokê de pêşengê edalet û azadiyê, qehremanê yekitiya almanan tê naskirin. Bavê wî Friedrich Wilhelm I bû. Bi navê "Qralê leşkeran" dihat naskirin. Ji ber ku ji leşkeran hez dike, naxwaze şer derkeve û leşker bimirin. Di sala 1730an de dubendî dikeve nav wî û bavê wî. Friedrich dixwaze ji artêşê fîrar bike, lê tê girtin. Hevalê wî serbaz Hans Hermann von Katte li ber çavên wî tê serjêkirin. Ew bûyer tesîreke mezin li ser wî dihêle. Nêzîkî du salan di girtîgehê de dimîne. Paşê otorîteya bavê xwe qebûl dike û dibe Qumandarê Artêşa Mîrî.

Friedrich II yê Mezin
Navê rastî
Friedrich II. der Große Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn24 kanûna paşîn 1712 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin17 tebax 1786 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Potsdam Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêNexweşî li ser wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêSanssouci, Garrison Church Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîKeyaniya Prûsyayê, Almanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Prince-Elector (Margraviate of Brandenburg)
  • King of Prussia (1740–1786) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Elisabeth Christine of Brunswick-Wolfenbüttel-Bevern (Berlîn, 1732–1786) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Friedrich Wilhelm I of Prussia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Sophie Dorothea ya Hannoverî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Margrave Frederick William of Brandenburg-Schwedt (brother-in-law, ap / xal)
  • George I of Great Britain (granduncle, maternal grandfather)
  • Sophia Dorothea of Celle (maternal grandmother)
  • Sophia Charlotte of Hanover (paternal grandmother)
  • Frederick I of Prussia (paternal grandfather) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MalbatHouse of Hohenzollern Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Order of the Black Eagle
  • Order of the White Eagle
  • Order of Saint Alexander Nevsky
  • Order of St. Andrew
  • Pour le Mérite Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di sala 1733an de bi Elisabeth Christinê re dizewice. Lê qe bi jina xwe re namîne. Zarokên wan çênabin. Tenê di şahiyan de bi jina xwe re xuya dibe.

Di sala 1739an de Anti-Machiavel (Antî-Makyavel) dinivisîne. (Makyavel, pirtûka wî ya ku di sala 1532an de binavê Mîr derdikeve her kes dizane, lê Antî-Makyavel zêde nayê naskirin. "Mîrek nayê vî miqamî, ji ber ku merivan ev miqamê herî mezin da wî, ku ew di rehetiyê de bijî, ji bo ku ew bi mal û mulkê gel xwe qelew bike, ji bo ew pê şa bibe, dema hemû kes binahlin. Mîr xizmetkarê ewilîn yê dewletê ye." Û ew Makyavelî red dike. Tê gotin di dema nivîsandina vê pirtûkê de gelek caran bi Voltaire re dişêwire. Banga wî ji bo hemû mîran ew e: "Gere ne gel ji bo Mîran, Mîr ji bo gelan hebin."

Di sala 1740an de bavê wî dimire û ew dibe hikûmdar. Di roja sisiyan a hikûmdariya wî de êşkence tê rakirin. Bavê wî lê şîretan dike ku gere ew tu car nebe erîşkar, lê ew guh nade şîreta bavê xwe. Dest bi şerê Sîlezyayê yê 1ê dike û di navîna du salan de piraniya Sîlezyayê zeft dike. Di sala 1742an de Şerê Sîlezyayê yê 1ê bi peymanekê dawî dibe.

Di sala 1744an de dest bi Şerê Sîlezyayê yê duyan dike. Di sala 1745an de şer bi peymana Aşitiyê ya Dresdenê diqede û Sîlezya jê re dimîne. Navê xwe yê "Mezin" di wî şerî de distîne. Piştî şer wan gotinan dibêje: ”Bê parastina min êdî ez êrîşî pisingekekê jî nakim. Ji bo min Mezinahiya rast ne hizûra Ewropa, lê şahiya tebayê (gelê) min e.”

