Almanya

Welatê Ewropayê
(Ji Germanistan hat beralîkirin)

Almanya yan jî Komara Federal a Almanyayê[d] (bi almanî: Deutschland, bi fermî: Bundesrepublik Deutschland), welatek li herêma rojavayê Ewropaya Navendî ye ku piştî Rûsyayê welatê herî qerebalix ê Ewropayê ye û welatê herî qerebalix ê Yekîtiya Ewropayê ye. Almanya li bakur di navbera Deryaya Baltîk û Deryaya Bakur de û li başûr di navbera Deryaya Baltîk û Çiyayên Alpan de ye. Li bakur bi Danîmarka, li rojhilat Polonya û Çekya, li başûr Awistirya û Swîsre û li rojava jî bi Fransa, Luksembûrg, Belçîka û bi Holenda yê re sinorê xwe parve dike. Paytexta welat û bajarê herî qerebalix bajarê Berlîn e, navenda aborî ya sereke Almanyayê bajarê Frankfurt e û mezintirîn qada bajarî, bajarê Ruhr e.

Komara Federal a Almanyayê
Bundesrepublik Deutschland
Ala Mertal
Sirûd: Deutschlandlied
(bi kurdî: "Strana Almanyayê")
(tenê ayeta sêyem)[a]
Cihê  Almanya  (keskê tarî)

– li Ewropa  (kesk & gewrê tarî)
– li Yekîtiya Ewropayê  (kesk)  –  [Rênîşan]

Paytext
û bajarê mezin
Berlin [a]
52°31′Bk 13°23′Rh / 52.517°Bk 13.383°Rh / 52.517; 13.383
Zimanên fermî Almanî[1][b]
Komên etnîkî
Demonîm Alman
Rêveberî Komara federaliya parlamenî
 •  Serok Frank-Walter Steinmeier
 •  Kanslêr Olaf Scholz
 •  Serokên Bundestag Bärbel Bas
 •  Serokên Bundesrat Bodo Ramelow
 •  Serokê Federal Dadgeha Destûra Bingehîn Stephan Harbarth
Pêşvebirî
 •  Meclîsa jorîn Bundesrat
 •  Meclîsa jêrîn Bundestag
Damezrandin
 •  Împeratoriya Romaya Pîroz 2ê sibata 962an 
 •  Konfederasyona Almanyayê 8ê hezîrana 1815an 
 •  Împeratoriya Almanî 18ê kanûna paşîn a 1871ê 
 •  Komara Weimarê 11ê tebaxa 1919an 
 •  Komara Federal 23ê gulana 1949an 
 •  CAE Bingeh[c] 1ê kanûna paşîn a 1958an 
 •  Veyekbûn 3ê çiriya pêşîn a 1990an 
Rûerd
 •  Giştî 357,168 km2 (63.)
Gelhe
 •  2021 Texmînkirin 83.129.285[2] (16.)
 •  Tîrbûn 232/km2} (58.)
TBH (PHK) 2021 texmînkirin
 •  Giştî $4,743 trîlyon[3] (5.)
TBH (nomînal) 2021 texmînkirin
 •  Giştî $4,319 trîlyon (4.)
Gini (2019) 29,7[4]
PPM (2019)Zêdebûn 0,947[5]
 · 6.
Dirav Euro () (EUR)
Demjimêr CET (UTC+1)
 •  Havîn (DH) CEST (UTC+2)
Hatûçûna ajotinê rast
Koda telefonê +49
ISO 3166 DE
Înternet TLD .de û .eu

Eşîrên cûrbecûr yên almanî ji kevnariya klasîk ve li beşên bakurê Almanyaya nûjen jiyan kirine. Herêmek bi navê Germania beriya 100 salê p.z. hatiye belgekirin. Di sala 962an de, Padîşahiya Almanyayê piraniya Împeratoriya Romayê ya Pîroz ava kiriye. Di sedsala 16an de herêmên bakurê Almanyayê bûne navenda Reformasyona Protestanan. Piştî Şerên Napoleon û hilweşîna Împeratoriya Romayê ya Pîroz di 1806an de, Konfederasyona Almanî di sala 1815an de hatiye damezrandin.

Yekbûna fermî ya Almanya di nav netewedewleta nûjen de di 18ê tebaxa sala 1866an de bi Peymana Konfederasyona Almanyaya Bakur re ku Konfederasyona Almanyaya Bakur bi pêşengiya Prûsya ava kiribû, piştre jî di sala 1871an de vediguhêze Împeratoriya Almanî. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û Şoreşa Alman a 1918-1919, împeratorî di encamê de veduguhere Komara Weimar a nîv-serokatî. Desthilatdariya Naziyan di sala 1933an de dibe sedema damezrandina dîktatoriyek totalîter û dibe sedema Şerê Cîhanê yê Duyem û Şerê Holokostê. Piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyem ê li Ewropayê û serdemek dagirkirina hevalbendan a di sala 1949an de, Almanya bi tevahî di du siyasetên cihêreng de bi serweriya sinorkirî hate organîze kirin ku bi serweriyên Komara Federal a Almanyayê ku bi gelemperî wekî Almanyaya Rojava tê zanîn û Komara Demokratîk a Almanyayê ku wekî Almanyaya Rojhilat tê zanîn, hatiye birêvebirin. Dema ku Komara Demokratîk a Almanya dewletek Bloka Rojhilat a komunîst û endamê Pakta Warşovayê bû, Komara Federal a Almanya endamê damezrîner ê Civata Aborî ya Ewropî û Yekîtiya Ewropayê bû. Piştî hilweşîna desthilatdariya komunîst a li Almanyaya Rojhilat, Yekbûna Almanyayê ku eyaletên berê yên Almanyaya Rojhilat e di 3ê cotmeha sala 1990an de beşdarî Komara Federal a Almanyayê dibe û komara parlemanî ya federal tê damezrandin.

Almanya weke hêzeke mezin û xwedî aboriyeke bihêz hatiye binavkirin ku li Ewropayê xwedan aboriya herî mezin e ku ji hêla Dahata Berhemên Kesane ya Neteweyî ve çarem aboriya herî mezin a cîhanê û ji hêla PPP (Îndeksa hêza kirînê) ve aboriya pêncem a herî mezin e. Wekî hêzek cîhanî di sektorên pîşesaziyê, zanistî û teknolojiyê de, sektorên zanistî û teknolojîk de, hem dervefiroşkar (îxrackar) û hem jî derhanîn a herî mezin ê cîhanê ye. Almanya endamê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, NATO, Konseya Ewropayê, G7, G20 û OECDê ye. Almanya xwediyê sêyem-zêdetirî hejmarên Mîrateyên Cîhanî yên UNESCOyê ye.

Tê pêşbînîkirin ku mirovên kevnar herî kêm 6 hezar sal berê li Almanyayê hebûn. Yekem fosîlên mirovî ya ne-modern (Neandertal) li Geliyê Neander hatiye dîtin.[6] Li Jura Swabian de delîlên kevnar ên bi vî rengî yên mirovên nûjen hatine dîtin ku di nav de bilûrên 42 hezar salî ye û amûrên muzîkê yên herî kevn in ku heta niha hatine dîtin.[7] Di lêkolînên arkeolojîk de Miroveşêr a ku ji 40 hezar sal berê ye û Venûsa 35 hezar salî ya Hohle Fels, hatine dîtin.[8]

Eşîrên german û împeratoriya frenkan

biguhêre
 
Berfirehbûna eşîrên german di navbera sala 750 b.z. û di 100 salê p.z..

Tê fikirîn ku dîroka gelên germanî ji Serdema bronzî ya Nordîk, Serdema hesinî a Zû, yan jî Çanda Jastorfê vedigerin.[9][10] Ji başûrê Skandînavya û bakurê Almanyayê, li başûr, rojhilat û rojava berfireh bûne ku bi eşîrên keltî, îranî, baltîkî û slavî re têkiliya wan pêş ketiye.[11]

Di bin desthilatdariya Augustus de, Împeratoriya Romê dest bi dagirkirina erdên ku eşîrên german tê de dijîn, dike û di navbera Çemê Reynê û Çemê Elbe de parêzgehek romanî ya demkurt a cermani ava dike. Di sala 9emê p.z. de, sê lejyonên romayî ji hêla Arminius ve di Şerê Daristana Teutoburgê de têk diçin. Encama vî şerî romayiyan ji xeyalên wan ên dagirkirina Almanyayê dûr dixe û bi vî awayî ev şer bûye yek bûyerên herî girîng di dîroka ewropî de.[12] Di sala 100ê p.z. de, Tacitus nivîsî ye ku eşîrên germanî li ser çemên Reynê û Danubê (Limes Germanicus) bi cih dibin û piraniya Almanyaya îro bidest dixin. Lêbelê Baden-Württemberg, başûrê Bavyera, başûrê Hessen û rojavayê Rheinland di wî demê di nav parêzgehên Romayê de hatibûn girêdan.[13][14]

Nêzîkî 260, gelên almanî dikevin nav axa ku di bin kontrola Romayê de ye. Piştî dagirkirina Hûnan ê di 375an de û bi paşketina Romayê ji 395an ve, eşîrên germanî ber bi başûrê rojavayê ve diçin ku frankan Padîşahiya Frenkiyan ava kirin û ber bi rojhilat ve birin ku Saksonya û Bavyera bindest bixin. Deverên ku îro li rojhilatê Almanyayê ye, di wî demê de eşîrên slavî yên rojavayî tê de jiyan dikirin.[15]

Frankaya Rojhilat û Împeratoriya Romaya Pîroz

biguhêre
 
Martin Luther (1483-1546) ku Reformasyona Protestan daye destpêkirin.
 
Frenkaya Rojhilat.

Karlê Mezin di sala 800an de Împeratoriya Karolenj ava dike û heman împeratorî di sala 843an de hatiye dabeşkirin. Keyaniya paşverû ya rojhilatê Frenkaya Rojhilat ji Çemê Reynê li rojava heya Çemê Elbê li rojhilat û ji Deryaya Bakur heya Çiyayên Alpan dirêj bûye.[16] Piştre Împeratoriya Romayê ya Pîroz ji vê împeratoriyê derdikeve holê. Piştî demekî kurt ê ku dibe qiralê Romaya Pîroz, di sala 996an de, Gregor V dibe yekem papayê alman ku ji hêla pismamê xwe Otto III ve hatiye erkdar kirin. Her çend împêratoran bi nakokiya veberhênanê hêz winda kiribe jî Împeratoriya Romaya Pîroz bakurê Îtalya û Burgundî di bin desthilatdariya împeratorên Salian de (1024–1125) vegirtiye.

Di bin serweriya împeratorên Hohenstaufen de (1138–1254), mîrên alman bêtirsî dan rûniştina almanan ku li başûr û rojhilat (Ostsiedlung) bi cih bibin.[17] Endamên Yekitîya Hanseatîk, bi piranî bajarên bakurê Almanyayê bûn ku di berfirehkirina bazirganiyê de pêşketî bûn.[18] Di sala 1315an de bi Xelayiya Mezin re dest pê kir nifûs kêm bû û piştre Mirina Reş a 1348-1350 destpêdike.[19] Qanûna Împeratoriya Ga yê Zêrîn a ku di sala 1356an de hatiye derxistin, awayê destûrî yên împeratoriyê peyda kir û hilbijartina împerator ji aliyê heft prens-hilbijêran ve hatiye qanûnî kirin.[20]

Johannes Gutenberg awayê çapkirina gerguhêz da Ewropayê ku bingehê demokratîkbûna zanistê daye Ewropayê.[21] Di sala 1517an de, Martin Luther Reformasyona Protestan teşwîq kir û wergera wî ya Încîlê dest bi standardkirina zimanê dike ku Aştiya Augsburg a sala 1555an baweriya "Evangelîstî" (Luterîtî) bi xweşdîtinî hate pêşwazîkirin lê di heman demê de biryar da ku baweriya mîr ew bû ku baweriya bindestên wî be (cuius regio, eius religio). Ji Şerê Kölnê heta Şerê Sîh Salan (1618–1648), pevçûnên dînê erdên alman wêran kirin û bi awayekî girîng nifûsa herêmê kêm kir.[22]

Aştiya Westphalia şerê dînî yê di nav komên biçûkên împeratoriyê de bi dawî kir ku mîrên wan ên ku bi piranî almanîaxêv bûn dikarîn ku Katolîk, Luterîtî yan Kalvînîzm wekî dînê xwe yê fermî hilbijêrin.[23] Pergala dadrêsî ya ku ji hêla rêzek Reformên Împeratoriya ve hatiye destpêkirin (nêzîkî 1495-1555) ji bo xweseriya herêmî ya berbiçav û ji bo Dîeta Împeratoriyê (desteya lihevhatinê ya Împeratoriya Romayê) ya bihêztir peyda kir.[24] Xanedana Habsburgê ji sala 1438an heta mirina Karl VI di sala 1740an de taca împeratoriyê werdigirin. Piştî Şerê Serkeftina Awistiryayê û Peymana Aix-la-Chapelle, keça Karl VI Maria Theresa dema ku mêrê wê, Franz I, bûye împerator, wekî hevjîna împeratorê hikûm dike.[25][26]

Ji sala 1740an ve dualîzma di navbera padîşahiya Habsburgê ya Awistiryayê û Keyaniya Prûsyayê de di dîroka almanan de serdest dibe. Di sala 1772, 1793 û 1795an de Prûsya û Awistirya tevî Împeratoriya Rûsî, li ser Parçekirina Polonyayê li hev kirin.[27] Di dema Şerên Şoreşger ên Fransî de, serdema Napolyon û paşê civîna dawî ya Dieta Împeratoriyê, piraniya Bajarên azad ên împeratoriyê bi herêmên xanedaniyê ve hatin girêdan ku herêmên dêran hatin sekulerîzekirin û pêvekirin. Di sala 1806an de împeratorî hate hilweşandin ku Fransa, Rûsya, Prûsya û Habsbûrgan (Awistirya) di dema Şerên Napolyon de ji bo hegemonyaya li dewletên almanî hevrikî kirine.[28]

Konfederasyon û Împeratoriya Almanî

biguhêre
 
Konferansa Alman 1815.

Piştî hilweşîna Napolyon, Kongreya Viyanayê Konfederasyona Alman ava dike ku ji yekîtiyek ji 39 dewletên serwer pêk tê. Erkdar kirina împeratorê Awistiryayê wekî serokê daîmî ya Kongreyê ya red kirina zêdebûna bandora Prûsyayê nîşan dide. Nakokiyên di nav siyaseta restorasyonê de hinek dibe sedema bilindbûna tevgerên lîberal, piştre jî tedbîrên nû yên zextê ji hêla rayedarê Awistirya Klemens von Metternich ve li dijî tevgeran pêk hatiye. Zollverein, sendîkaya terîfê, yekitiya aborî pêş xist.[29] Di ronahiya tevgerên şoreşgerî yên li Ewropayê de, rewşenbîr û mirovên hevpar şoreşên sala 1848an li dewletên Alman dest pê kirin û pirsgirêka almanan anîne rojevê. Qiralê Prûsyayê Friedrich Wilhelm IV, sernavê împeratoriyê hate pêşkêş kirin lê bi windakirina hêzê re wî tac û makezagona pêşniyarkirî red kir ku ji bo tevgerê paşveçûnek demkî bû.[30]

Key William I di sala 1862an de Otto von Bismarck wek serokwezîrê Prusya erkdar dike. Bismarck di sala 1864an de şerê bi Danîmarkayê re bi serketî diqedîne ku serketina paşîn a biryardar a Prûsya di Şerê Awistro-Pûsya ya sala 1866an de jê re hişt ku Konfederasyona Almanyaya Bakur ku Awistiryayê jê derdixe, ava bike. Piştî têkçûna Fransa di Şerê Franko-Prusyan de, mîrên slman di sala 1871an de damezrandina Împeratoriya Almanî radigihînin. Prûsya dewleta damezrîner a serdest a împeratoriya nû bû ku qiralê Prûsyayê wekî împerator hikûm dike û bajarê Berlîn dibe bajarê paytext a wî.[31][32]

Di serdema Gründerzeit a piştî yekbûna Almanyayê de, siyaseta derve ya Bismarck wekî serokwezîrê Almanyayê bi çêkirina hevalbendan û dûrxistina şer, pozîsyona Almanyayê wekî neteweyek mezin ewle kir.[33] Lêbelê di bin desthilatdariya Wilhelm II de, Almanya polîtîkayên emperyalîst dişopîne ku bi welatên cîran re dibe sedema pevçûnê.[34] Bi qada pirneteweyî ya Awistirya-Mecaristanê re hevalbendiyek dualî hate çêkirin ku Hevbendiya Sêsalê ya sala 1882an Îtalya jî di nav de bû. Brîtanya, Fransa û Rûsyayê jî ji bo parastina li dijî destwerdana Habsburgê ya ji bo berjewendiyên Rûsyayê yên li Balkanan an jî destwerdana Almanyayê ya li dijî Fransayê, bi hev re îtîfaq kirin.[35] Di Konferansa Berlînê ya di sala 1884an de, Almanya gelek kolonî ku di nav wan de Afrîkaya Rojhilat a Alman, Afrîkaya Başûr-Rojava ya Alman, Togoland û Kamerûn jî di nav de bûn, li ser heq îdîa kir. Piştre Almanya împeratoriya xwe ya kolonyal bi destxistina hinek deverên li Pasîfîk û li Çînê berfirehtir kir ku hebûna xwe yê li Pasîfîk û li Çînê biparêze.[36] Hikûmeta kolonyalîst a li Afrîkaya Başûr-Rojavayê (Namîbya ya îro), ji sala 1904an heta 1907an, tine kirina gelên Herero û Namaqua yên herêmî wekî cezakirina serhildanek pêk anî ku ev qirkirina yekemîn a sedsala 20an bû.[37][38]

Di 28ê hezîrana sala 1914an de kuştina arşdûkê Awistiryayê dibe hincet ku Awistirya-Mecaristan êrîşî Serbistanê bike û Şerê Cîhanê yê Yekem bidin destpêkirin. Piştî çar salên şer ku tê de nêzîkî du milyon leşkerên alman têne kuştin, bi agirbestek giştî şer bi dawî dibe.[39] Di Şoreşa Alman de (Mijdar 1918), Împerator Wilhelm II û mîrên desthilatdar ji desthilatdariya xwe dûr ketin û Almanya wekê komarek federal hate ragihandin. Serkirdayetiya nû ya Almanyayê di sala 1919an de Peymana Versaillesê îmze kir û têkçûna hevalbendan qebûl kir. Ev peyman ji aliyê dîroknasên almanan wekî heqaret dîtin ku ev bûyer dibe sedema bilind bûna Adolf Hitler. Almanya nêzîkî ji %13e ji axa xwe ya ewropî winda kir û hemî milkên xwe yên kolonyal ên li Afrîka û Pasîfîkê radest dike.[40]

Komara Weimarê û Almanyaya Nazî

biguhêre
 
Adolf Hitler, dîktatorê Almanyaya Nazî, ji sala 1933an heta sala 1945an.
 
Bi deverên ku ji aliyê Reich Alman ve têne kontrol kirin û bi rengê reş hatine diyarkirin, nexşeya Ewropayê ku di sala 1942an de di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de ji hêla Almanyayê ve hatiye dagir kirin.

Di 11e tebaxa sala 1919an de, Serok Friedrich Ebert Destûra Bingehîn a Demokratîk a Weimar îmze dike.[41] Di şerê paşîn de ji bo desthilatdariyê, komunîstan li Bavyerayê desthilatdarî girtin, lê hêmanên mihafezekar li deverên din hewl dan ku Komarê bi Derbeya Kappê hilweşînin. Şerê kolanan li navendên pîşesazî yên mezin, dagirkirina Ruhr ji hêla leşkerên Belçîka û Frensayê ve û heyamek hîperenflasyonê li pey xwe dihêle. Di sala 1924an de plansaziyek ji nû veavakirina deyn û afirandina diravek nû dest pê kir ku serdema Bîstên Zêrîn ku serdemek nûjeniya hunerî û jiyana çandî ya lîberal e daye destpêkirin.[42]

Depresyona mezin a cîhanê ku krîzek aborî ya mezin li cîhanê bû, di sala 1929an de li Almanyayê bi bandor dibe. Hikûmeta serokwezîr Heinrich Brüning polîtîkayek hişkbûna darayî û deflasyonê şopand ku di sala 1932an de dibe sedema bêkariyê ku ji sedî 30 gelên alman dimînin bê kar.[43] Partiya Nazî ya bi serokatiya Adolf Hitler dibe partiya herî mezin a Reichstagê piştî hilbijartinek taybetî ya di sala 1932an de û Hindenburg di 30 çile ya sala 1933an de Hitler wekî serokwezîrê Almanyayê erkdar kirin.[44] Piştî Şewata Reichstagê, bi biryarnameyek mafên bingehîn ên sivîl betal kir û yekem kampa komkirinê ya Naziyan vebû.[45][46] Di 23ê adara 1933an de, Qanûna Desthilatdar hêzek qanûnî ya bêsînor dide Hitler ku qanûn derbas kir ku destpêka Almanyaya Nazî dide nîşan.[47] Rêveberiya Hitler dewletek totalîter a navendî ava kir, ji Cemiyeta Miletan vekişiya û ji nû ve çekdarkirina welêt bi awayekî berbiçav zêde kir.[48] Bernameyek ku ji hêla hikûmetê ve hate piştgirî kirin ji bo nûvekirina aborî balê dikişîne ser karên gelemperî ku karê wî yê herî navdar Otoban bû.[49]

Di sala 1935an de rejîm ji Peymana Versayê vekişiya û qanûnên Nürnbergê yên ku cihû û hindikahiyên din armanc digirt, derxist.[50] Hikûmeta Adolf Hitler di sala 1935an de Saarlandê ji nû ve bi dest xist, di sala 1936an de Rheinland ji nû ve tê mîlîtarîze kirin, di sala 1938an de Awistirya bi Almanyayê ve girêda, di sala 1938an de Sudetenland bi Peymana Mûnîhê ve girêda û bi binpêkirina peymanê di adara sala 1939an de Çekoslovakya dagir dike.[51] Kristallnacht (şeva camên şikestî), şewitandina kinîştan, hilweşandina karsaziyên cihûyan û girtina girseyî ya cihûyan pêk tê.[52]

Di tebaxa sala 1939an de hikûmeta Hitler li ser Peymana Molotov-Ribbentrop ku Ewropaya Rojhilat di nav deverên bi bandor ên Alman û Sovyetê de dabeş dike, gotubêj kir.[53] Di 1ê îlona sala 1939an de Almanyayê Polonya dagir kir, Şerê Cîhanê yê Duyem li Ewropayê hate destpêkirin ku Brîtanya û Fransayê di 3ê îlonê de li dijî Almanyayê şer ragihandin.[54][55] Di bihara sala 1940an de, Almanya Danîmarka û Norwêc, Holenda, Belçîka, Lûksembûrg û Fransayê zeft kir ku hikûmeta Fransayê neçar dimîne li hemberî şer agirbestek îmze bike. Înglîzan di heman salê de di Şerê Brîtanyayê de êrîşên hewayî yên almanan şikand. Di sala 1941an de leşkerên alman êrîşî Yûgoslavya, Yewnanistan û Yekîtiya Sovyetê kirin. Di sala 1942an de Almanya û hevalbendên wî piraniya parzemîna Ewropa û Afrîkaya Bakur kontrol kirin lê piştî biserketina Sovyetan di Şerê Stalîngradê de, vegerandina hevalbendan ya Afrîkaya Bakur û di dema dagirkirina Îtalyayê di sala 1943an de, hêzên alman rastî şikestinên leşkerî yên dubare hatin. Di sala 1944an de Sovyetan ber bi Ewropaya Rojhilat ve hatin bi alikariya Fransayê hatin Fransayê û li hemberî kontra-êrîşên dawî ya Almanyayê, ketin erdên Almanyayê. Piştî xwekuştina Hîtler di dema Şerê Berlînê de, Almanya di 8ê gulana sala 1945an de belgeya teslîmbûnê îmze dike ku Şerê Cîhanê yê Duyem li Ewropayê û Almanyaya Nazî bi dawî dibe.[56][57] Piştî bidawîbûna şer, karbidestên nazî yên sax ji ber sûcên şer li dadgeha Nürnberg têne darizandin.[58]

Piştre ku paşê bi navê Holokostê dihate zanîn, hikûmeta alman zordestî li hindikahiyan dike ku wan li kampên komkirin û mirinê kom dike û li seranserê Ewropayê wan diavêje girtîgehan. Bi tevahî 17 milyon mirov bi awayekî sîstematîk hatin qetilkirin ku di nav wan de 6 milyon cihû, herî kêm 130.000 kes roman, 275.000 kesên astengdar, bi hezaran Şahidên Yehowa û bi sed hezaran dijberên siyasî û dînî hebûn.[59] Polîtîkayên naziyan li welatên di bin dagirkeriya Almanyayê de dibe sedema mirina 2.7 milyon polonî, 1.3 milyon ûkraynî, 1 milyon belarûsî û 3.5 milyon girtiyên şer ên Sovyetê.[60][61] Kuştiyên leşkerî yên alman bi qasî 5.3 milyon hatiye texmîn kirin û derdora 900.000 sivîlên alman dimirin.[62] Nêzîkî 12 milyon almanên etnîkî ji seranserê Ewropaya Rojhilat hatin derxistin û Almanya hema hema nêzîkî çaryeka axa xwe ya berî şer winda kir.[63]

Almanyaya rojhilat û rojava

biguhêre
 
Nexşeya Almanya di sala 1947an de, piştî dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem ku di nav de herêmên dagiriyên amerîkî, Sovyet, Brîtanya û Fransî û Saarlanda ku di bin kontrola Fransayê de ye. Herêmên rojhilatê xeta Oder-Neisse di bin şert û mercên Konferansa Potsdamê de ku derbasî Polonya û Yekîtiya Sovyetê bûye.

Piştî ku Almanyaya Nazî radest dibe, hevalbendan Berlîn û axa mayî ya Almanyayê li gorî çar herêmên dagirkirî parve dikin. Sektorên rojavayiyên ku di bin kontrola Fransa, Keyaniya Yekbûyî û Dewletên Yekbûyî de bûn di 23 gulan sala 1949an de hatin yek kirin û Komara Federal a Almanyayê hate avakirin (bi almanî: Bundesrepublik Deutschland); di 7ê cotmeha sala 1949an de, Herêma ku di bin desthilatdariya sovyetê de bû dibe Komara Demokratîk a Almanyayê (bi almanî: Deutsche Demokratische Republik; DDR). Ev deshilatdarî bi nefermî wekî Almanyaya Rojava û Almanyaya Rojhilat dihatin naskirin.[64] Almanyaya Rojhilat Berlîna Rojhilat wek paytexta xwe hilbijart, Almanyaya Rojava bajarê Bonn wek paytexta demkî hilbijart ku helwesta xwe ya ku çareseriya du dewletên demkî ye destnîşan bike.[65]

Almanyaya Rojava wek komara parlemanî ya federal bi "aboriya bazara civakî" hate damezrandin. Di sala 1948an dest pê kir, Almanyaya Rojava di bin Plana Marshall ya amerîkî de dibe wergirê sereke yê alîkariya nûavakirinê. Konrad Adenauer di sala 1949an de wek serokwezîrê yekem ê federal yê Almanyayê hate hilbijartin. Welat di destpêka salên 1950î de bi mezinbûna aborî ya berdewam (Wirtschaftswunder) pêşdikeve.[66] Almanyaya Rojava di sala 1955an de tevlî NATOyê dibe û dibe endamê damezrîner ê Civata Aborî ya Ewropayê. Di 1 çileya sala 1957an de Saarland tevlî Almanyaya Rojava dibe.[67]

Almanyaya Rojhilat dewletek Bloka Rojhilatî bû ku di bin kontrola siyasî û leşkerî ya Yekîtiya Sovyetê de bi riya hêzên dagirker û Pakta Warşovayê bû. Her çend Almanyaya Rojhilat îdîa kiriye ku ew demokrasî ye, desthilatdariya siyasî tenê ji hêla endamên pêşeng (Politbüro) yên Partiya Yekîtiya Sosyalîst a Almanyayê ya ku di bin kontrola komunîstan de ye ku ji hêla Stasi ve, karûbarek nepenî ya pir mezin, tê piştgirî kirin, hate bikar anîn. [68]Dema ku propagandaya Almanyaya Rojhilat li ser berjewendîyên bernameyên civakî yên Komara Demokratîk a Almanyayê û xetereya îdiakirî ya dagirkirina Almanyaya Rojava bû, gelek ji welatiyên Almanyaya Rojhilat ji bo azadî û bextewariyê li Almanyaya Rojava nihêrîne.[69] Dîwarê Berlînê ku di sala 1961ê de hate çêkirin, rê neda welatiyên Almanyaya Rojhilat ku birevin Almanyaya Rojava û dîwar dibe sembola Şerê Sar.

Di dawiya salên 1960an de ji hêla Ostpolîtîk ya serokwezîr Willy Brandt ve aloziyên di navbera Almanyaya Rojhilat û rojavayê de kêm dibin. Di sala 1989an de, Mecaristanê biryar da ku Perdeya Hesinî hilweşîne û sînorê xwe bi Awistiryayê re veke, ev dibe sedema koçberiya bi hezaran welatiyên Almanyaya Rojhilat di ser Mecaristan û Awistiryayê re ber bi Almanyaya Rojava ve herin. Vê yekê bandorên mezin li ser Komara Demokratîk a Almanyayê kir ku piştgiriya xwepêşandanên girseyî yên birêkûpêk zêde dibin. Di hewlekê de ji bo ku Almanyaya Rojhilat wek dewlet bimîne, karbidestên Almaniya Rojhilat qedexeyên sinor sivik kirin lê ev bi rastî dibe sedema bilezkirina proseya reforma Wende ku di Peymana li ser Çareserkirina Dawî ya bi rêzgirtina ji bo Almanya de ku bi peymanê Almanya serweriya temamî bi dest dixe. Ev yek di 3ê cotmeha sala 1990an de, bi tevlêbûna pênc dewletên Komara Demokratîk a Almanyayê ya berê ku ji nû ve hatine damezrandin, destûr dide ku Almanya ji nû ve were yekkirin.[70] Hilweşîna Dîwarê Berlînê di sala 1989an de bû sembola hilweşîna komunîzmê, hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, yekbûna Almanya û Die Wende.[71]

Almanya, Yekîtiya Ewropayê û ji nû ve yek kirin

biguhêre
 
Dîwarê Berlînê di dema hilweşîna di sala 1989an de û Deriyê Brandenburgê yek ji pêvçûnên yekem bû di dawiya Şerê Sar de ku di dawiyê de dibe sedema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê.

Almanyaya yekbûyî wekî berdewamiya berfireh a Almanyaya Rojava hate hesibandin jiber vê yekê endamtiya xwe di rêxistinên navneteweyî de parastiye.[72] Dema ku bajarê Bonnê statuya yekta ya Bundesstadt (bajarê federal) wergirtiye ku hinek wezaretên federal li bajêr dimînin, Berlîn dîsa dibe paytexta Almanyayê.[73] Veguheztina hikûmetê di sala 1999an de bi dawî dibe û nûjenkirina aboriya Almanyaya Rojhilat hate plan kirin ku heya 2019an bi dawî bibe.[74]

Ji nû ve yekbûna Almanyayê di Yekîtiya Ewropayê de rolek çalak girtiye ku di sala 1992an de bi Peymana Maastricht û di sala 2007an de Peymana Lîzbonê îmze dike û dibe hevavakarê Herêma Euroyê.[75] Almanya hêzeke aştîparêz ji bo aramiya li Balkanan şand û leşkerên almanî jî di çarçoveya hewlên NATOyê de ji bo ewlehiya li Efxanistanê piştî derxistina Talîban şandin Efxanistanê.[76][77]

Di hilbijartinên sala 2005 de Angela Merkel bûye yekem serokwezîra jina li Almanyayê. Di sala 2009an de hikûmeta alman planek teşwîqê ya bi 50 milyar € yê pejirand.[78] Di nav projeyên sereke yên siyasî yên alman ên di destpêka sedsala 21an de pêşketina entegrasyona ewropî, veguheztina enerjiyê (Energiewende) ji bo peydakirina enerjiyek domdar, sekinandina deynê ji bo butçeyên hevseng, tevdîrên ji bo zêdekirina rêjeya zayînê (pronatalîzm) û bilind- stratejiyên teknolojiyê yên ji bo veguheztina aboriya alman ku wekî Pîşesaziya 4.0. hatiye binavkirin heye.[79] Di krîza koçberan a sala 2015an de li Ewropayê, Almanya zêdetirî milyonek penaber û koçber qebul kiriye.[80]

Erdnîgarî

biguhêre
 
Nexşeya fizîkî ya Almanyayê.

Almanya heftemîn welatê herî mezin ê Ewropayê ye ku li bakur bi Danîmarka, li rojhilat bi Polonya û Çekya, ji aliyê başûrê rojhilat ve bi Awistirya û li aliyê başûrê rojava bi Swîsre re sinor e.[81] Fransa, Lûksembûrg û Belçîka li aliyê rojava, li bakurê rojava jî Holenda cih digire. Li bakur di navbera Deryaya Baltîk û Deryaya Bakur de û li başûr di navbera Deryaya Baltîk û Çiyayên Alpan de ye. Xaka Almanyayê ji 357,022 km² rûberê pêk tê (137,847 sq mi) ku ji vî 348,672 km² (134,623 sq mi) rûerd e û 8,350 km² (3,224 km²) (ji avê pêk tê) rûav e.

Xala herî bilind li çiyayên Alpan e (xala herî bilind: Zugspitze bi 2,963 mêtreyê) ku ji aliyê bakurê rojava ve heya peravên Deryaya Bakur, (Nordsee) ji bakurê rojava ve heta peravê Deryaya Baltîkê (Ostsee) dirêj dibe. Xala herî nizm ku li şaredariya Neuendorf-Sachsenbande, Wilstermarsch 3,54 mêtre di bin asta deryayê de ye.

Piraniya Almanyayê xwedî avhewa nerm e ku ji okyanûsa li bakur û rojava heta parzemîna li rojhilat û başûrê rojhilat berfireh dibe. dema ku havîn dikare ji germ û hişk bigire heya hewaya sar û baran diguhere, zivistanan ji ber sermaya li Alpên Başûr heya hewaya sar bi gelemperî bi baranên sinordar ve ewrayî ye. Li herêmên bakur bayên rojavayî yên ku ji Deryaya Bakur hewaya şil bi xwe re tîne germahiyê nerm dike û baranê zêde dike. Berevajî vê, li herêmên başûrê rojhilat germahiyên dijwar hene.[82]

Ji sibata sala 2019 û 2020an vir ve germahiya mehane ya navîniyê li Almanyayê germa herî kêm 3,3 °C, di çileya sala 2020an de, germa herî bilind 19,8 °C, di hezîrana 2019an de hatiye tomarkirin.[83] Rêjeya baranê ya mehane herî kêm 30 lître (li ser mêtreçargoşe erd) di dibat û nîsana sala 2019an de, herî zêde 125 lître serê metreçargoşe di sibata sala 2020an de baran bariye.[84]

Pirrengiyabiyo

biguhêre
 
Eyloyê poçik spî ku cûreyek teyrê nêçîrî ye ku niha din bin parastinê de ye.

Erdê Almanya dikare li pênc ekoherêmên bejayî were dabeş kirin ku ji ekoherêmên wekî daristanên tevlihev ên Atlantîkê, daristanên tevlihev ên Baltîkê, daristanên tevlihev ên Ewropaya Navendî, daristanên pelên fireh ên Ewropaya Rojava û daristanên şîn û tevlihev ên Alpê pêk tê. Ji sala 2016an vir ve ji %51 erdê Almanyayê ji bo çandiniyê hatiye veqetandin lê ji sedî 30 daristanî ye û ji %14 jî ji hêla nifûsê yan jî binesaziyê ve hatiye vegirtin.[85]

Cûreyên nebat û heywanên ku bi gelemperî li Ewropaya Navîn wekhevin hene. Li gorî Envantera Daristanan a Neteweyî, narewan, berû û cûreyên darên din ên pelweşanî ji %40ê daristanên Almanyayê pêk tînin ku nêzîkî ji %60 darên çam in, nemaze narewan û çam in.[86] Gelek cureyên firingî, kulîlk, kevz û kiyark hene. Di nav ajalên kovî de Rovî, Kurebeşk, Kîvroşka Ewropayê, Xezalê sor a Ewropayê, Berazê kovî, moflon (binecureyekî pezê kovî) û hejmareke hindik ji Kewndêzê Ewrasyayê hene. Celebek kulîlkek mor (Centaurea cyanus) heye ku berê sembolek neteweyî ya almanan bû.[87]

16e parkên neteweyî yên Almanyayê hene ku di nav de Parka Neteweyî ya Jasmund, Parka Neteweyî ya Herêma Vorpommern Lagoon, Parka Neteweyî ya Müritz, Parkên Neteweyî yên Deryaya Wadden, Parka Neteweyî ya Harz, Parka Neteweyî ya Hainich, Parka Neteweyî ya Daristana Reş, Swîsreya Neteweyî ya Saxon, Parka Neteweyî ya Daristana Bavarian û Parka Neteweyî ya Berchtesgadenê hene.[88] Di heman demê de, 17 Rezervên Biosferê û 105 parkên xwezayiyên Almanyayê hene.[89] Qada Zoolojîk a Berlînê ku di sala 1844an de vebûye, li Almanyayê ya herî kevn e û îdîa dike ku berhevoka herî berfireha celebên ajalan li cîhanê ye.[90]

Rêveberî û polîtîka

biguhêre

Almanya komareke federal, parlamenî û demokratîk e. Desthilata qanûndanînê ya federal di parlementoyê de ye ku ji Bundestag (Desteya Federal) û Bundesrat (Meclîsa Federal) pêk tê ku bi hev re organa qanûndanînê pêk tînin. Bundestag bi rêya hilbijartinên rasterast û bi sîstema nûnertiya rêjeyî ya tevlîhev tê hilbijartin. Endamên Bundesrat nûnertiya rêveberiyên şanzdeh herêmên federe dikin û ji aliyê wan ve têne erkdar kirin. Sîstema siyasî ya alman li gorî çarçoveya ku di makezagona sala 1949an de wekî Qanûna Bingehîn tê zanîn de tevdigere. Guherandinên qanûnî bi giştî pêwîstî ya bi piraniya ji sê parên nûnerên Bundestag û Bundesrat pêwîstî ya du paran heye. Prensîbên bingehîn ên Destûra Bingehîn ku tê de xalên garantiya rûmeta mirovî, cihêbûna hêzan, pêkhateya federal û serweriya hiqûqê têne diyarkirin, di sîstema hiqûqa Almanyayê de bêguhertin her dem derbasdar e.[91]

Serokê dewletê bi nûnerî xwedî berpirsiyar û xwedî raye ye. Serok ji hêla Bundesversammlung (komîsyona federal) ve, saziyek ku ji endamên Bundestag û hejmarek wekhev ji delegeyên dewletê pêk tê, tê hilbijartin. Karbidestê duyem ê herî bilind di rêza pêşîn a alman de Bundestagspräsident (Serokê Bundestag) e ku ji hêla Bundestag ve tê hilbijartin û berpirsiyarê çavdêriya rûniştinên rojane yên Bundestag e. Karmendê sêyem a herî bilind û serokê hikûmetê, serokwezîr e ku ji aliyê Bundespräsident ve tê erkdar kirin ku ji aliyê partî an jî koalîsyona ku herî zêde kursiyên di 'Bundestagê de hene, tê hilbijartin.

Ji sala 1949an vir ve sîstema partiyê di bin serweriya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan û Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê de ye. Heta niha her serokwezîrek endamê yek ji van partiyan bûye. Lêbelê Partiya Demokrata Azad a Lîberal û Partiya Hevbendiya 90/Kesk jî di hikûmetên koalîsyonê de hevkariyên piçûk in. Her çend ew qet nebe beşek ji hukûmeta federal, ji sala 2007an vir ve Partiya Sosyalîst a Demokrat a Çep di Bundestaga a Almanyayê de endamekî giring e. Di hilbijartinên federal ên Almanyayê yên sala 2017an de, Alternatîva ji bo Almanyayê ya rastgir a populîst dengên pêwîst bi dest dixe ku cara yekem di parlementoyê de nûnertiya xwe bi dest dixe.[92][93]

Herêmên Almanyayê

biguhêre

16 Herêmên Almanyayê hene ku her herêmek parlementoya bixwe heye û di hindur de gelek aliyan de xwedî zagonin.

Rêz Herêm Serbajar Rûerd (km²) Nifûs (bi hezaran)
1 Baden-Württemberg Stuttgart 35.751,46 10.632
2 Bavyera Munîh 70.551,57 12.604
3 Berlin [94] 891,85 3.419
4 Brandenburg Potsdam 29.485,63 2.450
5 Bremen Bremen[94] 419,38 654
6 Hamburg [94] 755,26 1.753
7 Hessen Wiesbaden 21.114,94 6.046
8 Mecklenburg-Vorpommern Schwerin 23.180,14 1.598
9 Saksonya Jêrîn Hannover 47.634,90 7.792
10 Nordrhein-Westfalen Düsseldorf 34.097,72 17.572
11 Rheinland-Pfalz Mainz 19.853,36 3.995
12 Saarland Saarbrücken 2.569,69 991
13 Saksonya Dresden 18.415,51 4.047
14 Sachsen-Anhalt Magdeburg 20.446,31 2.246
15 Schleswig-Holstein Kiel 15.799,38 2.814
16 Thüringen Erfurt 16.172,50 2.162

Helwesta Almanyayê ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê

biguhêre

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Martin Schaefer li ser pirseke di civîna çapameniyê ya li Berlinê dihat lidarxistine da rexne li biryara referandûmê ya yekalî ya Herêma Kurdistanê girtin. Schaeferî diyar kir ku gavên zerarê dide yekîtiya Iraqê, ne li gorî berjewendiyên civaka navneteweyî ne jî Almanyayê ye û got: "Li herêmê keseke eger, sînorê xwe yekalî bixwaze biguherîne an jî bixwaze dewlet ava bike, bi agir dilîze.Almanya di derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de daxuyanî da

Herwiha Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê di bersiveke xwe de referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê nirxand û got: "Di mijara têkoşîna dijterorê de divê piştgiriya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge were kirin. Di mijara referandûmê de jî em piştgiriya herêma kurdî di nav yekîtiya Iraqê da diparêzin."

  1. ^ Ji 1952 heta 1990, Deutschlandlied sirûda netewî bi tenê ayeta sêyem li ser caran fermî sirûd gotin bûye. Ji ber ku 1991, bi tenê ayeta sêyem sirûda netewî bûye.[1]
  2. ^ danîmarkî, almaniya jêrîn, sorbî, romanî, û frîzî naskirin, ji aliyê Senedê Ewropayê ji bo Zimanên Herêmî an Hindikayiyan
  3. ^ Yekîtiya Ewropayê ji ber ku 1993.
  4. ^ Li kêmanîke naskirî Zimanên Almanî:
    • bi almanî: Bundesrepublik Deutschland
    • danî: Forbundsrepublikken Tyskland
    • Low German: Bundesrepubliek Düütschland
    • bi sorbiya jorîn: Zwjazkowa Republika Němska
    • Lower Sorbian: Nimska Zwězkowa Republika
    • Vlax Romani: Federalni Republika Jermaniya
    • bi frîzîya rojava: Bûnsrepublyk Dútslân

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Bundespräsidialamt. "Repräsentation und Integration" (bi almanî). Roja gihiştinê 8 adar 2016. Nach Herstellung der staatlichen Einheit Deutschlands bestimmte Bundespräsident von Weizsäcker in einem Briefwechsel mit Bundeskanzler Helmut Kohl im Jahr 1991 die dritte Strophe zur Nationalhymne für das deutsche Volk. [In 1991, following the establishment of German unity, Federal President von Weizsäcker, in an exchange of letters with Chancellor Helmut Kohl, declared the third verse [of the Deutschlandlied] to be the national anthem of the German people.]
  2. ^ "Bevölkerungsstand am 30. Juni 2021". Statistisches Bundesamt (Destatis). Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2021. "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk) CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "World Economic Outlook database: April 2021". International Monetary Fund. nîsan 2021. Ji orîjînalê di 12 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 nîsan 2021.
  4. ^ "Gini coefficient of equivalised disposable income". Eurostat. Ji orîjînalê di 9 çiriya pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2020.
  5. ^ "Human Development Report 2020". United Nations Development Programme. 15 kanûna pêşîn 2020. Ji orîjînalê di 15 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2020.
  6. ^ "Who were the Neanderthals?". www.nhm.ac.uk (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2022.
  7. ^ "Earliest music instruments found". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 25 gulan 2012. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2022.
  8. ^ "Ice Age Lion Man is world's earliest figurative sculpture - The Art Newspaper". web.archive.org. 15 sibat 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 sibat 2015. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "Germany - Unification, WWII, Cold War | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  10. ^ Kessler, P. L. "Kingdoms of the Germanic Tribes - Germanic Tribes (Teutons)". The History Files (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  11. ^ unset0000unse_g6n9. Internet Archive. 1982. ISBN 978-0-8147-1381-5.{{cite book}}: CS1 maint: others (lînk)
  12. ^ Nicol, Bran (2004). Postscript: Reading Iris Murdoch. London: Palgrave Macmillan UK. rr. 167–178. ISBN 978-1-349-40099-7.
  13. ^ FULBROOK, MARY (1991). "REVIEWS". History Workshop Journal. 32 (1): 208–210. doi:10.1093/hwj/32.1.208. ISSN 1477-4569.
  14. ^ The Journal Of The Anthropological Society Of Bombay. 1913.
  15. ^ Fulbrook, Mary (2002). A concise history of Germany. Cambridge concise histories (Çapa Nachdruck). 4030 Cambridge: Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-36836-0.{{cite book}}: CS1 maint: location (lînk)
  16. ^ FULBROOK, MARY (1991). "REVIEWS". History Workshop Journal. 32 (1): 208–210. doi:10.1093/hwj/32.1.208. ISSN 1477-4569.
  17. ^ FULBROOK, MARY (1991). "REVIEWS". History Workshop Journal. 32 (1): 208–210. doi:10.1093/hwj/32.1.208. ISSN 1477-4569.
  18. ^ FULBROOK, MARY (1991). "REVIEWS". History Workshop Journal. 32 (1): 208–210. doi:10.1093/hwj/32.1.208. ISSN 1477-4569.
  19. ^ "The Great Famine and the Black Death | 1315-1317, 1346-1351 | Lectures in Medieval History | Dr. Lynn H. Nelson, Emeritus Professor, Medieval History, KU". www.vlib.us. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  20. ^ FULBROOK, MARY (1991). "REVIEWS". History Workshop Journal. 32 (1): 208–210. doi:10.1093/hwj/32.1.208. ISSN 1477-4569.
  21. ^ Preface. Cambridge University Press. 30 îlon 1980. rr. ix–xxii.
  22. ^ Macfarlane, Alan (1997). The savage wars of peace : England, Japan and the Malthusian trap. Internet Archive. Oxford ; Malden, MA : Blackwell Publishers. ISBN 978-0-631-18117-0.
  23. ^ Edmondson, Earl (2000). Holborn, Hajo Ludwig Rudolph (1902-1969), historian and government adviser. American National Biography Online. Oxford University Press.
  24. ^ Law and empire: ideas, practices, actors. Rulers and elites. Leiden: Brill. 2013. ISBN 978-90-04-24529-7.
  25. ^ Sheehan, James J. (5 tîrmeh 2007). Introduction: culture and power during the long eighteenth century. Cambridge University Press. rr. 1–13.
  26. ^ "Collections Online | British Museum". www.britishmuseum.org. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  27. ^ Eastern Europe since 1989: the ‘triple transition’. Routledge. 10 nîsan 2006. rr. 617–635. ISBN 978-0-203-00725-9.
  28. ^ Fulbrook, Mary (2002). A concise history of Germany. Cambridge concise histories (Çapa Nachdruck). 4030 Cambridge: Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-36836-0.{{cite book}}: CS1 maint: location (lînk)
  29. ^ Henderson, W. O. (1934). "THE ZOLLVEREIN". History (bi îngilîzî). 19 (73): 1–19. doi:10.1111/j.1468-229X.1934.tb01791.x. ISSN 0018-2648.
  30. ^ Hewitson, M. (24 îlon 2010). "'The Old Forms are Breaking Up, ... Our New Germany is Rebuilding Itself': Constitutionalism, Nationalism and the Creation of a German Polity during the Revolutions of 1848-49". The English Historical Review. CXXV (516): 1173–1214. doi:10.1093/ehr/ceq276. ISSN 0013-8266.
  31. ^ "Unification of German States - Countries - Office of the Historian". history.state.gov. Ji orîjînalê di 2 hezîran 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  32. ^ "BBC - History - Otto von Bismarck". www.bbc.co.uk (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  33. ^ "BBC - History - Otto von Bismarck". www.bbc.co.uk (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  34. ^ Mommsen, Wolfgang J. (1990). "Kaiser Wilhelm II and German Politics". Journal of Contemporary History (bi îngilîzî). 25 (2): 289–316. doi:10.1177/002200949002500207. ISSN 0022-0094.
  35. ^ FULBROOK, MARY (1991). "REVIEWS". History Workshop Journal. 32 (1): 208–210. doi:10.1093/hwj/32.1.208. ISSN 1477-4569.
  36. ^ Farley, Robert. "How Imperial Germany Lost Asia". thediplomat.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  37. ^ Bazyler, Michael J.; Tuerkheimer, Frank M. (28 gulan 2020). Forgotten Trials of the Holocaust. New York University Press. ISBN 978-1-4798-0437-5.
  38. ^ Olusoga, David; Erichsen, Casper W. (2010). The Kaiser's Holocaust: Germany's forgotten genocide and the colonial roots of Nazism (Çapa 1. publ). London: Faber and Faber. ISBN 978-0-571-23141-6.
  39. ^ Crossland, David (22 kanûna paşîn 2008). "Aged 107: Last German World War I Veteran Believed to Have Died". Der Spiegel (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  40. ^ "German territorial losses, Treaty of Versailles, 1919". encyclopedia.ushmm.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  41. ^ FULBROOK, MARY (1991). "REVIEWS". History Workshop Journal. 32 (1): 208–210. doi:10.1093/hwj/32.1.208. ISSN 1477-4569.
  42. ^ Costigliola, Frank (1976). "The United States and the Reconstruction of Germany in the 1920s". Business History Review (bi îngilîzî). 50 (4): 477–502. doi:10.2307/3113137. ISSN 2044-768X.
  43. ^ "The Holocaust Chronicle PROLOGUE: Roots of the Holocaust, page 50". www.holocaustchronicle.org. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  44. ^ FULBROOK, MARY (1991). "REVIEWS". History Workshop Journal. 32 (1): 208–210. doi:10.1093/hwj/32.1.208. ISSN 1477-4569.
