7ê adarê
tarîx
(Ji 7'ê adarê hat beralîkirin)
<< | Adar 2024 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | ||||
4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 |
11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 |
18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 |
25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 |
Rojên salê |
Bûyer
biguhêreKurdistan
biguhêre- 1921 – Serhildana Koçgiriyê destpêkir. (?)
- 1925 – Nêzîkî 5000 şervanên Şêx Seîd êrîş birin ser bajarê Amedê.
- 1925 – Dadgehên serxwebûnê ku gelek serok û siyasetmedarên kurd ên weke Şêx Seîd, Dr.Fuat Kemal û her wekî din bi mirinê darizand û bi darvekirin, hatin sazkirin.
- 1944 – Rojnameya hefteyî ya bi navê „Kohistan" li paytexta Îran Tehranê derket.
- 1966 – Li Gimgimê erdhejeke bi mezinahiya 5,6 qewimî. Di encamê de 14 kes mirin û 75 kes jî brîndar bûn.
- 1991 – Serhildana li bajarê başûrê Kurdistanê Silêmaniyê destpê kir.
- 1991 – Li navçeya Mêrdînê Kerboranê xwepêşandana serhildana gel pêk hat. Hêzên tirk gule li kurdan reşandin. Kesek mirin û 25 jî brîndar bûn.
Cîhan
biguhêre- 1876 – Alexander Graham Bell, patenta îcata xwe ya ku weke telefon bi nav dikir, stand.
- 1906 – Yekem car mafê dengdanê li Fînlandê ji jinan re hate dayîn.
- 1912 – Yekem kesê ku di cîhanê de xwe bi paraşûtê avêt kesekî bi navê Albert Henry bû. Vî mirovî li Amerîkayê li ser çemê Missouriyê xwe bi paraşûtê avêt.
- 1973 – Ji sedema qaşo propagandakirina komunîzmê, 8 sal cezayên girtîgehê li İsmail Beşikçi hatin birrîn.
- 1989 – Îran û Brîtanyayê têkiliyên xwe yên dîplomatîk, ji sedema bûyera Salman Rushdie, birrîn.
- 1990 – Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Hürriyetê Çetin Emeç dema ku ji mala xwe ya Suadiyeyê diçû ser wezîfeya xwe, bi awayekî faîlê wê ne diyar, ji aliyê hin kesên nasnameya wan ne diyar ve hate kuştin.
- 1993 – Polêsên tirk li navçeya Riha Hewencê avêtin ser malekê û kurê Mehmet Gülê serokê navçeyê yê DYP'yê gulebarankirin. Di encama otopsiyê de di laşê Gül de dewsa 61 fîşekan hate dîtin.
- 1998 – Serokê sendîkaya Limter-İş'ê Süleyman Yeter, di bin çavan de ji aliyê polêsê tirk ve hate kuştin.
Jidayikbûn
biguhêre- 1934 – Adnan Binyazar, nivîskar
- 1938 – Albert Fert, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1946 – Daniel Goleman, psîkologê amerîkan
- 1997 – Bad Gyal , stranbêj, strannivîs, DJ û lîstikvana ketelan
Mirin
biguhêre- B.Z. 322 – Arîsto, fîlozofê yewnan (?)
- 1274 – Thomas Aquinas, keşe û fîlozofê îtalî
- 1913 – Emily Pauline Johnson, helbestvana Kanadayî
- 1932 – Aristide Briand, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê
- 1997 – Edward Mills Purcell, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Cejn û salveger
biguhêre(Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)