Polonya

Welatekî Ewropayê
(Ji Poland hat beralîkirin)

Polonya yan jî bi fermî Komara Polonyayê; bi polonî: Polska; bi poloniya fermî: Rzeczpospolita Polska), welatekî Ewropaya Navendî ye ku li 16 parêzgehên îdarî yên bi navê voivodeships hatiye dabeşkirin. Polonya bi giştî 313.931 km² rûerd vedigire. Nifûsa Polonyayê li dora 38 milyon kes û welatê pêncem e ku bûye endamê Yekîtiya Ewropayê. Warşova paytexta netewe û metropola herî mezin ê Polonyayê ye. Bajarên din ên mezinên welêt Kraków, Gdańsk, Wrocław, Katowice, Łódź, Poznań, Szczecin û Lublîn e.

Rzeczpospolita Polska Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Polonya
Rzeczpospolita Polska Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: Move your imagination Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Poland Is Not Yet Lost Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Polonya li ser nexşeyê
Map
Paytext

52°Bk, 19°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî Sîstema parlamenter
 •  Serokdewlet Andrzej Duda (2015–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Mateusz Morawiecki (2017–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 11 çiriya paşîn 1918, 10th century 
 •  Rûerd 312.683 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 38.382.576 (2019) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr UTC+1 (dema standard), UTC+2 (Demjimêra havînê)
Koda telefonê +48

Polonya xwedan avhewa veguhêzeka nerm e û axa welêt ji deşta ewropî ya navîn derbas dibe ku ji Deryaya Baltîkê li bakur heya Çiyayên Sudeten û li başûr jî heya Çiyayên Karpatanan dirêj dibe. Çemê polonî yê herî dirêj Çemê Vistulayê ye û xala herî bilind a Polonyayê Çiyayê Rysy ye ku li Çiyayê Tatraya Karpatanê ye. Welat ji bakurêrojhilat bi Lîtvanya û Rûsya, li rojhilat ve bi Belarûs û Ûkrayna, li başûr bi Slovakya û Çekya û li rojava ve bi Almanyayê re sînor e. Di heman demê de sinorên xwe yê deryayî bi Danîmarka û Swêdê re parve dike.

Jiyana mirovî yên pêşdîrokî ya li ser axa polonî heya 10.000 salên b.z. diçe. Ji hêla çandî ve li seranserê kevnariya paşîn ê cihêreng, herêm ji hêla eşîrên polonan ve hatiye cihwarkirin ku navê wan di serdema navîn a destpêkê de li Polonyayê hatiye kirin. Dewleta polonî di sala 966an de hatiye damezrandin ku di dema serwerekî pagan ê polonî di bin banê Dêra Romayê de dibe xiristiyan hatiye avakirin. Keyaniya Polonî di sala 1025an de derdikeve holê û di sala 1569an de têkiliya xwe ya dirêj bi Lîtvanya re zexm dike ku bi vî rengê Hevpeymaniya Polonî-Lîtvanî hatiye avakirin. Polonya di wê demê de yek ji hêzên mezin ên Ewropayê bû ku bi pergalek siyasî ya bêhempa ya lîberal di sala 1791an de yekem destûra nûjen a Ewropayê pejirandiye.

Bi derbasbûna Serdemek Zêrîn a Polonî ya dewlemend, welat di dawiya sedsala 18an de ji hêla dewletên cîran ve hate dabeş kirin û carek din dîsa di sala 1918an de serxwebûna xwe wekî Komara Duyem a Polonî bi dest dixe. Di îlona sala 1939an de dagirkirina Polonya ji hêla Almanya û Yekîtiya Sovyetê ve dibe sedema Şerê Cîhanê yê Duyem û Şerê Cîhanê yê Duyem dibe sedema bi milyonan qurbaniyên polonî. Weke endamek Bloka Komunîst a di dema Şerê Sar a cîhanî de, Komara Gel a Polonyayê damezrînerê Peymana Warşovayê bû. Bi derketin û tevkariya Tevgera Hevgirtinê (Sendîkaya Polonî), hikûmeta komunîst hate hilweşandin û Polonya di sala 1989an de carek din dîsa wekî dewletek demokratîk ji nû ve hatiye avakirin.

