Open main menu

Hewenc an Hewag an jî Heweng (bi tirkî: Bozova) yek ji navçeyên Rihayê ye. Xwedî dîrokeke kevn e. Bermahiyên ji b.z. 7000'î hatine dîtin. Rûber 1.580 km² ye. 38 km ji Rihayê dûr dikeve. Nifûsa navçeyê bi giştî (sala 2014'î) 55,631 e. 76 gund û gelek mezreyê wê hene. Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine rûxandin an valakirin. Ji piraniye gel Kurdin. Tenê gundê Yaslıca Tirkmene.

Navçeya Hewencê
Bozova
ŞanlıurfaKurd.png
Cihê Hewencê di parêzgeha Rihayê de
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha (parêzgeh)
Serbajar Hewenc
Qeymeqam Mehmet Özel

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 76 gund

Gelhe (2014) 55,631[1] kes
Rûerd 1.620 km2
Berbelavî 36,2 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2014) 12.657 kes
Koordînat 37°21′47″Bk 38°31′31″Rh / 37.36306°Bk 38.52528°Rh / 37.36306; 38.52528
Bilindayî 590 m
Koda postayê 63850
Koda telefonê (+90) 414
Nexşeya cihan Tirkiye
Hewenc is located in Tirkiye
Hewenc
Hewenc

ErdnigarîBiguherîne

Hewenc ji aliyê erdnigariyê ve navçeyeke girêdayî parêzgeha Rihayê ye. Li rojavayê wê Xelfetî, li başûr-rojavayê Bêrecûk, li başûrê Pîrsûs, li başûr-rojhilat û rojhilata wê bajarê Riha, li bakur-rojhilatê Hîlwan û li bakurê wê parêzgeha Semsûr disekinin. Bakur û rojhilata wê bi çiya û qot in û başûrê wê bi awayeke fireh duz û vekirî ye. Li rojhilata navçê piyên çiyayê Arat, li başûrê jî qotên çiyayên Qeplan hene. Bakur-rojhilata wê jî ji çola Hîlwanê pêk tê. Piyên Ferêt çemê Bîtîk û çemê Macûnlû erda navçê av didin. Navçe ji navenda parêzgehê 38 km dûr e û rûerda wê 1'550 km2 e. Jimara gelheyê xwe 55,631 e û pirraniya wê ji Kurdan pêk tê.

Floraya navçê dişibe ya deştan û li dora newalan komên darên biyan û yên hewran tên dîtin. Îqlima navçê havînan pir hişk û germ, zivistanan jî şil û sar dike.

DîrokBiguherîne

Di dîrokê de Hewenc gelek navên cûda wergirtiye, û ev yek nîşanî meriv dike ku dîroka bajêr kûr e. Bi saya lêkolînên arkeolojîk bermayiyên kevnar hatine dîtin û dîroknas lewra texmîn dikin ku li vir 7250-5500 B. Z. mirov jiya ne.

Asûriyan ji bajêr re Asuranianu,  romayî û ermeniyan Tormenapa û ereb jî jê re 'Telhuvek' gotine.

Gundê Şaşkan (Igdeli) ji bo tesbîtkirina dîroka navçê rolele girîng dileyze, ji ber ku di dala 1982'an de li ser meydanê di nava girên Şaşkan ên biçûk û mezin de lêkolînên arkeolojîk hatin kirin û di encama vê lêkolînê bermayiyên dîrokî hatin dîtin û nîşanî dîroknasan dikin ku mirovan wê derê 7000 sal berî vê xwe bi cih kirine.

Yekemîn bermahiyên gihaneke medeniyetê ên neolîtîk ji çaxa kalkolotîk (5500-3200 B. Z) di çarçoveya kolandinên arkeolojîk ên li girên Qurban, Lidar (Hewenc) û Hasek (Siwêrek) hatine tesbîtkirin. Di çarçoveya heman kolandinan de gelek bermahiyên ji çaxa hesînî (3200 - 1800 B. Z.) hatine bidestxistin.

Herwiha, yekemîn medeniyeta  ku li der û dorên Hewencê hatiye avakirin medeniyeta asûrî ya bi navê Asuranianu ye û ji 2000 heta 606 B. Z. hikm kiriye. Piştre herêma Hewencê ketiye bin destê Makedoniyan, Romayiyan û Bîzansiyan. Di sala 640'an de, di dema pêxzmber Omer Riha bi saya Ubeyt îbnî el Cerrah dikeve nav destê misilmanan û bi vê yekê dibe beşeke erda misilanan. Ji sala 1402'an heta 1516'an bajar ji sefawiyan dikeve destê memlûkan û ji wan dikevz nav destê osmaniyan.

Li girê Lîdar di sala 1985'an de kolandinên arkeolojîk ji aliyê Prof. Dr. Harald Hauptmann û çend endamên Zanîngeha Heidelbergê ve têne kirin û di encamê de tabletên kevirî yên ji dema Hîtîtan hatine bidestxistin. Li ser her du hêlan nivîsên nediyar hatine çêkirin û heta îro transkrîpsyona nivîsê nehatiye kirin.

Gundê QentirmeBiguherîne

Li ser dîroka gundê Qentirme zêde agahî tunebin jî, tê gotin ku dîroka gund gelek kûr e.

Gund navê xwe ji esereke dîrokî distîne, ev yek jî nêza camiyê disekine. Tê gotin ku ev eser gelek kevnar e. Li gorî lêkolînan Rêya Ebreşûm ji vê derê derbas bûye û ev eser weke cihê rênîsanderan hatiye bikaranîn.

Ev eser di herêmê nas be jî, di sala 1999an de cara yekemîn ji aliyê lêkolînerên ewrûpeyî hate kesfkirin. Li gorî lêkolîneran, dibe ku qentarme besa jêr a mîmareke Romayiyan e û berê li ser de xaneyeke (mezin a) depî sekiniyaye. Dibêjin bazirganên Rêya Ebreşûmê wextê ku ji Eyno cûne Edessayê ji vir ve derbas dibûne.

 
Esera dîrokî ya gundê Qentirme (gund navê xwe ji wê girtiye

İnbaşıBiguherîne

İnbaşı ciheki diroki ye. Dirokê we heta İmparatoriya Romaye diçe. Şkeftên ko gelê Romaye çekirine hin hêne. Le mixabin li aliye dewletê tu şuxul tinneye ji bo restorasyon an ji ewlehiya derdore.

GelhenasîBiguherîne

Sal Jimara giştî Hejmara bajêr Hejmara gundan
1965[2] 34.015 3.425 30.590
1970[3] 38.013 4.853 33.160
1975[4] 38.096 5.462 32.634
1980[5] 36.390 5.597 30.793
1985[6] 48.406 9.598 38.808
1990[7] 56.812 16.745 40.067
2000[8] 65.842 19.848 45.994
2007[9] 58.150 14.450 43.700
2008[10] 58.575 12.657 45.918
2009[11] 57.789 11.712 46.077
2010[12] 58.230 11.917 46.313
2011[13] 57.750 11.567 46.183

Gundên xweBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne