Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê
Serokê partiyê | Arma partiyê | |||
---|---|---|---|---|
![]() |
||||
Agahiyên bingehîn | ||||
Damezrandin: | 31ê kanûna pêşîn 1888 / 1ê kanûna paşîn 1889 | |||
Cihê damezrandinê: | Hainfeld | |||
Serokê partiyê: | Alfred Gusenbauer | |||
Bundesgeschäftsführer: | Josef Kalina Reinhard Winterauer | |||
Endam: | 300.000 (Dem: 2005) | |||
Rêjeya mêra: | derdora 70 % | |||
Ji aliyê dewletê ve Îdarekirina partiyê ya aborî: |
derdora 8,7 milyon € (2004) | |||
Organîzasîona partiyê: |
| |||
Malpera fermî: | www.spoe.at |
Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê (bi almanî: Sozialdemokratische Partei Österreichs - SPÖ) partiyek polîtîk a Awistriyayê ye.
Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê ku heta sala 1934a navê wê "Partiya Sosyaldemokrat a Karkeran" (Sozialdemokratische Arbeiterpartei - SDAP) û ji sala 1945 heta 1991 navê wê "Partiya Sosyalîst a Avûstûrya" (Sozialistische Partei Österreichs) bû, yek ji kevintirîn partiyên Awistriyayê ye û yek ji du partiyên mezin ên vî welatî ye.
Ji sala 1945 heta niha 12 ji 25 serokên hikûmetên Awistriyayê ji Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê bûn. Niha serokkomar, serokê hikûmetê (ji 11ê kanûna paşîn 2007) , seroka parlemanê (Nationalratspräsidentin) û çar ji neh parêzgarên welêt (Wien, Burgenland, Salzburg û Steiermark) ji vê partiyê ne.