Serokê Almanyayê

(Ji Serokên Almanyayê hat beralîkirin)

Serokê Almanya, bi fermî Serokê Federal yê Komara Federal a Almanyayê (bi almanî: Bundespräsident der Bundesrepublik Deutschland), serokê dewleta Almanya ye. Beriya 1945 û dawiya Almanya Nazî, serokên Alman bi fermî hatin binav kirin bi almanî: Reichspräsident. Li gorî destûra bingehîn a Almanya ya 1949 (Almanyaya Rojava), serokê ji bo maweyek pênc-sale tê hilbijartin. Serokê heyî Frank-Walter Steinmeier e.

Serokê Alamanyayê
Bundespräsident
der Bundesrepublik Deutschland
SerokwezîrKanslêr Alamanyayê
biguhêreBelge

Di destûra bingehîn Almanyayê de siyasetmedarê herî bihêz ne serok; lê serok wezîr, kanslêr, e (bi almanî: Kanzler (an Kanzlerin); bi fermi: Bundeskanzler (an Bundeskanzlerin) der Bundesrepublik Deutschland).

Dîktator Adolf Hitler hate kirin kanslêr, lê wî di heman demê de xwe wekî serokomar jî destnîşan kir. Ev di bin destûra bingehîn a Almanya de neqanûnî ye, û Partiya Nazî neçar bû ku qanûnê biguheze ku wê destûrê bide. Bi vê yekê, Hitler bû otokrat. Destûra bingehîn a nû ya Almanyayê, piştî Almanya Nazî, ji bo pêşî lê bigire ku otokrasî vegere welêt hate çêkirin.