  45. ^ "The Dachau Gas Chambers: Photograph 2". web.archive.org. 10 gulan 2000. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 gulan 2000. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  46. ^ "The Dachau Gas Chambers: Photograph 2". web.archive.org. 10 gulan 2000. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 gulan 2000. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  47. ^ "Parliament lost – DW – 03/23/2013". dw.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  48. ^ Museum, Stiftung Deutsches Historisches. "Gerade auf LeMO gesehen: LeMO Kapitel: NS-Regime". www.dhm.de (bi almanî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  49. ^ Joshi, Vandana (2003). "Gender and Power in the Third Reich". doi:10.1057/9780230511071. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  50. ^ "The Nuremberg Laws". National Archives (bi îngilîzî). 15 tebax 2016. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  51. ^ Archives, The National. "Descent into war". www.nationalarchives.gov.uk. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  52. ^ "The "Night of Broken Glass"". encyclopedia.ushmm.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  53. ^ "German-Soviet Pact". encyclopedia.ushmm.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  54. ^ FULBROOK, MARY (1991). "REVIEWS". History Workshop Journal. 32 (1): 208–210. doi:10.1093/hwj/32.1.208. ISSN 1477-4569.
  55. ^ Ahmann, Rolf (31 kanûna paşîn 1992). Nazi German policy towards the Baltic states on the eve of the Second World War. Cambridge University Press. rr. 50–73.
  56. ^ FULBROOK, MARY (1991). "REVIEWS". History Workshop Journal. 32 (1): 208–210. doi:10.1093/hwj/32.1.208. ISSN 1477-4569.
  57. ^ "World War II: Timeline". encyclopedia.ushmm.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  58. ^ "BBC - History - World Wars: Nuremberg: Nazis On Trial". www.bbc.co.uk (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  59. ^ Defining the Holocaust. Columbia University Press. 31 kanûna pêşîn 2003. rr. 45–52.
  60. ^ Ellman, Michael; Maksudov, S. (1994). "Soviet deaths in the great patriotic war: A note". Europe-Asia Studies (bi îngilîzî). 46 (4): 671–680. doi:10.1080/09668139408412190. ISSN 0966-8136.
  61. ^ Kershaw, Ian, edîtor (2005). Stalinism and Nazism: dictatorships in comparison (Çapa Reprint). Cambridge: Cambridge Univ. Press. ISBN 978-0-521-56521-9.
  62. ^ Overmans, Rüdiger (2000). Deutsche militärische Verluste im Zweiten Weltkrieg. Beiträge zur Militärgeschichte (Çapa Studienausg., 2. Aufl). München: Oldenbourg. ISBN 978-3-486-56531-7.
  63. ^ Demshuk, Andrew (30 nîsan 2012). The Lost German East: Forced Migration and the Politics of Memory, 1945-1970 (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-107-02073-3.
  64. ^ "Trabant and Beetle: the Two Germanies, 1949-89". History Workshop Journal. 68 (1): 1–2. 1 îlon 2009. doi:10.1093/hwj/dbp009. ISSN 1363-3554.
  65. ^ Wise, Michael Z. (1998). Capital dilemma : Germany's search for a new architecture of democracy. Internet Archive. New York : Princeton Architectural Press. ISBN 978-1-56898-134-5.
  66. ^ Protzman, Ferdinand; Times, Special To the New York (22 tebax 1989). "Westward Tide of East Germans Is a Popular No-Confidence Vote". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  67. ^ "Germany - Rearmament and the European Defense Community". countrystudies.us. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  68. ^ Major, Patrick; Osmond, Jonathan, edîtor (2002). The workers' and peasants' state: communism and society in East Germany under Ulbricht 1945 - 71. Manchester: Manchester University Press. ISBN 978-0-7190-6289-6.
  69. ^ Protzman, Ferdinand; Times, Special To the New York (22 tebax 1989). "Westward Tide of East Germans Is a Popular No-Confidence Vote". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  70. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê (PDF) di 20 hezîran 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  71. ^ "CNN - y: What the Berlin Wall still stands for - November 8, 1999". web.archive.org. 6 sibat 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 sibat 2008. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  72. ^ "Art 11 EinigVtr - Einzelnorm". www.gesetze-im-internet.de. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  73. ^ "Berlin/BonnG - nichtamtliches Inhaltsverzeichnis". www.gesetze-im-internet.de. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  74. ^ Kulish, Nicholas (19 hezîran 2009). "In East Germany, a Decline as Stark as a Wall". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  75. ^ Research, CNN Editorial (9 tîrmeh 2013). "Eurozone Fast Facts". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023. {{cite web}}: |pêşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  76. ^ Dempsey, Judy (31 çiriya pêşîn 2006). "Germany is planning a Bosnia withdrawal - Europe - International Herald Tribune". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  77. ^ Kulish, Nicholas (19 hezîran 2009). "In East Germany, a Decline as Stark as a Wall". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  78. ^ "Germany agrees on 50-billion-euro stimulus plan - FRANCE 24". web.archive.org. 13 gulan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 gulan 2011. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  79. ^ "Regierungserklärung von Kanzlerin Merkel: Große Versprechen, scharfe Kritik | tagesschau.de". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 kanûna paşîn 2015. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  80. ^ "Migrant crisis: Migration to Europe explained in seven charts". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 2 îlon 2015. Roja gihiştinê 27 tebax 2023.
  81. ^ "Germany - The World Factbook". web.archive.org. 9 kanûna paşîn 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 kanûna paşîn 2021. Roja gihiştinê 28 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  82. ^ "Germany - Climate, Temperate, Rainfall | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 tebax 2023.
  83. ^ "Average monthly temperature 2022-2023 Germany". Statista (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 tebax 2023.
  84. ^ "Monthly sunshine hours Germany 2022-2023". Statista (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 tebax 2023.
  85. ^ "Climate impact of farming, land use (change) and forestry in Germany". Clean Energy Wire (bi îngilîzî). 29 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 28 tebax 2023.
  86. ^ "Spruce, pine, beech, oak – the most common tree species". BMEL - Bundeswaldinventur (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 tebax 2023.
  87. ^ Cleene, Marcel De; Lejeune, Marie Claire (2002). Compendium of Symbolic and Ritual Plants in Europe: Herbs (bi îngilîzî). Man & Culture. ISBN 978-90-77135-04-4.
  88. ^ "Search | BFN". www.bfn.de. Roja gihiştinê 28 tebax 2023.
  89. ^ "Zoofacts". web.archive.org. 7 çiriya pêşîn 2003. Ji orîjînalê di 7 çiriya pêşîn 2003 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tebax 2023.
  90. ^ "Zoo Berlin / VERSTEHEN / Zahlen & Fakten / Tierstatistik 2009". web.archive.org. 9 hezîran 2010. Ji orîjînalê di 9 hezîran 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tebax 2023.
  91. ^ Appendix The Basic Law for the Federal Republic of Germany. Nomos. 2013. rr. 852–936.
  92. ^ "A look at Germany's political parties – DW – 03/01/2021". dw.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 tebax 2023.
  93. ^ "Far-right party wins MPs in German parliament for first time in half a century". The Independent (bi îngilîzî). 25 îlon 2017. Roja gihiştinê 29 tebax 2023.
  94. ^ a b c Navçeyên Berlin û Hamburg ji bajarên hewşêwe navî de de pêk tên. Bremen jî navçeyeke ji bajarekî de pêk têye jî, bajarê Bremerhaven jî di hundura Bremen da ye.

Girêdanên derve

biguhêre