Immanuel Kant
Immanuel Kant (bixwîne Îmanuêl Kant; jdb. 22ê nîsanê 1724 li Königsberg − m. 12ê sibatê 1804 dîsa li Königsbergê) fîlozofekî alman bû. Ew yek ji kartêkertirîn û bibandortirîn hizirvanên Ewrûpayî û dawîntirîn fîlozofê rewşenhizriyê (ronakbîriyê) e. Kant mîna bavê Felsefa Rexneyî tê qebûlkirin.
Immanuel Kant | |
---|---|
Jidayikbûn | 22 nîsan 1724 Königsberg (Keyaniya Prûsyayê) |
Mirin | 12 sibat 1804 Königsberg |
Cihê goristanê | Königsberg Cathedral |
Hevwelatî | Keyaniya Prûsyayê (1724–1804) |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat |
|
Bandorbar |
|
Dê û bav | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jînenîgar
biguhêreDestpêka Jiyanê
biguhêreLi bajarê Prûsyaya rojhilat Königsbergê (Kaliningrad) ji dayik bû û heta dawiya jiyana xwe li vî bajarî ma. Xusla Te'mîd Immanuelî bi navê Emmanuelî hat kirin, lê wî, paştir dema zimanê îbrî hînbûye, navê xwe guhart û kir Immanuel. Ew zaroyî çarê ji neh zaroyên malabatê bû (pênc ji wan hêşta zaro mirin). Wî piranî ya jiyana xwe li bajêrê bûna xwe, ko li wî çaxî paytextê Prûsyayê bû, derbaz kir. Babê wî, Johann Georg Kant (1682-1746), sin'etkarekê (hostayekê) almanî yê xelkê Memelê (niha Klaipeda a Lîtwanyayê e) bû. Dayîka wî, Anna Regina Porter (1697-1737), keça kurtankerekî bû. Di zarotiya xwe da Immanuel xwîndinkarekê baş bû. Di malbateka luterî da mezin bû ko bawerî bi xwe terxankirina jibo dînî, xwe-şkandin û zahidiyê û vexwîndina peyvaneya kitêba pîroz ya încîlê hebû. Ji ber hindê, Immanuel bi awayekî rijd hat perwerdekirin-xwedî tertîb, hişik- ko li zimanê latînî û rênumayiyên dînî pirtir ji riyaziyat û zanistî rêz digirt. Paştir, Immanurl behsa wê heyamê bi heyameka nexweş dikit.
Gava li zanîngehê xwendekar bû çend salan ders da xwendekaran. Gava xwendekar bû di bin bandora Leibniz û Woolf de ma. Di sala 1755an de piştî ku bû doçent li zanîngehê dersên curbecur ên Zaniyariya Civatê da. Kant di destpêkê de di mijara fîzîk û astronomiyê de nivîsand. Di sala 1755an de berhema xwe ya bi navê "Dîroka Gerdûniya Xwezayî û Teoriya Buhiştan" nivisand. Di sala 1770an de bu serokê kursiya mentiq û Metafîzîkê. Piştî 1770an bi bandora Hume û Rousseau felsefa xwe ya rexneyî pêşve bir.
Berhemên wî
biguhêre- Kritik der reinen Vernunft, 1781
- Prolegomena zu einer jeden künftigen Metaphysik, 1783
- Grundlegung zur Metaphysik der Sitten, 1785
- Kritik der praktischen Vernunft, 1788
- Kritik der Urteilkraft, 1790
- Religion innerhalb der Grenzen der bloßen Vernunft, 1793
- Metaphysik der Sitten, 1797