1975 – Li Cezayîrê, li ser navê rejîma Îraqê Saddam Hûsên û li ser navê Îranê Şah Riza Pehlewî, piştî guftugoyekê peymanek mohr kirin. Li gorî peymanê;
– Wê her du alî, sînorên xwe li hemberî kesên bi ziyan (yanî li hemberî Kurdan) asê bikin.
– Wê sînor ji nû ve werin diyarkirin û pirsgirêka rêya ser ava Şetê, were çareserkirin.
Piştî vê peymanê, hukumeta Îranê berê xwe ji Kurdan zîvirand. Rejîma Îraqê, muhdetek kin da Kurdan da ku xwe pispêrin wan. Di 22 adarê de koçber Kurdan, ji ** Başûrê welêt dest pê kir û bi deh hezaran Kurd, li welatê xwe û li deverên din bûne mihacir.
1925 – Li Tirkiyeyê ku di cîhanê yek ji welatên herî zêde rojnameyan digire ye, bi biryara lijneya wezîran a tirk li Stenbolê 4 rojname hatin girtin. Piştî 3 rojên din du rojnamayên din hatin girtin. Rojnameyên hatine girtin ev in; Tevhid-i Efkar, İstiklal, Son Telgraf, Aydınlık, Sebilülreşat û Orak Çekiç
1957 – Yek ji welatên parzemîna Afrîkayê, Ganayê serxwebûna xwe îlan kir. Ew di nav welatên Afrîkayê de ya yekemîn bû ku serxwebûna xwe îlan kir.
1965 – Mîtînga ku karkerên di kargeha titûnê de dixebitîn, di pêşengiya Partiya Karker a Tirkiyeyê de pêkanî, rastî êrîşeke tund hat.