Frîedrîch hiqûqa welatê xwe ji nû ve çêkir. Bingeha dibistana mecbûrî ya ji bo hemû welatiyan avêt. Wî hiqûqa gelek welatan baş dizanîbû. Bawer dikir ku qanûn ji aliyê dewlemendan de tên çêkirin. Digot: ”Ma gere xizan bi hiqûqê bi we nikanibin? Ger xizan ji we re bibêjin çima gunehê we bi perîşaniya me nayê? Ger hûn bi merhamet bûna, ger mîrovatiya we hebûya, we yê ji bo ku em ji xizaniyê xilas bibin alîkariya me bikira û me yê jî dizî nekira. Ma ew edalet e, ku hemû malê vê dinê yê ji bo şahiyê ji bo we bin û hemû zehmet jî barê me bin?”

"Gere Mîr û gundî wekî hev bin. Gundiyê herî biçûk ê bêqîmet Parsek e, lê ew jî wekî hikûmdarê xwe mirovek e.”

Hikûmdar dixwest ku di welatê wî de mahkeme zû û erzan û bê bertîl (ruşvet) bixebitin. Wekî herî tiştê baş ê welatek û gelê wî dixwazin gere Otorîte bi aqil, hiqûq û bi erzanî were ajotin. Daweyek gere ji salekê dirêjtir nebe, yên ku daweyên wan dirêj bûne gere zirara wan were dayîn. Hemû hakim berpirsiyar in: "Hemû mirov; mezin, biçûk, dewlemend û xizan çawa xuya dibin bila bibin, gere wek hev û bêalî ji aliyên hiqûqê de werin mahkeme kirin. Wekî ku meriv difikirin wana çawa li hizûra Xwedê tên mehkeme kirin gere ûsa bibe. Ji bo ku reben û perîşan, bî û sêwî serê xwe û zarokên xwe wenda nekin.” Dîsa di nivîseke xwe de nîşan dike ku ew bixwe bi her tiştî eleqedar dibe.

"Gere her memûrek zanibe ku her hişt wê ji aliyê hikûmdar bixwe de were qontrol kirin û gere baweriya her tebayî (welatiyî) hebe ku danîna wan û giliyên wan nakevin binê masê.”

Carekê endamekî meclîsa bajarekî tê ba Friedrichê Mezin û jê dipirse, welatiyekî ku li Xwedê, li hikumdar û li meclîsa bajêr heqaret kiriye kîjan cezayî heq dike? Bersîva Friedrichê Mezin li ser vê pirsê wisa ye: "Ji ber ku sûcdar li Xwedê heqaret kiriye nîşan dibe ku ew Xwedê nasnake, heqaret li min kiriye ez wî effû dikim, lê wî li meclîsa we ya ezîz heqaret kiriye, gere were cezakirin. Gere ew ji bona nîv saetê were Spandaûyê." (Şipandaû ciyê Qesra wî ye)

Di navîna 1750-1753an de fîlozofê fransayî yê bi nav û deng Voltaire tê cem Friedrichê Mezin û li ba wî dimîne. Di dawiyê de ji ber ku Voltaire çavbirçîtiyê li diravan dike, di nav wan de pevçûnek derdikeve û Voltaire wekî ku bireve Friedrich diterikîne. Ji ber ku Voltaire hinek helbestên wî jî bi xwe re dibe, li Frankfurtê tê girtin û çend heftan di girtîgehê de dimîne. Paşê di dema Şerê Heft Salan de hev û din effû kirine û ji hev re dîsa name şiyandine. Heta mirinê hevaltiya wan bi hev re hebûye.

Di navîna wan sê salan de gelek tiştên giranbuha bi pênûsa wî hatin nivîsandin. "Prensîbên giştî yên şer" a ku bingeha wê îro jî tê qebûlkirin û wekî pirtûka pîroz a mîlîtarîzmê tê pejirandin. Dîsa "Wasiyeta Polîtîk" a ku dibêjin hîn heta îro jî bi temamî derneketiye rastê, wî wekî merivekî dewletê yê Mezin derdixe holê. Tê de tê gotin: "Mîrek xizmetkarê ewilîn ê dewletê ye û ji bo ku ew şerefa ciyê xwe bide, karê wî bi buhayekî mezin tê kirîn. Lê ji wî tê xwestin ew bi hêz ji bo şahiya dewletê bixebite û li ser tiştên girîng bi esa (rast) bixebite."

Di sala 1756an de dest bi Şerê Heft Salan dike. Di destpêka şer de birayê wî gelekî li ser şer qisawet e. Ji birayê xwe re ûsa dinivisîne: ”Ger dijminên me, me mecbûr bihêlin ku em şer bikin, wê çaxê gere em bipirsin: Ka ew li ku derê ne? Ne ku em bipirsin ew çiqas in? Ez di vî şerî de bê gune me. Ji bo ku şer dernekeve, çi ji dest min hat min kir. Lê aştîxwaziya min çiqas mezin dibe bila bibe, ez nikanim tu car ji ewlekarî û şerefa xwe tiştekî bidim.”

Di şer de li eniya pêşîn de şer dike. Digot: "Ez nehatime vir ku gulle li min nekevin. Rewşa me ne lêyîstika zarokan e." Di Şerê Heft Salan de hêza artêşa wî ji sisiyan yekî dijminê wî ye. (Fransa, Awistirya û Rûsya) hejmara gelê wî jî ji bîstan yekî dijminê wî ye. Di şer de tiştên ku ji leşkerên xwe dixwest bixwe jî dikir. Ew bixwe jî li ser erdê radiza, birçî dima, tî dima. Hîn di saxiya xwe de bûbû efsane. Di dawiya heft salan de ew jî wekî dewleta serfiraz para Prûsyayê ji parvekirina Polonyayê distîne. Piştî Şerê Heft Salan bi gopal vedigere welat, diranên wî ketine. Ji ber vê yekê di nav gel de bi navê "Frîtzê Prûsyayê” tê binavkirin. Di dema xwe de li Ewropayê dibe hêzek mezin. Artêşa xwe bi xwe kifş dikir û pir li ser disîplînê disekinî.

Friedrichê Mezin hîn di cîwaniya xwe, di 45 saliya xwe de, di 10. 01.1757 de ji Mîr Finckenstein re ûsa nivisandibû: "Ger di qedera min de hebe ku ez hêsîr werim girtin, ez wê wextê ji her kesî re qedexe dikim ku tu kes bi qasî misqalekî jî xwe li ser şexsê min qisawet meke. Berê pêşîn jî bila tu kes qasî misqalekê jî bala xwe nede tiştên ku ez ji Girtîgehê binivisînim. Ez ê di vê gavê de hemû otorîte û zanetiya xwe ya siyasî wenda bikim. Ger ku bêmiradiyeke ûsa were serê min, ez ê xwe ji welatê xwe re ûsa bikim qurban, wekî ku ez tu car nehatime vê dinê."

Frîedrîchê Mezin ti car xwe ji welatê xwe girîngtir nagre, berjewendiya xwe tim û tim ji welatê xwe re dike qurban. Frîedrîch di vî şerî de carek din jî ji hemû general û wezîrên xwe re eşkere kir û got: ”Ger ez di şer de hêsîr bikevim, ji bo serbest berdana min ne cîhekî ne jî diravan bidin, şer bi hemû hêzê pêş ve bibin. Ûsa bikin wekî ku ez tu car nehatimê dinê. Ger hûn ûsa nekin ez ê serê we lêxim.”

Dîsa carekê ji qumandar û wezîrên xwe re ûsa dibêje: ”Ez bawer dikim ku berjewendiyê min û welat yek in. Ger ku her du li hev neyên, gere tim û tim kêra welat li pêşiyê were girtin.”

Di nameyek xwe de, ya ku di sala 1760an de hatiye nivîsandin ûsa dibêje: ”Gere hûn zanibin ne hewce ye ku ez bijîm, lê ez dijîm ji ber ku ez wezîfeya xwe tînim cîh û ji bo welatê xwe şer bikim. Ger ku hinek tişt ê xilaskirinê hebin ez xilas bikim. Ezê tu car demek ûsa nebînim ku şert zorê bidin min û ez peymanek bê fayde qebûl bikim. Di demek ûsa de yan ezê xwe di binê welatê xwe yên hilşandî de têkim gorê, yan jî ezê bixwe dawiya jiyana xwe bînim... Ez bawer im ku ez dikanim temenê xwe bixwe tespît bikim. Min di hemû xebatên xwe de guhê xwe daye vî dengê hundirê xwe û daxwaziya ku şeref dixwaze. Ez difikirim ku ezê di pêşerojê de jî ûsa bikim.”