Polonya komarek parlamenî ye ku du meclîsên sejm û senatoyê pêk tê. Welêt xwedî bazarek pêşketî û aborîyek bilind e. Polonya di warê aboriyê de wekê hêza navîn tê hesibandin ku welêt ji hêla Dahata Berhemên Kesane ya Neteweyî ve di Yekîtiya Ewropayê de şeşem aboriya herî mezin û ji hêla (PPP) ve welatê pêncemê Ewropayê ye. Welêt standardek pir bilind a jiyanê, ewlehî û azadiya aborî peyda dike welat xwedî perwerdehiya zanîngehê ya belaş û xwedî sîstema lênerîna tenduristiyê ya gerdûnî ye. Li welêt 17 Mîrateyên Cîhanî yên UNESCOyê hene ku 15 ji wan mîrateyên çandî ne. Polonya dewletek endamek damezrîner a Neteweyên Yekbûyî ye, endamê Rêxistina Bazirganiya Cîhanî, NATO, Yekîtiya Ewropayê û endamê Herêma Şhengen e.

Dîrok Biguhêre

Pêşdîrok û protodîrok Biguhêre

 
Cihwarek li Biskupinê ji Serdema Bronzê ye ku Çanda Lusatiyan destnîşan dike (sedsala 8ê b.z.).

Her çiqas evhewaya dijwar ku pê re çêdibe rê nade ku mirovên pêşîn cihwarên mayînde avabikin, mirovên arkaîk ên Serdema Kevir û celebên Homo erectus ên pêşîn bi qasî 500 hezar sal berê li Polonyayê bi cih bûne. Hatina Homo sapiens û mirovên nûjen ên anatomîkî di dawiya Serdema Qeşaya Dawî (10.000 b.z.) de li Polonyayê bicih dibin. Vekolînên neolîtîk di vê serdemê de pêşketineke berfireh nîşan didin ku delîlên herî pêşîn ên çêkirina penîr a ewropî (5500 b.z.) li Kuyavyaya polonî hatiye dîtin û teswîra li ser dîzika Bronocice teswîra herî zû ya naskirî ya ku wesayitek bi teker (3400 BZ) destnîşan dike.

Serdemên ku Serdema Bronz û Serdema Hesinî ya Destpêkê (1300 b.z.–500 b.z.) vedihewîne bi zêdebûna nifûsê, damezrandina cihwarbûnên dorgirtî (gords) û berfirehbûna Çanda Lusatiyanê destnîşan dikin. Vedîtinek girîng a arkeolojîk a ji protodîroka Polonyayê, runiştgehek li Biskupin e ku wek Çanda Lusatiyan a Serdema Bronz a Dereng (navenda sedsala 8an a b.z.) tê dîtin.

Li seranserê kevnariyê (400 b.z. – 500 b.z.) gelek nifûsên kevnar ên cihêreng li ser axa Polonyaya îro jiyan kirine nemaze eşîrên Keltî, îskîtî, almanî, sarmatî, baltîk û slavî li Polonyaya îro jiyan kirine. Wekî din, vedîtinên arkeolojîk hebûna Lejyonên Romayî yên ku ji bo parastina bazirganiya kehrîbarê hatine şandin, piştrast dikin. Eşîrên polonî piştî pêla duyemîn a Serdema Koçberiyê li dora sedsala 6an a p.z. derketine holê ku ew slavî bûn û dibe ku bermahiyên asîmîlebûyî yên gelên ku berê li herêmê rûdiniştin jî di nav wan de bin. Di destpêka sedsala 10an de, polonî li herêmê serweriya eşîrên din ên Lekîtîk dikin û di destpêkê de federasyonek eşîrî û piştre jî dewletek keyaniya navendî ava dikin.

Keyaniya Polonî Biguhêre

Polonya di nîvê sedsala 10an de di bin serweriya Xanedana Piast de dest pê kir ku bibe yekitiyek yekbûyî û yekitiyek herêmî ya naskirî. Di sala 966an de serwerê polonan Mieszko I bi vaftîzma Polonya di bin banê Dêra Romayê de xirîstiyaniyê qebûl dike. Destpêkek bi navê Dagome iudex yekem car sînorên erdnîgarî yên Polonya bi paytext û metranên Polonyayê li bajarê Gniezno diyar kir û teqez kir ku monarşiya wî di bin parastina serokatîya papayan de ye. Destpêka koka gelên welêt ji hêla Gallus Anonymus ve di Gesta principum Polonorum de ku kevnartirîn kronika polonî ye, hatiye vegotin. Bûyerek girîng a neteweyî ya serdemê şehadeta Saint Adalbert bû ku di sala 997an de ji aliyê paganên Prûsyayê ve hate kuştin û bermayiyên wî bi giraniya zêr ji hêla cîgirê Mieszko, Bolesław I ve hatiye kirîn.

