Sigmund Freud
Sigmund Freud di 6ê Gulan 1856'ê de li Freiberg (Mähren) anjî ku îro li welatê çîk ê ji dayik bûye. Di 23ê Îlon 1939'ê li London a Brîtanya yê jiyana xwe jidestdide. Bijîşk, pisporê derûnînasiya kûr, avakerê rêgeha psîkoanalîtîk ê, rexnegirê olan e. Yek ji navdarên sedsala 20emîn e.
Sigmund Freud | |
---|---|
Jidayikbûn | 6 gulan 1856 |
Mirin | 23 îlon 1939 London |
Sedema mirinê | Laryngeal cancer (Euthanasia) |
Cihê goristanê | Golders Green Crematorium |
Hevwelatî | împeratoriya Awistiryayê, Cisleithania (–1918), Awistirya (1918–), Almanyaya Nazî (1938–1939) |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Xebat | |
Meqam | |
Hevjîn |
|
Zarok |
|
Dê û bav | |
Xizm | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Herçendî bi xwe miroveke ateîst bû jî, malbata wî bingeh-Cihû bû navê wî yê jidayikbûne Sigismund Schlomo Freud e. Bavê Sigmund, Kallamon Jacob Freud (1815-1896) sêyemîn zevaca xwe bi diya Sigmund Amalia Nathanson (1835-1930) re kiriye. Zaroktiya Sigmund bi xûsk û birayên damariyê re derbasbûye. Bavê wî kesekî bazirgan û dewlemend bû. Mixabin di sala 1857'î de ji ber qeyrana aborî ya wê demê xizan dikeve.
Piştî perwerdehiyeke serkeftî dibe bijîşk û di sala 1882´î de li Nexweşxaneya Giştî ya Wîen dest bi kar dike. Di sala 1885'ê de dibe doçentê Neuropathologiyê. Freud gelek caran li bajar û welatan digere. Derûniya mirov bala wî pirr dikişîne û ew ne li têgihîştinê lê li metoda têgihîştinê digere. Teknîkên wê demê têra wî nakin û ew wan kêm û nebaş dibîne. Gorî wê, sirûştê xweparastineke bêhempa daye mirov û ev yeka han nahêle mirov pirsgirêkên xwe yî derûnî nasbike û derêxîne. Ji bo wê divê mirov hêza vê xweparastinê bêyî êş û azarê bişikîne. Freud dest bi lêgerîn û xurtkirina hîpnotîzma, şîrovekirina xewnan hwd digere.
Berdewama jiyana Sigmund Freud
biguhêre- 1886 - Zewac bi Martha Bernays re
- 1887 - Bikaranîn û xurtkirina hîpnotîzmayê
- 1888 - Yekemîn cara bikaranîna mikurhatina serbest
- 1893 - Xebat û sererastkirinên li ser obsesyon, hîsterî û anxiete (gumanbariyên bêsedem)
- 1895 - Beyankirina veqetandina derûnînasiyê (psikologî) ji neurologî û psîkîatrî yê
- 1896 - Beyankirina teoriya Ravekirina Derûniyê
- 1900 - Şîrovekirina xewnan, keşfên nû wekî hişar û derhişar
- 1901 - Psîkopatologî ya Jiyana Rojane, bi vê pirtûka xwe ew nîşan dide ku rêgehên wî ne tenê ji bo anormalîte yê, herwekî ji bo normalîte yê jî kêrdar in.
- 1905 - Li ser jiyana seks a mirov xebat
- 1908 - Yekemîn komcivîna navneteweyî ya derûnînasan li Salzburg
- 1910 - Xebat li ser narsîsîzm ê, dayîna konferansan
- 1912 - Weşandina pirtûka Totem û Tabû, veqetina hevalên wî ji Freud wekî Alfred Adler, Carl Gustav Jung. Hevalên Freud rexne li metodan digirin û gorî xwe li metodan digerin
- 1920 - Xebat li ser hezgirî, fobiya mirinê hwd
- 1921 - Xebat û pêşkêşkirina derûnînasiya komî
- 1923 - Xebat û pêşkêşkirinên wekî îd (binez an ajez), ego (ez, eze), superego (serez an ezder) hwd
- 1927 - Dahatûya Paradîgmayek, bi vê pirtûkê dest bi rexnekirina olan dike
- 1933 - Li Germanistanê Hitler tê ser desthilatdariyê. Pirtûkên Freud tên rûxandin
- 1936 - Artêşên Germanistanê Nemsayê dagirdikin. Freud direve Londonê
- 1939 - Li Londonê jiyana xwe jidestdide