Frîedrîchê Mezin ji muzîkê, edebiyatê, fîlozofiyê û hemû huneran hez dikir. Di jiyana xwe de tim alîkarê huner û zanistiyê bû. Di sala 1747an de hevdîtineke wî bi Johann Sebastian Bach re heye. Di sala 1770an de Immanuel Kant dike profesor. Heyranê ziman û edebiyata fransî ye, lê maneyeke zêde nedida edebiyata almanî. Ji her hunerî hez dikir. Pir xweş bilûr lê dixist. Plana Qesra xwe ya Sanssoucî (li Potsdamê ye) bixwe çêkiriye. Avahiyeke operayê daye çêkirin. Wî dixwest di welatê wî de zanayetî hebe û gelê wî bi ruhê xwe serbixwe be. Digot: "Ji zaroktiya min heta niha min ji huner, edebiyat û zanistiyê hezkirî ye. Ji bo ku wana belav û geş bibin heta ji destê min hatiye ez bi hemû hêza xwe xebitî me. Di cîhanê de bê wana şabûneke rast tune ye." Sansur ya ku di dema bavê wî de heye di dema wî de tê rakirin. Rojnameyeke almanî, yek jî fransî tê derxistin.

Lê wî gelek lome û gazinc jî ji gelê xwe dikir. Di sala 1768an de ûsa dinivisand: "Ew netewa gelekî giran û teral e. Li dijî du xeletiyan gere meriv timî şer bikin. Meriv xwe dileqînin ger meriv wana tahm bide û bêdeng û bêlivîn disekinin ger ku meriv gavekê wana tahm nede. Her kes diramîne ku edetên bavê wî rast in."

"Pir kêm (hindik) meriv difikirin (diramînin) û lê belê hemû dixwazin biryarê bidin."

"Meriv hindik dixwînin, kêyfa wan ji elimandinê (hinbûnê) re tune. Gava meriv dixwaze tiştekî din bike kû ji bo berjewendiya gişan e, hemû vediciniqin û ditirsin. Û ezê ku tim ji bo wan çêyî yê dikim, li ser min difikirin wekî ku min kêr daye ser qirika (gewrî, hustî) wan. Di demên ûsa de min tim li niyet û ucdanê xwe û li zanîna xwe ya ku min ji xwe re peyda kir mêzekir. Ez tim bi bawerî di riya xwe de çûm."

Lê wî him lome û gazinc dikirin him jî ji welatê xwe û gelê xwe hezdikir. Gelek qîmet dida welat û gelê xwe. Ji bo merivên welatê xwe ûsa digot: "Li welatê min her kes goranî xwe dikane bibe ezîz."

Gelekî min heye û ez jê hezdikim. Ji ber vê yekê, gere ez vî barê ku li ser min e bikşînim, gere ez li cîhê xwe bimînim."

Ger merivan bixwesta jê re sipas bikira, wî nedixwest. Digot:”Ji bo vî karî ez li vir im.” Ji xebatê hezdikir û ji bona demek kurt xebat nedikir. Digot:” Çawa ga cot dike, gere meriv jî bişixwile.... Karê ku tê kirin ne ji bo demek kurt, ji bona sed salan tê kirin.”

Ji aliyê olê (dîn) de welatê wî pir bi toleranz e. Li ser olê ûsa dinivisîne: "Ger merivên olê bikartînin rast bin hemû ol (dîn) wek hev in û baş in. "

"Ez Xwedê nasnakim, lêbelê jê re dua dikim.”

"Dewlet gere ji olan re bi toleranz be, lêbelê gere bi çavekî xwe li ser olan be, ji ber ku yek li ya din neheqiyê meke .”