Di sala 1000an de, di Kongreya Gniezno de, Bolesław mafê veberhênanê ji Otto III, Împeratorê Romaya Pîroz, ku ji bo afirandina piskoposên din razî dibe, distîne. Piştre li Kraków, Kołobrzeg û Wrocław sê piskoposên nû têne damezrandin. Wekî din, Otto cilûbergên padîşah û kopiyek Lanceya Pîroz diyariyê Bolesław dike; ev paşe ji aliyê Papa Benedict XIX ve ji Bolesław re hatin pêşkêş kirin. Dema ku wî destûr ji John ji bo tackirina xwe wergirt, ev cilûberg di tackirina wî de wekî Padîşahê yekem ê Polonyayê di sala 1025an de hate bikar anîn. Bolesław bi desteserkirina beşên Luzatyaya Alman, Moravyaya Çek, Mecaristana Jorîn û herêmên başûrê rojavayê Rûsyayê Kîevê ve qada deshilatdariya gelek berfireh dike.

Derketina ji paganiya li Polonyayê ne ji nişka ve pêk nayê. Polonya ji ber sedema bertekên li hemberî paganiya di salên 1030an de ji paganiyê derdikeve. Di sala 1031an de Mieszko II Lambert keyîtiya xwe winda dike û jiber tûndûtûjiya li Polonyayê direve. Di sala 1038an jiber bûyeran paytexta welêt ji aliyê Casimir I Restorer ve derbasê bajarê Krakovê dibe. Di sala 1076an de Bolesław II ji nû ve meqama padişahiyê saz dike lê di sala 1079an de ji ber kuştina dijberê xwe tê sirgûnkirin. Di sala 1138an de, dema ku Bolesław III Wrymouth erdên xwe di nav kurên xwe de parve dike ku welat bi pênc mîrektiyên serwer ve perçe dibe. Ev mêrektî ji Polonyaya Biçûk, Polonyaya Mezin, Silesiya, Masoviya û Sandomiyerz pêk hatiye ku Pomeraniya jî di navberê de di destê xwe de girtine. Di sala 1226an de Konrad I yê Masoviyayê Siwariyên Teutonîk (Şovalyeyên Teutonîk) vexwend ku di şerê li dijî Prûsiyên Baltîkê de bibin alîkar. Piştre ev biryar dibe sedema şerê sedsalanê di navbera siwariyan re.

Di nîvê sedsala 13an de, Henry I Birû û Henry II Dîndar armanc dikirin ku dukên perçebûyî bikin yek lê jiber êrişên mongolan û mirina Henry II di şer de yekitî pêk nayê. Ji ber wêranbûna ku li pey vê yekê diqewime, kêmbûn û daxwaza keda zenaetî dibe sedema koçberiya rûniştvanên alman û flaman ber bi Polonyayê ve ku ji hêla dûkên polonî ve hatine teşwîq kirin. Di sala 1264an de, Statuya Kalisz ku ji bo cihûyên poloniyên ku ji ber çewisandinên li deverên din ên Ewropayê direviyan Polonya, otonomiyek bêhempa ji wan re bidest xistiye. Ji Przemysł II yê ku di 1296an de bibû keyê Polonyayê, Wladysław I ê Kurt di sala 1320an de dibe yekem qiralê Polonya yekbûyî û yekem qiral bû ku li Katedrala Wawel a li Krakówê hatiye tac kirin.

Di destpêka sala 1333an de, desthilatdariya Casimir III Mezin bi pêşveçûnên binesaziya kelehê, artêş, dadwerî û dîplomasiyê ve hate naskirin. Di bin desthilatdariya wî de Polonya veduguhere hêzek mezin a ewropî. Wî di sala 1340an de desthilatdariya polonî li ser Rutenyayê saz kir û qerentînekî da destpêkirin ku pêşî li belavbûna Mirina Reş bigire. Di sala 1364an de, Casimir Zanîngeha Krakówê vekiri ye ku zanîngeh yek ji kevintirîn saziyên xwendina bilindê li Ewropayê ye. Piştî mirina wî di sala 1370an de, xanedana Piast bi dawî dibe. Li cihê wî xizmê wî yê herî nêzîk, Louis a Anjou hate ser textê ku Polonya, Mecaristan û Kroatya di bin yekîtiyek de birêve biriye. Keça Louis ya piçûk Jadwiga di sala 1384an de bûye yekem şahjina (yekem rêvebera jin) Polonyayê.

