Lykke Li (jdb. 18ê adarê 1986 li bajarê Ystad), bi navê xwe yê fermî Lykke Li Timotej Zachrisson, stranbêjeke swêdî ya muzîka Inde ye.

Lykke Li
Lykke Li, 2010
Jidayikbûn18ê adara 1986an (38 salî)
Bajarê Ystad (Swêd)
HevwelatîSwêd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Södra Latin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeSolîst
Partner
  • Jeff Bhasker (2014–2017) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Dion Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Johan Zachrisson Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Kärsti Stiege Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Q10680191 (2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.lykkeli.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Lykke Li, li bajarê Ystadê weke keça du hunermendên bi navên Kärsi Stiege û Johan Zachrisson jidayikbû. Ji ber jiyana wan a alternatîf malbata wê pir li ser seyahatan bû. Wê bi 19 saliya xwe zû biryar da ku di warê hunerî de pir tecrûbe kom bike û lewra mala xwe barî New Yorkê kir.[1].

Lykke Li biryar dayîna xwe ya ji bo muzîkê wiha tîne ziman: Ez fikirîm, ka kare moda an jî nîgarekarî be, heya ku min muzîkê weke rêya ziman anîna hunera xwe hilbijart. [1] Yekemîn albuma wê ya bi navê 'Youth Novels' bi rêya şîrketa a wê 'LL Recordings' di destpêka sala 2008'an de li Swêd û Brîtanyaya Mezin hat weşandin. Ev album di çapemeniya swêdî de cihê xwe girt û di hezîrana heman salê de li hemû Ewropa hat belawkirin. Album ji aliyê Björn Yttling, endamê koma Peter Bjorn and John hat kişandin, Lasse Mårtén jî hevkariyê kir.[2]

Stîla albumê kare di beşa Indy/Indipendent (muzîka beşa serbixwe) de bê bicihkirin. Di albumê de ji bilî enstrumanên elektronîk, piyano û gîtar çend enstrumanên oryantal ên wek perkusyon, tambourîn, kastanyet (castagnettes) û çoyên dengdar (claves) hatin bikaranîn.[3] Dengê Li di beşên hêdîtir de dişibe dengê Stina Nordenstam.[4] Duwemîn albuma wê ya bi navê Wonderful Rhymes (Qafiyeyên rewşedar) di sala 2011'an de hat weşandin. Versiyona 'Magician Remix' a strana I Follow Rivers (Ez çeman dişopînim' li piyasa muzîkê ya Belçîqayê cihê yekem girt.[5] Li Elmanyayê ev stran ji ber bikaranîna bona wesanên zindî yê UEFA Champions League 2011/12 nas bû, kete nav Top 5 aiTunes-Charts û di tîrmeha 2012'an de gihîste cihê yekem.[6]

Dîskografî biguhêre

 
Lykke Li li ser dikê Paradiso, sal 2011

Album biguhêre

  • 2008 – Youth Novels
  • 2011 – Wounded Rhymes

EP biguhêre

  • 2008 – Little Bit

Klîp û stranên weşandî biguhêre

  • 2008 – Tonight
  • 2008 – I’m Good. I’m Gone
  • 2008 – Breaking it Up
  • 2009 – After Laughter (Comes Tears) / (At Your Best) You Are Love
  • 2010 – Get Some
  • 2011 – I Follow Rivers
  • 2011 – Sadness Is a Blessing

Projeyên din biguhêre

digel Shout Out Louds
  • Our I’ll Wills (2007)
digel Kleerup
  • Until We Bleed (2009)
digel Röyksopp
  • Miss it so Much (2009)
  • Were You Ever Wanted (2009)

Yên din biguhêre

  • Possibility - - Muzîka fîlma New Moon (2009)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Hevpeyvîna 21'e tîrmehê 2008'an li ser musik-base.de, ji orîjînalê di 2 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 tebax 2012
  2. ^ Music/Films
  3. ^ li ser discogs.com
  4. ^ li ser itsatrap.com
  5. ^ http://www.ultratop.be/fr/showitem.asp?interpret=Lykke+Li&titel=I+Follow+Rivers&cat=s.asp
  6. ^ Peyama media control a 13'e tîrmehê 2012'an, ji orîjînalê di 14 tebax 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 tebax 2012

Girêdanên derve biguhêre