Di heftê saliya wî de toxtorek naxwaze ku ew here gera Prûsya Rojava. Frîdrîch serê xwe li ba dike û dibêje: ”Toxtor; ew karê xwe dike, ez jî ê xwe. Ez dixwazim heta nefesa xwe ya dawîn wezîfeya xwe ya hikûmdariyê bîhnim cîh.” Di salên dawîn de jiyana xwe bi temamî dabû dewleta xwe. Bi erebeyek xurde diçû herêmên Prûsyayê digeriya. Qontrol dikir, dişêvirî, şîret dida û alîkarî dikir.Zor dida cotkaran ku kartolan bajon.(Wê demê kartol hîn nû bûn.)Dibêjin Ji wê demê vir de Prûsyayê pir birçîtî û xela nedîtiye.

"Bi hemû hêza xwe dixebitî. Havînan di saet çaran de, zivistanan di saet pêncan de radibû. Ger di wextê de nehata şiyarkirin dixeyîdî. Heta saet 22 an dixebitî. Ji kinbûna rojan gazinc dikir. Di nameyek xwe de ji Voltaire re ûsa digot:”Çi mixabin xûya dike ku ji min re 24 saet kêm in. Ez bi her du destan dişixwilim, bi destekî ji bo artêşê, bi yê din jî ji bo gel û hunerên xweş."

Frîedrîchê Mezin namekê ji birayê xwe Mîr Heînrîch re di sala 1781ê de dinivisîne û dibêje: "Ma ji dinê re çi ku Elmanya di nav 50 Mîrî de parve bûye yan jî di binê tîranekî tenê de dinahle? Tiştên ûsa ji bona berjewendiyên me yên biçûk girîng in; lê ji bona girseyên dinê qe ferq nake. Wê planetên dîsa di dora rojê de bigerin û qe ferq nake ger em kole bin yan jî azad bin emê jî pê re bigerin. Em dûr li dîrokê mêzedikin (dinêrin), tim û tim dewlet tên guherandin: Hinek radibin, hinek wenda dibin. Ew lîstika bê navber bi merivên cûre cûre tim dubare dibe. Birayê delal, ez bawerim li baxçê Reinsbergê (Baxçê birayê wî ye.) Gêle ji bo hebek garis tim pev diçinin. Gêle di vî şerê xwe yên meşhûr de qe tiştekî ferq nakin. Em jî mîna wan Gêlan ji xwe re, ji ber xwe derdixin dibêjin:"Çavên hemû dinê li ser me ye."

Frîedrîch dixwest ku hemû eşîr û mîrên alman yek bike û yekitiya Mîran pêk bîne. Di 23.06.1785 de li Berlînê; Prûsya, Sachsen, Hannover û hinek Mîrên alman ên din xwe yek dikin. Ew dibe bingeha yekitî û Împeratoriya Almanî. Di vê demê de bi gotina Goethe ,"Frîedrîch dibe stêrk û ûsa xûya dike ku Almanya, Ewropa û dinê di dora vê stêrkê de digerin."

Frîedrîch nivîskarekî zimanê fransî ye û nivîsên wî di 30 bandan de hatine berefkirin. Hîn di ser de jî tê gotin gelek nivîsên wî bi temamî derneketine rastê.

Hinek rexne jî hene li wî tên kirin. Tê gotin qîmet nedida merivan. Nijadperestiya wî hebû. Naziyan ew ji xwe re kirine sembol.

Frîedrîchê Mezin di 17ê tebaxa 1786an de li Qesra xwe ya Sanssoucî dimire. Biraziyê xwe tîne şûna xwe. Dixwaze di Qesra Sanssoucî de were veşartin, lê daxwaza wî ji 200 salî zêdetir nayê cîh. Dewleta Almanya Federal wasiyeta wî di sala 1991ê de tîne cîh û tirba wî dibe Qesra Sanssoucî.

Çavkanî biguhêre

  • Ritter, Albert (1998), Friedrich der Große : Werke und Schriften, Augsburg: Bechtermünz, ISBN 3-8289-0324-X, OCLC 247277489

Girêdanên derve biguhêre