21ê adarê
Roja Newroze
(Ji 21'ê adarê hat beralîkirin)
<< | Adar 2025 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | |||||
3 | 4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 |
10 | 11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 |
17 | 18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 |
24 | 25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 |
31 | ||||||
Rojên salê |
Bûyer
biguhêreKurdistan
biguhêre- 1590 – Li Stembolê di navbêra Sefewî û Osmanan de peymanek hate mohrkirin. Li gorî vê peymanê, Loristan û Şarezor dikeve bin destê Osmaniyan.
- 1938 – Destpêkirina serhildan û jenosîda Dêrsimê.
- 1946 – Kovara kurdî ya Ciwanên Kurd li bajarê Başûrê Kurdistanê Bûkanê ya bi navê «Hellale« yekemîn hejmara xwe weşand. Kovarê tenê 3 hejmar belav kir.
- 1979 – Rêxistina bi navê Bizotnewey Sosyalîstî Kurdistan BSK ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK cihê bû.
- 1982 – Ji kadroyên sereke yê PKK'ê û di heman demê de endamê komîta navendî ya PKKê Mazlum Dogan di roja Newrozê de li zîndana Amedê bi 3 darikên kuftikê Newroz pîroz kir û ji bo protestokirina kirinên dewletê xwe feda kir.
- 1983 – Kovara „Stêr" li Sûriyê dest bi weşanê kir.
- 1985 – Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan ERNK hate damezirandin.
- 1986 – Dewleta Sûriyê êrîşî ser xwepêşandanên Newrozê yên li Şam û Qamişloyê kir.
- 1990 – Zekiye Alkan, li Amedê xwe di roja Newrozê de şewitand.
- 1992 – Endamê HEP'a Şirnexê Mahmut Ertak hate binçavkirin û hîn jî windaye.
- 1992 – Endamê HEP'a Şirnexê Halil Baysal di pîrozbahiya Newrozê de bi gûleyên tîmên taybet hate qetilkirin.
- 1992 – Rahşan Demirel bi navê xwe yê kodî Sosin li Qedîfeqeleya Izmîrê xwe di roja Newrozê de şewitand.
- 1992 – Di serhildanên Nisêbîn û Cizîrê de 93 kes şehîd ketin.
- 1994 – 6 Mebûsên DEP'ê hatin girtin.
- 1994 – Bêrîvan û Ronahî xwe di roja Newrozê de li bajarê Mannheim a Almanyayê şewitandin.
- 1995 – Rêxistina Yekîtiya Netewî ya Demokrata Kurdistan YNDK hate damezirandin ku Doktor Sîrwan sekreterê rêxistinê bû. Her wiha ev rêxistin ji bo Başûrê Kurdistanê yekîtiyeke xurt ava kir û piştî 3 salan bi dawî bû. Di dirêjahiya xebatên xwe de, ev rêxistin gelek caran bû hedefa êrîşên tarî û xêrnexwaz.
- 1995 – Dewleta Tirkiyeyê, ku heta wê rojê cejna Newrozê qedexe dikir û kesên rengê kesk û sor û zer hildigirtin êrîşî wan dikir, îlan kir ku cejna Newrozê ya tirkan e û ev bi deh salane tê pîrozkirin.
- 2001 – Cejna Newrozê di serî de li Amedê û li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi beşdariya zêdetirî 500 hezar kesî hate pîrozkirin.
Cîhan
biguhêre- 1799 – Êrîşa Napolyon Bonapart ya Akkayê bi binkeftinê encam da.
- 1907 – Ev roj weke Roja Dayikên Cîhanê hate qebûlkirin.
- 1918 – Tevgera Biharê ya Almanan destpêkir.
- 1968 – Îsraîlê êrîşî bajarê Karamehê kir.
Jidayikbûn
biguhêre- 1626 – Pedro de Betancur, ezîz û mîsyonerekî xiristiyan e.
- 1949 – Slavoj Žižek, felsefevan û psîkoanalîstê slovenî
- 1957 – Youssef Rzouga, helbestvanê tûnisî
Mirin
biguhêre- 1973 – Aşik Veysel Şatiroglu, hozan û helbestvanê tirk
- 1982 – Mazlum Doğan, yek ji kadroyên sereke yên PKK'ê
- 1990 – Zekiye Alkan, keça kurd
- 1992 – Halil Baysal, endamê HEP'a Şirnexê
- 1992 – Birsen Özcan, endama HEP'a Şirnexê
- 1994 – Bêrîvan, keça kurd
- 1994 – Ronahî, keça kurd
- 2008 – Çerkezê Reş, helbestvan û nivîskarê kurd
Cejn û salveger
biguhêre- Cejna neteweyî ya kurdan û destpêbûna biharê Newrozê
- Roja Dayikên Cîhanê
- Roja Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê
Ya navneteweyî
- 21-28 adar Hefteya Qehremantiyê