Ravekirina Derûniyê

Ravekirina derûniyê yan îzahkirina Derûnnasî, di psîkoanalîtîkê de armanca sereke ye û cihekê girîng digire. Psîkoanalîst lê dixebite ku, kesayetî, taybetî û binhişara nexweşê xwe rave bike, bigîhîje encamên berbiçav daku gorî wê li çareyan bigere.

Sigmund Freud kesê ku cara yekemîn behsa ravekirina derûniyê kiriye ye. Hemî rêbazên psîkoanalîtîkê (bo mînak hevpeyvîn, test, hîpnotîzma hwd) ji bo ravekirina derûniyê ye. Bêî ravekirinê nexweşiyên bingeha wan ne organîk in, nikanin bêne tedawîkirin.