Mahatma Gandî
Mohandas Karamchand Gandhi (bi gujaratî: મોહનદાસ કરમચંદ ગાંધી) (jdb. 2ê çiriya pêşîn a 1869 – 30ê çileya paşîn 1948) bi navê Mahatma Gandî tê naskirin. Pêşeng û avakirê dewleta Hindistanê ye.
Mahatma Gandî | |
---|---|
Navê rastî | Mohandas Karamchand Gandhi |
Jidayikbûn | 2ê cotmeha 1869 |
Mirin | 30ê çileya paşîn a 1948 Nûdelhî, Hindistan |
Hevwelatî | Hindistanî |
Pîşe | Siyasetmedar |
Hevjîn | Kasturba Gandhi |
Zarok | Harilal Manilal Ramdas Devdas |
biguhêre |
Di sala 1888ê de li Brîtanyayê dest bi perwerdeyiya dadê kir. Di sala 1896ê de bû parêzer. Derbasî Afrîkaya Başûr bû. Gandî li vir dest bi xebatên siyasî kir. Bi vê xebatê, navê wî li Hindistan û Brîtanya belav bû û hat naskirin.
Di sala 1914ê de vegeriya Hindistanê, Gandî li welatê xwe li dijî kolonyalîzma Brîtanyayê di nav gelê xwe de roleke mezin lîst. Ewqas bandor li gelê xwe kir ku êdî bi navê Mahatma (rihê mezin) dihat naskirin.
Navekî wî yên din jî Bapû (bavo) bû. Gandî li dijî zordariyê rabû. Ji ber vê yekê dixwest ku bêyî xwînrijandin, Hindistanê ji kolonyalîstan rizgar bike. Di vê xebata xwe de Gandî biser ket û di sala 1947ê dewleta Hindistanê hat damezirandin. Gandî 30ê kanûna paşîna sala 1948ê de ji aliyê olperestekî hîndûyî ve hate kuştin.
Heft gunehên sereke yên civakî, bi dîtina Gandhi
biguhêre1. Bidestxistina pere ya bê hewldan
2. Lezzet û kêfxweşiya ku wûjdanê esas nagire
3. Zaniyariya ku têde xidexûyê merivantîyê tine be
4. Bazirganîya ku têde exlaq tine be
5. Zanista ku li ser esasa mirovantîyê nebe
6. Peristina bê fedekarî û berxwedan
7. Siyaseta bê bingeh û bê usûl[çavkanî hewce ye]
Çavkanî
biguhêreEv gotara li ser siyasetmedarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |