Anna Freud
Anna Freud (jdb. 3ê çiriya pêşîn a 1895an li Viyana; m. 9ê çiriya pêşîn a 1982an li London), dota (keça) Sigmund Freud ê, psîkoanalîsteka navdar Awistriyayî-Brîtanyayî ye. Sala 1938 bi malbatî koçber dibin diçin Brîtanyayê û dibin hevwelatiyê wê. Ew bi giranî li ser analîzkirina zarokan, psîkolojiya zarokan sekiniye.
Anna Freud | |
---|---|
Jidayikbûn | 3 kanûna pêşîn 1895 |
Mirin | 9 çiriya pêşîn 1982 London |
Cihê goristanê | Golders Green Crematorium |
Hevwelatî | Keyaniya Yekbûyî (1946–1982), Awistirya (1895–1946) |
Pîşe | |
Dê û bav |
|
Xelat | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di riya bavê xwe de meşiyaye, angaştên wî bipêşxistiye. Yek ji alîgirên navdar ên dibistana Sigmund Freud e.
Xebat û girîngî
biguhêreHin dibêjin jiyana wê ya malbatî, şerê cîhanî, nîjadperestî, hovîtiya Naziyan ûêd. bandora xwe li ser kesayetiya Anna Freudê hîştiye, lewra ew ateîst, lezbiyen, lîberal e. Piştî ji ber pêkutiyên Hitler direvin tên Brîtanyayê, li ser zarokên trawmatîze bûne radiweste, terapiya wan dike.
Sala 1936ê bi pirtûka xwe ya bi navê Das Ich und die Abwehrmechanismen - Ez û sazûmaniya berevaniyê navdar bûbû. Di nava psîkologan de wê kiribûn koma Ez-Derûnînasî, ango psîkolojiya "ez" ku bi xwe ji îd, ego, superego pêk dihat. Wê cîhana sazûmaniya berevaniyê (derûnînasî) gelek bipêşxistiye. Bi taybetî li ser babetên sazûmaniya reaksiyonan, regresyon, têkiliyên astên "ez"ê, zayendî, potansiyelên "ez"ê yên fêrbûyî, projeksiyon, întrojeksiyon, cîhana dijberetiyê, guherbariya armancan, îzolasyon, şîdet ûêd. rawestiyaye.
Pirtûkên wê yên girîng
biguhêre- Einführung in die Technik der Kinderanalyse - Di analîza zarokan de bikaranîna teknîkê (1927)
- Einführung in die Psychoanalyse für Pädagogen - Bo pedagogan bikaranîna psîkoanalîzê (1930)
- Das Ich und die Abwehrmechanismen - Ez û sazûmaniya berevaniyê (1936)
- Normality and pathology in childhood - Di zaroktiyê/zarokan de normalî û patologîtî (1965)
Li ser Anna Freud û xebatên wê
biguhêre- Kinderanalyse. Gespräche mit Anna Freud von J. Sandler, H. Kennedy, R.L.Tyson, ISBN 3-10-071305-2, ISBN 3-596-12501-4
- Robert Coles, Anna Freud oder Der Traum der Psychoanalyse, Frankfurt am Main: S. Fischer 1995
- Claudine Geissmann; Pierre Geissmann, Histoire de la psychanalyse de l'enfant : mouvements, idées, perspectives, 2. Auflage, Paris : Bayard, 2004
- Phyllis Grosskurth: Melanie Klein, ihre Welt und ihr Werk, Verlag Internationale Psychoanalyse, Stuttgart 1993, ISBN 3-608-95902-5 (Grosskurth stellt die Kontroverse zwischen Anna Freud und Melanie Klein sehr gründlich dar.)
- Elisabeth Young-Bruehl , Anna Freud: A Biography, Revised Edition, W W Norton & Co, 1994
Girêdanên derve
biguhêre- Anna Freud 1895–1982: Biografiya wê di malpera mûzeya Viyana de Girêdana arşîvê 2007-10-06 li ser Wayback Machine
- Sibylle Duda: Biografiya Anna Freud di FemBio bi tevî agahî, girêdan û lîteratûrek berfireh
- Christof Goddemeier: Anna Freud: Bo zarokan têgihîştineke mezin a derûnînasiyê (Bi Almanî, çiriya pêşîn 2007) (online)
- Ole Peter Jagdt: Bi Almanî Girêdana arşîvê 2021-04-11 li ser Wayback Machine
- Jeffrey M. Masson: Keybanûya psîkoterapiyê (herwiha rexne jî, bi Almanî)