Seks
Seks an cinsîtî, "pûştî" an jî zayendîtî (bi latînî: sexus) ji hemî têkiliyên zayenderî, cinsî re tê gotin.
Seks ji têkiliyên zayenderî yên parcotan (mêr û jinan, mêr û mêr, jin û jin) heya masturbasyon, cureyên li rê yan nerewa yên têkiliyên cinsî hwd hemiyan dihewîne. Seks bi organên zayenderî tê kirin û pirranî ne ji bo zarokanîne ye, bo kêfê ye. Ji têkiliyên zayenderî yên ajalan re jî herwekî seks tê gotin. Armanca seksê ji xeynî zarokanînê kêf û orgazm an ejekulasyon e.
Hin beşên seksê yên serekeBiguhêre
Dîsa her beşek di nava xwe de bi gelek koman vediqete û her komek jî gelek cureyan dihewîne. Hin cureyên seksê bêî parcot dibin, bo mînak seks bi pêlîstokan re. Hin bi serê xwe dibin, mînak mastûrbasyon. Rewabûn an nerewabûna seksê li gorî dem û civakê diguhere û diguhêze. Hin cureyên sado-mazo li gelek civakan rewa tên dîtin.
Hin terzên sereke yên seksêBiguhêre
- Seksa genîtal, seksa mîsyonerkî, pozîsyona mîsyoneran
- Seksa oral
- Seksa anal
- Seks bi pêlîstokan re
- Masturbasyon
- Seksa awarte
Hin cureyên seksa awarteBiguhêre
Hin cureyên seksa nelirê, nerewaBiguhêre
- Seks bi ajalan re
- Seks bi zarokan re
Sex bi serê xwe beşekê mezin ji aboriyê dadigire. Di sektora seksê de bi milyaran Dolar dirav digere. Bo mînak pornografî sektoreke mezin e.