Di 1386an de, Jadwiga ya Polonya bi Wladysław II Jagiełło, Dûka Mezin a Lîtvanya re zewacek pêk tîne ku bi vî rengî xanedana Jagiyelonîyan û yekîtiya Polonî-Lîtvanya ku di dawiya Serdema Navîn û destpêka Serdema Nûjen de derbas dibe tê ava kirin. Hevkariya di navbera polonî û lîtvaniyan de herêmên lîtvanyayî yên pir-etnîkî yên berfireh anîn qada bandora Polonyayê û ji bo rûniştvanên polonî yên ku di yek ji mezintirîn pêkhateyên siyasî yên ewropî yên wê demê de bi hev re jiyan dikirin, bi fayde dibe.

Li herêma Deryaya Baltîk têkoşîna Polonya û Lîtvanya li dîjî Siwariyên Teutonî berdewam dike û di Şerê Grunwald a sala 1410an de artêşa polonî-lîtvanî ya hevbeş biserketinek diyar li dijî wan bi dest dixin. Di sala 1466an de, piştî Şerê Sêzdeh Salan, key Casimir IV Jagiellon pejirandina keyaniyê da Aştiya Thorn ku Duka Prûsya ya pêşerojê di bin serweriya polonî de damezrand û hikumdarên Prûsyayê neçar dike ku bacê bidin keyaniyê. Xanedaniya Jagiyeloniyan jî kontrola xanedaniyê li ser padîşahiya Bohemya (1471 û pê ve) û Mecaristanê saz kir. Li başûrê welêt Polonya di bin xetereya dagirkirina Împeratoriya Osmanî û Tatarên Kirimê dimîne û li rojhilat jî alîkariya Lîtvanya dike ku li dijî şerê Rûsyayê biser bikevin.

Polonya wek dewleteke feodal bi pêş diçû ku aborîya welêt bi giranî bi çandiniyê birêve diçû û esilzadeyên xwedî erd ku her diçû bi hêztir dibûn ku nifûsa welêt ji ber mecbûriyê di nav zozanên mîrîtî yên taybet yan jî di nav folwarkan de jiyan dikirin. Di sala 1493an de John I Albert pejirandina avakirina parlamentoyek du-meclîsî ku ji meclîsa jêrîn, Sejm, û meclîsek jorîn, Senatoyê pêk tê dipejirîne. Qanûna Nihil novi ji hêla general Sejm ve di sala 1505an de hate pejirandin ku piraniya hêza qanûndanînê ji keyaniya derbasî parlamentoyê dibe û dema ku dewlet ji hêla esilzadeyên polonî yên ku azad û wekhev dixuyiyan ve dihate birêvebirin, ev bûyera destpêka heyama ku bi navê Azadiya Zêrîn tê zanîn hatiye destnîşan kirin.

Di sedsala 16an de tevgerên Reformasyona Protestan di nav Xirîstiyantiya Polonî de kûr dibe ku di encamê de polîtîkayên ku tolerasyona dînî tê pêşxistin ku di wê demê de li Ewropayê nehatibû dîtin. Ev tolerans poloniyan ji aloziya dînî û şerên dînî yên ku Ewropayê dorpêç kiribû dûr dixe. Li Polonyayê, Xirîstiyaniya Nontrinitarian dibe doktrîna bi navê Birayên Polonî yên ku ji mezheba xwe ya Kalvînîst veqetiyan û dibin hev-damezrînerên unitarianîzma cîhanî.

Ronesansa Ewropî di bin serweriya Sigismund I Kal û Sigismund II Augustus de di hewcedariya pêşvebirina şiyarbûnek çandî de hestek lezgîn derdixe holê. Di Serdema Zêrîn a Polonî de, aborî û çanda neteweyî geş dibe. Bona Sforza ku bi eslê xwe îtalî ye ku keça Duke a Mîlan û hevjîna şahbanûya Sigismund I, beşdariyên girîng di mîmariyê de pêk tîne.

Civaka polonî-lîtvanî (Commonwealth) Biguhêre

Nifûs Biguhêre

Çavkanî Biguhêre

Girêdanên derve Biguhêre