Wilhelm Reich

Psîkanalîstê Awûstûryayî-Amerîkî (1897-1957)

Wilhelm Reich (jdb. 24ê adara 1897an li Dobzau, Galîçya, Awistriya-Mecaristan - m. 3ê çiriya paşîn a 1957an li Lewisburg, Pensîlvanya, DYA) psîkoanalîst, civaknas, lêkolînerê zayendiyê û psîkîyatrîstekî awistrî bû.

Wilhelm Reich
Reich di sala 1922an de
Jidayikbûn24 adar 1897 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dobrianychi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin3 çiriya paşîn 1957 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Lewisburg Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêHeart failure li ser wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêOrgonon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Awistirya-Mecaristanê, Awistirya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
Xebat
  • Character Analysis
  • The Mass Psychology of Fascism
  • Die Sexualität im Kulturkampf
  • Listen, Little Man! Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
Hevjîn
  • Annie Reich (1922–1933)
  • Elsa Lindenberg (1933–1940)
  • Ilse Ollendorf (Queens, 1946–1951) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Eva Reich
  • Lore Reich Rubin
  • Peter Reich Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.wilhelmreichtrust.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sala 1934ê bi navê vegetoterapî (vejetoterapî) deng vedide û herwiha yek ji avakarên orgonomîyê ye ku wî bi navê orgon binavdikir. Giregirekî psîkoterapiya laş e.

Bi nêrînên xwe yên radîkal û pirtûkên xwe yên (gorî hinekan) psîkopolîtîk navdar e. Pirtûka wî ya bi navê Psîkolojiya girseyê ya faşîzmê di nava ronakbîr û xwendekarên kurd de tê naskirin. Di salên 1920ê de bi Sigmund Freud re hevaltiyê dike, dixebite. Angaştên Freud berî bi civakê fireh dike.

Belaya sazûmaniya nazî xwe digihîne wî jî. Pirtûkên wî di nava weşanên ziyandar de hejmartin. Sala 1939 xwe dispêre Amerîkayê li wir alava xwe ya terapiya alternatîv akûmûlatora enerjiyê-orgonê dide nasandin lê îcar jî serê wî bi dadgehan re dikeve belayê, lewra fîrmayên dermanan giliyê wî dikin. Dadgeh cezayê 2 salan (bi sedema ku wî qaşo berevaniya xwe nekiriye, heqaret kiriye) lê dibirrin û berhemên wî tên sansûrkirin. Li girtîgehê ji nexweşiyên dil-demar (NDD) dimire.